بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

BAŞ BAL Û DÊNA XWE BIDIN VAN DÎMENAN

Baş bala xwe bidin van dîmenan, wan di heşê xwe de bikolin; hemû rastîya we dibêje. Binêrin çawa dîsa xwîna Kurdan diherike, dibe gol li kolanan. Dîsa bêyî ku bêjin ev jin e, ev mêr e, ev kal e, ev zarok e, herikandine ew xwîna sor. Çima? Çi kiribû van bê gunehan? Erd û axa kê dagir kiribûn, welatê kê serûbin kiribûn? Dest avêtibûn namûsa kê? Mal û milkên kê talan kiribûn? Doza çi kiribûn ku ne ji mafê wan ê rewa bû?

Xwedawo, ev zik çima ewqas nerm û qels e? Çima tep û rep derban dixwe û li gel vê potansîyela giregir nikane xwe biparêze? Kî ye, kî ne ev dijmin? Ji derve ne, di nav me de ne, li ku ne? Çima xwîna vî milletî ewqas hêsan û erzan dirije? Çima piştî ewqas berdêla ku xelk bi ji sedî yekî wê neteweyekî ava dike, em nikanin neteweyekî ava bikin ku dewleteke xwe çêke, xwe pê biparêze? Ax di destê me de ye, artêş û leşker ên me ne, gel bi me re ye, çima hevdu nagire, nabe yekgirtî, nabêje ev e parlament, ev e artêş, ev e sînor û ev e welatê min, li hundir em gişt yek in, netweyek in, de werin ku hun dixwazin şer bikin, ji derve werin, êrîş bikin?

Çima yek ol û dînê xwe, yê din mezheba xwe, yê din zarava xwe, eşîra xwe, îdeolojîya xwe, rêxistina xwe, serokê xwe, kompleks, paranoya, dîntîya xwe ya perçe perçe dixe pêşîya vî welatî, vî milletî û di ser de digire?

Çima, çima, çima? Çima ev dar ewqas kurm diafirîne? Ma ne bes e?

Çima vê carê devê min nagere ku ez dijminan gunehbar bikim û çavên min her li nav me digere ji bo berpirsiyaran?

Çima dîsa jî hêvî û bawerîya azadîya Kurdistanê ji dilê me dernakeve?

De em dîsa rabin, rind bal û dêna xwe bidin van dîmenên xwîna Kurdan a herikandî, û bizanibin ku her ku xwîna Kurdan diherike, pareke berpirsiyarîyê li me hemûyan dikeve. Em dîsa êşa van Kurdên şehîd û malbatên wan wek birîneke din a giran û xedar di kûrahîya dilê xwe de his bikin, destê xwe deynin ser birîna xwe û biqîrin:

AN KURDÎSTAN AN NEMAN

Lê belê em baş jî bizanibin ku heta ku ev zik ewqas nerm û qels be, em ê hîn gelek caran wisa bikin û wisa bibêjin. Êdî dem e ku em bi qasî dijmin li xwe jî binêrin û bipirsin, gelo ez jî berpirsiyar im ji vê xwîna herikî, ji van porên dayikan ên rûçikandî? Û an bibin millet û wek millet tev bigerin, an jî wenda bibin di nav rûpelên dîrokê de, ew rûpelên tije ê? û jana milletê Kurd, ê ku ji milletbûn û tunebûnê, tunebûn hilbijart.

Rojan

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.