بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 10 July 2014

BERSIVA PIRSA ASO ZAGROSÎ, GOTINÊN SÎYAETMEDARÊN ÎSRAÎLÎ Û KURDISTANA SERBIXWE

Berku her tişt nava livînêdayê, dijdarî jî her tim namîne. Dijhevbun gelek relative, hevkarên duenî; dikarin îro dijîhev derkevin, an jî dijdarên duenî; îro dikarin bibin hevkarên hev. Dijdarî û hevkarîya sîyasî jî wusayê. Ke dizanîya ku Mösyê Sarkozy Muamer Kazafî ewqas erzan bifiroşe. Ke dizanîya ku Abdullah Gül destê Beşar Esad ewqa zu berbide û Komara Tirkîya bona ruxandina dara wî gavekî wusa bavêje. Kê dizanîya ku; rojek bê Yekitîya Dewletên Emrîka ewqas tund li dijî El Kaîda derkeve. Kê dizanîya ku Recep Tayîp Erdoğan li dijî Necmedîn Erbakan derkeve û wî bigre bin sîhya xwe û dijdarîya wî bike. Ma mîrov hostayê xwe ewqas erzan difirot, hey dîrok were zman?!

Di sala 1975 da bi Peyamna Cezayîrê Şaxê Îranê û Sadam Husenî Tirkîtî bi qayilbuna Komara Tirkîya hevdihatin û qezîya xwe dijî Şorişa Kurd bi piştdana Yekitîya Dewletên Emrîka û Komara Sovyet ya Dewletên Sosyalîst, yêk dikirin. Dema Serdarê mezin Mistefa Barzanî Şorişa Kurd li Kurdistanî Başur dida rawestan, ji dilê Wî xwîn diçu û digot: “Ew katekî taybete, yektîya dijminên we zede berdewam neke.” Rastî jî wusa bu, yekitîya wan pişirîya, bu hur û hewar. Di dala 1978 da Pêşmerge li çîyayên Kurdistan, ji nûva dihatin organîzekirin. Dara sîyasî ya Riza Pehlevî, di sala 1979 li Îranê şikestik mezin dixwar. Li paş şikestxwerina wî, dewleta dagirker ya Iraqê ji serhevbinhevbunên Îranê bona berjevendîyên xwe dida karânîn û êrişek dijwar dibir ser wan. Ew weku gwirên har bi hevdiketin. Heta dara sîyasî ya Recep Tayîp Erdoğan, Komara Tirkîya û Dewleta Îsraîlê jî bi hevra hevkar diman, dema Recep Tayîp Erdoğan seroketîyan Îslamên Cîhanê daxwez dikir û gavek pêşva dibir û pîçek aborîya Komara Tirkîya xwirt dikir, neqeba ku; mabeyna wan da hebu fireh dibi û ew li ser platformên sîyasî yên navnetewî hevdiketin û Recep Tayîp Erdoğan weku dîkekî dijî Dewleta Îsraîlê dengê xwe bilind dikir!

Di vê katê da Komara Îslamî ya Îranê ruxandin û ji hole rakirina Dewleta Îsraîlê dixwaze, bi dara sîyasî ya Recep Tayîp Erdoğan peyvendîyên dewleta Îsraîlê û Komara Tirkîyayê gîhiştin qonaxek taybet. Îro de facto dewleta Surîyê û Iraqê nemane. Peymana ku 16 Gulan 1916 Mark Sykes bi navê Îngilîzîstanê û Françoîs Georges Picot bi navê Fransayê amadekiribun û bona parvakirina Rojhilata Navarast dabun îmzakirin, îro organîzasyonekî terorîst ya weku DAÎŞ ê da cirand. Ji ber vê Rojhilatê Navarest gîhişt qonaxek nu. Tête gotin ku; “di her buyerê da xerek heye”, di vê katêda piranîya dijdarên Kurdan hevketine. Komara Tirkîya dijdarî û dijminatîya Dewleta Surî dike, Malîkî diji Komara Tirkîyayê û li serTirkîya yêra bi firotina nifta Kurdistanê nerazîyê. Berkû li Tirkîya dara Sektora Kemalê Selanîkî şikestik mezin xwerîyê Îsraîl û Tirkîya ketine nava pevçunek mezin. Îran aşîkar dibêje ku; ezê Îsraîlîya weku dewlet ji holê rakim. Rojhilata Navarest her roj di nava Îslaman da dijminatîya Cihuya berz dibe.

Di Qur’anê da tête gotin ku;

Bêşik ewêt ku li gel Xudê Teala û Pêxemberê Wî şerî diken û ewêt ku li ser rûyê erdî xirabkarîyê diken cizayê wa kesa kuştin e yan hilawîstin e yan divêt dest û pêt wa çep û rast bêne birîn yan jî divêt ku ew ji welatê wa bêne nefîkirin. Eve bo wa di dinyayê da rezîlî û riswatî ye û bo wa axretê ji ezabeka gele mezun ya hey.” (Sûreta el-Maîda 33)

“Ey gelî kesêt hewe îman û bawerî înadî! Hûn cûhî û fila bo xwe nekene dost û piştevan, nê hema her ew bi xwe dost û piştavanêt êkûdu ne. Heçî kesê ku ji hewe wa bo xwe bikete dost û piştevan ew jî wan e. Bêşik Xudê Teala qewmê zordar naînîte ser rêka rast û durust” (Sûreta el-Maîda 51)

“Cûhya digot: Destê Xudê Teala yî miçandî û yî girtî ye. Belê pa destêt wa bi xwe yêt hatîne girêdan û ji ber wê ya ku wa gotî û lanet ya li wa hatîye kirin. Nexêr, qet wenîne; herdu destêt Xudê Teala di vekirîne, ka Ew, çewa hez biket Ew, wesa di mezêxît û xerc diket. Bisûnd ne ev Qur’ana ku ji nik Rebê te bo te hatîye xwarê, ew ji hedî derketin û kafirîya geleka ji wa hêj zêdetir lêket. Me ji dujminatî û kîndarî berda dinavbeyna wa da heta roja qiyametê. Hindî ku ew bo şerî agirekî hilken Xudê Teala her dê temirînît. Ew li tîrekê li ser rûyê erdî yê têkevdan û xirabkarîyê diken, Bêşik Xudê Teala qet hej xirabkara naket” (Sûreta el-Maîda 64) (1)

Baverim kesayetên wekû Recep Tayîp Erdoğan û rêxirawên wekû DAÎŞ ê û Komara Îslamî ya Îranê, Hamas û Hizbulaha Lûblanê gor van “Sureyên Qur’ana Pîroz” dijî Cûha rêva diçin. Pozberîyên ku mabeyna wanda hene vê rasteyetîyê nagorin. Di vê qonaxêda bi şikestxwerina Dara Sektora Kemalê Selanîkî li Tirkîyayê, Cûhu kirin nava tengasîyek mezin, wan naha bona diwaroja xwe sîyaseta xwe gorîn û zedetirîn nezîkî gelê Kurd bun, ber ku gelê Kurd heta vê katê cîranê xwe yê Misliman tu xerek nedîtin û ew alîyê wan va her tim bi komkujîyan hatin kuştin, pewîste gelê Kurd bona diwaroja xwe baş bifikire. Nedewletbuna wan tu car; wan ji komkujîyên dagirkeran rizgar nekirîyê. Dijî vê rasteyetîyê garantîya hebuna wan, di dewletbunêda vêşartîyê.

Dr. Nurî Dersimî di bîranîn xweda dibêje: „Dema ez bona tendurîstîya Xanima xwe çubum Telavîvê, berpirsîyarên Cihûya hatin ba min û pêşnîyarek kirin; gotin: `em dixwezin gel Kurda hevkar bibin û yekitîyekê dirust bikin, berku em Rojhilata Navarast, du netewên jar in‘. Dr. Nurî Dersîmî divet min ew pêşnîyar serdarên Xoybunêra anî, balam wan gotin: “em Îslamin nikarin gel wan yekitîyêkî avabikin. Tiştekî wusa bikin hemû Dinya Îslamê dijî me be.” Dema berpirsîyarên Xoybunê wusa digotin; Şex Saîdê Pîran û hevalên wî hatubun darvakirin, Komara Kurd ya Agrîyê hatibu ruxandin, Komara Sor a Kurdistanê bi destên Partîya Komunîst ya Sovyetê hatibu feşilandin, Komara Mehabadê ya Kurd hatibu ruxandin, Peşava Qazî Muhammed û hevalên wî alîyê dagirkerên Îranê va hatibun darxistin.

Daxawa di vê katêda Serdarên me hîna qala Dinya Îslamê dikirin. Ma “Dinya Îslamê” wan û Kurdan rind xwedî derket! Bersiva wan kuştin, tartele, komkujî carek din kuştin bu.

Dema komkujîya Helepçe dibu, hemû Dewletên Îslam di nava Cîvîna Navnetewî ya Îslamê da bun, ji wan tillîya tu dewletekê bona gelê Kurd nelivî…. Rasteyetî ewe ku; ji dewletbunê dur sekenîn di nava “Gelên Îslamda” bona gelê Kurd paraztin nine. Îro yen ku hîna paraztina Kurda di nedeweltnunê da dibînîn, di nava tiravmak mezindane, heşê wan sere wan nine anjî organize bona hezên tarî yên navnetewî dixebitin. Ji ber vê min divet Dewleta Kurdistan ya Serbixwe taf û naha, katekî wusa sed salanda carekê dikeve destê Kurdan, eger beyanî Sektora Dara Kemalê Selanîkî dara sîyasî li Tirkîyayê carek din bigre nava destên xwe, ew firsend carek din ji destên Kurdan bifilite.

Bîrmeken Gelê Cihû di diroka xwe da li Urizistanê, li ser Kontînenta Ewropayê gelek cara zilm û zordarîya mezin dîtîyê, Gelê Kurd di dîroka xwe da tu car ji wanra neheqiyek nekirîye. Ew ji dîlkirîya Babîlonîyan bi destên Med û Farsa hatine rizgarkirin. Nebukadnetsar Bajarê Qudsê vîran kirubu û Gelê Cihû dîlkirî anî bu Mezopotamyayê, ew nezîka 50 Sali li vir weku xidam û xulam dîlkirî jîya bun, heta xwerzîyê Meda Serdar Korêş hatibu vê navçeyê û ew rizgarkiribun. Korêş bi xwe nebîyê Mîr Azdîyak (Astyages) (2) bu, wî dara bapîrê xwe ruxandibu û bibu serdarê gelên Fars û Med.

Dema Korêş ew rizgardikirin bona nuva avakirina bajarê Qudsê û Mala Xwudê derîyê Xezneya xwe dida vekirin û bi destên Xeznedar Mîr Edat; “sî leganê zerinî, hezar leganê zîvî, bîst û neh kêr, sî berdên zerinî, çarsed û deh parçe berdên zîvî yên nikir duh û hezar parçe usqureyên din.” dida wan. “Hemû usqurêyên zêr û zîvî bi hevra penc hezar û carsed parçe bun.” (Tewrat, Esra, BAP 1 / 8-9-10-11) (3)

Tewrat jimara yen ku hatibun rizgarkirin û şunda zivirîbun bajarê Qudsê wusa dide: “Xencî heft hezar û sêsed û sî Xidam, Xulam û Carîyan, temamîya koma wan çil û du hezar sêsed û şêşt kes bun. Û ew xwedanî du sed dengbêjên jin û mêr yên oldarî bun. Hespên wan heftsed sî û şeş, qantirên wan du sed û çil û penc, hejtirên wan çar sed û sî û penc, kerên wan şeş hezar heftsed û bîst bun.” (Tewrat, Esra, BAP 2 / 64) (4)

Di dîrokê da di mabeyan Kurd Cihûa piştgirtinek wusa jî heye, pevîste mîrov bizanê kî çibuye û bona çi îro wusaye. Ji ber vê îro kî nezikî Kurdan dibin, pevîstê Kurd jî nezikî wan bin, kî ji Kurdan ra dijminatîyê dikin; pevîste Kurd ji wan dur bisekinin. Kurd mecbur ninin dijminatîya hêzekê bikin, tenya ji wan dur sekinandin jî tera wan bike.....

Di nava Kurdan da, mêşên derdora qwîna dagirkeran îro dengbilind dijî dewletbuna Kurdan bi curebicur dengê xwe bilind dikin û peyamên sîyasî yên nu belav dikin. Hemû çan yêk dayîkekê bune, dibêjin kata dewletekî serbixwe bona Kurdan hîna nehatîye! Ma dema Kurd neman kata dewleta sebixwe bê!

Ji ber van sedeman min pirsa Berêz Aso Zagrosî wusa didim: di vê katêda pewîste destê gelê Cihû bête girtin, li Rojhilata Navarast bona aşitîyêk rast, ji du dewletên hêz ra pevîstî heye; 1-Kurdistanek Serbixwe û Yêkhev, 2-Dewletekî serbixwe û hêz ya Gelê Cihû.

Va nay vê maneye ku gelên Rojhilata Navarast yên din bêtin bindestkirin.

(1) Ronahîya Qura’ana Pîroz, Mela Muhammed Hakkarî

(2) Kovara Newroz Ateşi, Ji Zmanê Alamanî, werger Bîşar Norşîn, Newroz Com, Aso Zagrosî

(3) Ji Tewratê, ji Alamanî Werger Bîşar Norşîn

(4) Ji Tewratê, ji Alamanî Werger Bîşar Norşîn

Bîşar Norşîn

09.07.2014

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.