بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 January 2012

SEKTORA KEMALÊ SELANÎKÎ HER ALÎVA DİPİŞİRE Û TÊ XWERÊ

Çend heftan berîpêş Fransayê Parlementoya xwe da Tartela Ermenan di resmîyêtê da naskir. Baverim pey Dewleta Fransayê, dewletên Yekitîya Ewropa yên din bên. Dijî Netewkarên Nijadperez yê Alaman, zagonên Dewletên Ewropa gelek tundin(tujin). Töleransa Dewletên Ewropa bona Netewkarên Nijadperez yên Tirk, heta naha pozberiyêk gelek mezin bu. Dijî nijadperezên xwe derketin feqet yên Tirk ra çav damilandin nedihat fahmkirin. Be guman sedema vê bedengîyê hebu. Di damezrandina Komara Tirkîyê da keda dewletên Îngilîzîstan, Fransa û Alamanya yê hebu. Bi sermayeya braderên me yê Cihu û alîkarîya Vatîkanê Kemalîst rayî ser pîyan bun. Sermayeya Cihuyan bo çi dixwest Dewleta Osmanî belavbe? Derdê Vatîkanê çi bu? Di demek kwirt da bona çi Îngiliz, Fransiz û Alaman bun hevkarên Kemalîstan? Bersiva van pirsan eger hun îcaze bidin min dixwzim bi kwirtî çend hevokanda bidim û durajî bem ser berxwedana braderên me yên Cezayîrê û bêbextîya Kemalîstan.

Heta şerê alemê yê dinyayê Împaratorîya Osmanî nezîka 5 Mîlîyon kîlometerkare li ser sê Kontînentan kontrol dikir. Dezentralîzmeki mezin hebu. Dewleten weku Fransayê û Îngilîzîstanê dixwestin piranîya Erdê Împaratorîya Osmanî bikevî bin kontrola wan û bazarên mezin yên nu wanra peyda bibin. Alamanya weku dewlet hevkarê Osmanîya bu, Sermayêya Cihuyan dixwest bi alîkarîya Dewleta Alman kontrolê li ser Asya Piçuk, Kurdistan, Ermenîstan û Nîvgrava Ereban destxwe xînî. Li van navçeyan kontrol di bin sermaya Ermen û Ruman (Romên Rojhilat) dabu. Heta şerê Alemê yê Yekhem, Sermayêya Cihuyan li van deran nikarîya serbigre. Di tartela Ermenanda sermayeya wan bi navê Dewleta Alaman rolekî aktîv lehîst. Dema Împaratorê Osmanî Axa Felastînî nedifirot Cihuyan, wî îndîrekt binê fermana mirîna Dewleta Osmanî jî mordikir. Revebirê Kongreya Cihuyan Dr. Herzel dest vala şunda dizivirîya feqet ew û hevalên wî her tim pey armanca xwe diman. Ji ber vê bona wan pewîstbu ku Dewleta Osmanî belavbe û bona damezrandna Îsraîle gava yêkhem bete avitin. Fransa û Îngilîzîstanê dixwestin axa Dewleta Osmanî bigirin bin kontrola xwe û parvabikin. Wan heta merhalekê Dewleta Îtalîyayê jî girtin lay xwe. Zikdêşana Dêra Vatîkanê ew bu ku; Peytexta Dera Ortodoksan ya Stanbolê (Kostantînapolê) otorîteya xwe wanda bike û temamîya Dinya Xaçparêzan bikeve bin kontrola wan ji ber vê damezrandina Dara Kemalîstan, li ser Trakya, Anatolîa û Kurdistanê, run nanê wanra dikir.

Kemalîstan bona damezrandina dara xwe dijî gelên Kurdistan, Anatolîa û Trakyayê li gel Fransa û Îngilîzîstanê hevkarî avakirin. Gor planên wan û Vatîkanê, gor planên Sermayêya Cihuyan axa Dewleta Osmanî dan parvakirin. Serê Dinya Îslamê gor van planan hate perçiqandin, Peytexta Dera Ortadoksan ya Stenbolê ji ber vê hate sicinkirin. Wan heta damezrandina dara xwe serokên Oldarên Îslamê yên wekû Şex Ehmed Eş-Şerîf Es-Sunûsî jî xapandin. Ew bi xwe endamekî aktîv ya Tarîqata Sunusîyan bu. Tarîqata Sunûsîyan gor zanîna min di bin tesîra Rahmanên Abdulqadir Geylanîyê Kurd hatibu damezrandin û temamîya Efrîkaya Bakur aktîv bu. Ji ber vê Oladarê Zana Şex Ehmed Eş-Şerîf Es-Sunûsî, dihat xapandin û alîyê Kemalîstan va rêyî Kurdistanê dibu. Wî bona alîxistina Kurdan, Ahmedê, Rihayê, Merdîn û Musilê cîvînên mezin rêdixistin.Wî bawerdikir ku; Kemalîst Dewleta Osmanî û Serê Dinya Îslamê diparêzin. Dema çavên wî webun, wî solixa yêkhem Şamê (Dilmeşkê), ya duem jî Hîcazê girt. Ew li gel gelek revebirên nav û deng yê Efrîka Bakur bi derdê Kemalîstan mir.

Di sala 1831 da Dewleta Fransayê destpêkî dagerkirina Cezayîrê kir. Wan heta sala 1840 temamîya Welatê Cezayîrê girtin bin kontrola xwe û dagerkirin. Heta sala 1870, 580 hezar Ewropayî alîyê Dewleta Fransayê va li vir hatin cîwarkirin. Baştirîn ax ji Cezaîrîyan bi zorê hatê girtin û mabeyana Ewropayan da hate belavkirin. Metoda wan pirimîtîv bu, daxawa serdigirt: Xwudanê erdê tapu û koçan dihatin xwestin, berku destê wan da tiştekî wusa tunebu, ax ji bav û kalên wan bi vî şiklî wanra mabu. Li ber dagirkerên Fransiz bê garij dibun û axa wan ji destên wan dihat girtin. Fransizîyan digotin dema axa teye tapu koçanên xwe bînê û îspatke, destê piranîya gelê Cezayîrê da tapu koçan tunebun û vî şiklî dagirkerên Fransiz bi xwe ra rê vedikirin. Dema Fransayê Împaratorî bi şorişê tekdiçu û Komara Fransayê dihat damezrandin, mixabin alîyê dagirkerîyê va zede gorîn pêknedihatin.

Berku Fransayê her alîva destdabu ser gelê Cezayîrê. Berxwedanên mezin darketin. Li paş şerê alemê yê duem leşkerê Fransayê li Setîf und Guelmayê komkujîyên mezin darxistin. Di sala 1954 da din bin pêşvigarîya Ahmed Ben Bella, Bereyê Netewî yê Rizgarbunê (Front de Libération Nationale) hate damezrandin. Di nava heyşt salanda, 1962 bi Peymana Evîanê, Cezayîr gîhîşt azadîya xwe û Dewleta Serbixwe ya Cezayîrê hate damezrandin. Di şerê Azadîyê yê Cezayîrêda sed hezaran Cezayîrî bi çavsorî hatin kuştin. Di vî katî da Dara Sektora Kemalîstên Selanîkî, tilîya xwe nelivandin û dijî Fransayê yêk peyv negotin. Ew dijî Ermen û Kurdan bi tarteleyê pêşva çubun, Fransiz ji dijî Cezayîrîyan bi tarteleyê pêşva diçun. Wan tartelanda mîrovetî dihat kuştin. Dewleta Tirk bêdeng dima berku ew bi keda Dewleta Fransayê hatibun avakirin û wan li ser daxwezîyên, Dewleta Îngilîz, Fransiz, Alaman û Sermayêya Cihuyan, Serê Dinya Îslamê perçiqandibun. Ji ber vê damezrandina Dewleta Serbixwe ya Cezayîrî di çavên wan da dibu mertalek û li wan dibu qurdeşan. Dema bona Mafê Carenus yê Cazayîrê di Organîzasyona Yekitîya Netewan da dengdan dibu, Komara Tirk bi dengê xwe, bêdeng dima û pişgirîya Gelê Cezayîrê nedikir, wan pişgirîya dagirkerên Fransiz dikir. Cezayîrî li ber vê rewşê diketin nava şokekê û fahmnedikirin ku, dewletik Gelê Îslam çawa dikare ewqas bê ruhmet be!

Berku îro Parlementoya Fransayê tarteleya Ermenan di resmîyetê da naskir. Serokvezîrê Komara Tirk, Recep Tayîp Erdoğan bi deng bilind behsa komkujîya Fransizan kir. Hîna teze aqil hat serê wan ku; Fransayê di katî xwe da dijî Cezayîrîyan komkujîyêk darxistîyê. Brayê Tayîp ma te got me jî bawerî te kir! Ne wusa? Bersiva mezin alîyê Serokvezîrê Cezayîrê Ahmed Uyahyava hate dayîn. “Bila dostên me yê Tirkîya li ser dagirkerina Cezayîrê bezirganîyê nekin!” Kak Recep Tayîp Erdoğan, te bersiva xwe girt. Cîhyê xwe runê! Qweta te jî nikare zede Komara Dagirker ya Tirk bide jîyan, berku ew li ser neheqiyê û tunekirina Kurdan hatîyê avakirin. Dara we jî bete ruxan...........

şar Norşîn

07.01.2012

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.