بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 5 January 2012

Mesûd Barzanî li Facebooka xwede li Ser du Mijaran Nerîna Kurdistanîyan Dixwaze(Gelo bê Sansûr dibe ev?)

[17:31] 12/Jan/04 http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?nID=261833

http://www.peyamner.com/ImageHandler.ashx?image=C:%5CInetpub%5Cvhosts%5Cpeyamner.com%5Chttpdocs%5Cfilesbank%5Cnews%5Cfullsize%5C4120121733431.jpg&MaxWidth=310&MaxHeight=220Hewlêr – (PNA) – Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bareya dû mijaran de daxwaza ray û nerîna Kurdistanîyan dike. Mesûd Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî ya internetî ya Facebook´ê di bareya dû mijarên girîng de yên peywendîdar bi bûyerên Badînan û opozisiyonê ve daxwaz ji Kurdistanîyan dike ku nerînên xwe pêşkêş bikin.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro roja çarşembîyê bi rêya rûpela taybetî ya xwe ya li ser Facebookê, du mijar xistiye pêşberê hevwelatîyan û daxwaz ji wan kiriye da ku nerînên xwe di bareya evan herdu mijaran de jê re binivîsin û pêşkêşî wî bikin.

Mesûd Barzanî li ser rûpela xwe ya Faceboojê bi evî awayî nivîsîye: ´´xwûşk û birayên rêzdar, ez hez dikim nerîna we li ser herdu mijaên xwarê bizanim:
1-Biryara opozisiyona Kurdistanê ya bo beşdarînekirin di kombûna pênc qolî de
2-Encamên herî dawî yên komîteya lêkolînê li ser bûyerên Zaxo.´´
Hêjayî gotinê ye, ku roja 31/12/2011 hersê alîyên opozisiyonê (Bizava Gorran, Yekgirtû û Komel) di kombûna serkirdeyên partîyên xwe de daxwaz kirin, ku berî encamdana her kombûneka pênc qolî, biryarên serokê herêmê yên bo encamdana reforman bihên cîbicîkirin, herwiha biryar jî dan, ku niha beşdarîyê di hukûmeta nû de nekin.´´
Herwiha li 25/11/2011 komîteya lêkolînê ya li ser bûyerên devera Badînan, encamên lêkolînên xwe belav kir, ku tê de hatibû dîyarkirin, ku ji alîyê hinek malper, kanalên ragihandinê û hinek kesên ser bi Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê ve li deverê handan hebûye.
Herwiha hatibû xûyakirin, ku kêmxemî ji alîyê rêvebirîya deverê ve dîyar e û hinek endam û alîgirên Partîya Demokrata Kurdistanê yên li deverê jî di ewan bûyeran de bi berpirs û kêmxem dabû naskirin. Herwiha hatibû ragiahndin, ku kêmxemîya rêvebirî û ewleyî li deverê bo kontrolkirina rewşê hebûye. S.K
(http://www.facebook.com/masoud.barzani/posts/305533779490900)

Îsmaîl Girikî

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî silav û rêz

Kesek xwe weko landika demokratî û fire azadiyê bide nîşandin, çima tehemula fikrekî din ya cida nake Serok Barzanî?

Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî bi dileki berfirek di Malpera xwede du pirsa ji Gelê Kurd dike û min jî ew pirsan bersivdaye .Dihî min ev nivîsa jêr weko dîtina xwe lijêr rista nivîsên bersivdayina cenabê te dayîbu, lê mixabin We ew nivîs tehemul nekir û sansurkir. Gelo Demokrasi û fikra azad eveye yaku hon dibînin?

Barzanî dibêje: “Ez dixwazim nêrîna we derbarê van herdu mijaran de bizanim. Ya yekemîn; biryara opozisyona Kurdistanê ya di beşdarbûna civînên pênc alî de û ya duwemîn jî; piştî encamên lijneya lêkolînê ya derbarê bûyerên li Zaxoyê de.”

Bi gori wî rismê ku min seyrêkirî; “PDK û Polisên PDk û Parastina PDK ( ez nizanim pêwîste bêjim îdara hukumetê yanjî na..?) divî şewitandina Zaxoda tawanbarê yekemine.”

Min di malpera wede ditku we daxwaza rapirsinekê liser du xalan ji gelê xwe kirîye. Ez jî kesek ji wî gelî dixwazim dîtinên xwe ji weyê rêzdarre bêşkêş bikim hêvîdarim hon bi rengekî cuda bîbînin.

1- Zaxo Kurdistan

Min şawitandina Zaxi seyrêkir ez pê gelik êşam. Dema Dukêla şawitandina Zaxo dixwest pêla xwe ser ALA Kurdistan bêxe, Ala Kurdistanê jî pêlên xwe bilindtir liser serê Zaxo û Kurdistan zêdetir bilind dikir.
Bi hezaran xelkê Zaxo di kolanên Zaxoda bi tevran, merkan, hêsinan hecku biçin dawetê welê berên xwe didan Dikanên Ku wan dixwestin bişawitînin bi riheti rêçûna xwe dikirin. ( Serok Barzanî ev wêne bi çavên xwejî muhakek ditîye).

Gelo Polisên Zaxo, Parastina Zaxo û Pêşmergeyên li Zaxo li kuderêbun Berevanî ji vê karesatê nekirin?
Kes bila rastiyan neveşêrên û “ nebêjin xemsariji layên îdarêve çêbuye”. Ev ne xemsaribu belku direkt piştevanî û geşkirina agrî bu yaku Pêşmerge,polis û Parastin ev rêye nedan girtin.

2- Ez livêderê siyaseta Yekgirtu naparêzim. Lê ez cavên xwe bu siyasta ku PDK û îdara PDk dikit jî naxwazim bigirim. Endam licneyên PDK her yek xwe weko mereşalan dizanin. Îdarekirin ji wanre weko mesleheta şexsî dizanin. Min ev kare 1999 de li Zaxo li Lekê PDK û Keymukamyetê jî bi çavên xwe dît û îhtîraz jî kirîbu. Daxwiyaniya serokê komisyona lêkolîna Zaxo dijê hukukêye.

Serokê komîsyona lêkolina Zaxo ne dadgehe û merecea herî bilind ya dadêye ku bêje „ tukesê mafê wî nîne bêje bila komisyoneki din bêt e avakirin bo lêkolîna Zaxo.“ Ev dîtina wî xelete. Divê heta rastî bête dabînkirin ew buyer nepenî nemîne.

3- Kesên bi sîleh Baregayê Yekgirtu bi destên xwe agir berdidanê û kes jî li wêderê nebuku berevaniyê ji nesutandinê bike. Jiberku gruba li ber derê Miqerê yekgirtu gelik jiwan bi cilên leşkeribun. Ev dokomente jî Yekgirtu daweşandin.
Serok Barzanî dema we Daxwiyanî roja sêyeminde dayî gotibu ku destên derekî(bêhna) lipişt vî karî heye. Gelo Madem destê derekî bu; gelo Parastin û kar û erkên wê çibun, çima ev nezanî?
Bajarekê ku dilxwede sedê sed Partî Barzanî çawa dibeku destên derekî û partiyeki din ev ka hêsanî girseya Parti bibe ser fikra xwe û Zaxo têkbide?

Bo va kiryarên Zaxo Ji dihokêjî dibêjin Kontrol ji des^te me derket! Ev biserêxwe pêkenoke. Bawerbike Barzanî ev buçune tu rastiyek bu nine. Artêşa Kurdistan ya yekê li Dihukêye gelo bi dehan hezar pêsmerge, polis, lesker û ser hemiyan rejî Parstin? Ya baş eweku Rêzdar Barzanî hon kiyadiya li Dihukê û Zaxo her kesekê bo daxwaza eşîra xwe kesayetiya xwe û her sebebekbe destê wan têde neku liser kar rakî, belku ihrac bête kirin. Jiberku Ev karesata li Zaxo direk dijê rêbaza Mele Mistefa Barzani hatiye kirin. Zarokên wan kesanbun ewên Cenabê te li Zaxo bi wanre civîna cemaweri de amadebuy.

CİVÎNÊN 5 Layan

Opozisyona Kurdistanê bi karên xweyên opozisyonê bi çewtî û nezanîn hereketê dikin. Qiyadiyên wan her yek xwe weko zanistvanên Mezin yên îdarekirina dewletan dizanin. Ev bi serên xwe çewtiya opozisyonê dide nîşandin.
Ji Opozisyonê weye her karên Hukumet bike şaşe û xelete. Li welatên pêşketî û demokrat opozisyon ne eve yaku îro hersê baskên ji xwere dibêjin opozisyon dikin.

Hukumeta Kurdistan îro bi dengên gelê Kurdistan hatiye ser desthilatê û meşruye, hîç pêwîstî bi dan û standina wan nake ligel opozisyonê. Piştî çar salan bila biçin ser sindokan û gelê Kurd dengên xwe da kê bila ew hukumetê avabike/in û îdara Kurdastan bajon.

Lê eger hindek dibin navê opozisyonê de û Hindek welatên diktator yên Erban bikin nimone ji xwere, ev ne karê opozisyonêye, belku tiştekê ji erkên opozisyoniyê jî nizanin. Belê hêjî xişîmiya wan heye dinav karbidestêde jî.Lê herdem despêka karan û pêkanîna karan û avakirina xaniyan kêmasî û şaşî jî çêdibin.
Serketin her bo gelê Kurd û siyaseta rast û dadweriye
Îsmaîl Girikî
4.1.2012

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.