بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 18 December 2011

Li Zaxo Rêbaza Mistefa Barzanî hate binpêkirin!!

Serokê Partiya Demokrata Kurdistan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 5.11 2011 bidaxwiyaniyekî nivîskî û taybet ji bo endamên PDK- “neyarên Kurdistanê holê dizanin ku heger derbekê li PDK bidin dê bikarin planên xwe yên li dijî Kurdistanê jî bi biser bêxên,lê belê hêvî ji Xwadayê mezin ew bi ser nakevin” got.

Belê PDK di buyera Zaxoda derbekî mezin û dîrokî li xwe da. 1999 Ez Li Keymukamyata Zaxo bum Mêhvan. Bîroya Sekreterê Keymukam Kesekî Kevne Komunistekî rêvedibir . Ez , dê çim nik Keymukam. Biraderê F.Etruşîbu eyni demide. Di wî demede daîra Sekreterê Keymukamde ez jî weko xelkên Zaxo yên ku mêhvanin runiştîme û çayê vedixwin.

Her bêhnekê Zelamekî Pîremêr dengê xwe derdixist; “Ma hon heqê kêloyekî şekir yanjî ça nadin min ez biçim zarokên min li Mal hêviya min”! Ev ne carekê çend caran dobaredikir. Min berê xwe da dorûberên xwe liser koltuxan PDK lî runştine û wên çayê vedixwin li gel Sekreterê Keymukam. Lê kes bê amadeye bersiva vî Pîremêri bindin yanjî çareyekê ji daxwaza wire bibînin. Ez hindî mam hêvyê ku Sekreter tiştekê jêre bêje negot, nejî civata wî.

Min pirs jêkir; Mamo Ez dikarim pirsê ji cenabê te bikim daxwaze te çiye?

-Pîremêr; Mamo ez hatime vêderê Min got belki Keymukam hekê kêloyekî şekir yanjî ça bidin min. Ne kes ligel min taxivin nejî tiştekê têxindestê minde. Parti harikariya min kirîba başdibu“ got.

Min jî gotê, Mamo çika pere ji tere lazime wî got hinde(….) . Min rabî peredanê .
-Pîremêrî got, Min mamao ez dixwazim Parti(PDK) paran bide min.

Min gotê, Mamo ev parên ez didim te parên partîne kerembike bigire û tu serçavan hatî.

Belê ew parên min dayinê neyên Partîbu , lê min ew bo carekê jibe li daîra ku dibin desthilata PDKde razîkir û bi dilxweş çûnav zarokên xwede.

Ev dîaloga min û Mamê kesên Li dora Sekreterê Keymokam runiştin bes guhên wan li min û Pîremêribun. Sekreterê Keymukam pê diltengbu ku min ew feqîre razî kirî; “Ma ev ne cara yekêye belko deh weki wî tên paran ji me dixwazin”got.

Liser mesela Avê Jinekî da deride û ji pîyave ma. Bawerbikin kesekê ne gotê kerembike rune. Ez rabîm ser xwe min got Xalet kerembike rûnexarê. Sekreter dîsa diltengbu . Jina Extiyar dixwest bizane ka hevjînê wê çilêkirîne.

Lê Keymukamyeta dibindestên Partîde hingê ne amadebu ku bêje wê jinê; hevjîne te bo filane tiştî me wê anî vêdê. Ku mafê wê Jinê hebuku bes bizane ka çi bi serê Hevjînê hatiye. Lê bê umîd ji wêderê derket…

Min ev kiryare û têkiliyên îdarî tehemul nekir û bi rengekî Hişk û ne îdareyî zanî“ û pirskir; Gelo Kurdayetî holêye? Îdare kirin û rêvebirina civakê holêye? Dan û standina dinavbera desthilat-îdare û Miletîde bi vî reng û şêweyîye? Mistefa Barzanî dema dest bi Kurdayetî û têkoşîna azadiyê kirî ehlaqê jiyanê jî darêşt nav gelê Kurde. Ez dibînim ev karkirin û têkiliyên ku hon bi civatêre dikin ne ew siyasete, yaku Mistefa Barzanî bo gelê Kurd dixwast pêkbîne.

Sekreterê Keymukam rabî ser piyan û dijê van gotinên min rawesta. Min ho dît deh Pêşmerge ku cilên Leşkeran liber wanbun pasewanên Keymukam daketin Oda sekreterê Keymukam. Lê min gotina xwe berdewam kir dema wan pasewana gohdarî kir hêdîka xwe ji odê danpaş û çûn cihên xwe dîsa rawestan. Ez çûm nik Keymukam min gotê bawerdikim cenabê we agahdarbu ji dengê me. Got belê. Min çêrok jêregot, lê ew jî heçku ne kaymukam û îdarekarê Bajarekî biçûk yê Kurdistan, belku endamê serkirdeya PDK û miaşêxwer bistîne welê temaşeyê rewşê dikir.

Ev dilopekî ji çawa îdarekirina îdarên resmî ligel Xelkê dilbikul û cangorî û fedakarbu min livêderê xistî ber çavê xwendevanan. Gelo Miqerên Partî çawabun rewşa ez serpêhatiyekî ji wêjî livêderê dixwazim bînim ziman.

Leqê Partî yê li Zaxo1999 hewşekî bi çîmen û mezela runştinê jî wekî Koçka Axa eşîrekê mezinbu. Yani cihê 30-40 kesan bo runiştinê hebu. Min bi çavên xwe dît ku Mesûlê Leqê erd liber Cada giştî li Geliyê Zaxo ji hinanre dida ,lê ji hinare heramdikir. Mindit ku Kesên Bazirganiya çêlek, pez û Biznî dikirin dinav çiyayên Kurdistanê re dema bînin û bibin para didin kê û nadinkê dît.

Min tehemula vê jî nekir ji Mesûlê Leqê PDK pirsî(Kesekî Kuçerbu), ez neji ber kêmsî belku bêt zanîn vî navî dibêjim), Gelo Kaka ma îdarekirin û têkiliyên bi civakêre Mistefa Barzanî hon holê fêrkirîne? Bêbaza Partiya Barzanî û çawabun ligel çaya. Eger mesulyet evebit, ez vê ne serketî û mesliyet dizanim. Bi rastî ev karên ez dibim şahid zererekî mezine bo Navê PDK û bi teybetî Mistefa Barzanî.

Besûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistan 3.12.2011de, „Mixabin piştî nîvroya roja înê 2.12.2011 bi handana çend mamostayekî olî hejmareka gencan bi çend kiryarên têkderane rabûn û bûn sebeba dirustkirina aloziyê li nav bajarê Zaxoyê û êrîşî hinek cihên turîstîk kirine, bi taybetî cihên ko ser bi birayên mesîhî û êzîdiyaninko ev kar li gor bernameyekê hatibe kirin ko berê hatiye dariştin û piştî vê aloziyê jî dîsa mixabin hejmarek ji xelkê wekî reaksiyon li hemberî êrîşê hinek ofîsên Yekgirtoyê kirine ko ev jî bi heman awayî karekî nerewa ye. Hêzên navxwe hewlekî zêde dane bo ko kontrola alozî û êrîşê bikin lê belê nekarîn, ji bo wê yekê ez şermezariya van hemî kiryarên nemirovane û neyasayiyane dikim. min biryar da ko komîteyeka taybet ji bo lêkolînê pêkbînin û tedbîrên yasayî beramber wan kesên ko bi van tawanan rabûne wergirin û dê bi tundtirîn awayî jî bên siza dan“.

3.12.2011wekô Rûdaw ragihandiye : Rêveberê Ewqafê yê li Zaxo, Hacî Semyan got bûyera ku duhî li Zaxoyê qewmiye ne ji ber gotinên melayê mizgeftê bû çimko wî melayî tinê behsa xirabiyên alkolê û masajê kiriye û ji kesî re negotiye herin dikanan bişewitînin.

Mixabin hinek dezgehên ragihandinê bûyerên ku li Zaxoyê rûdayîn dixin stoyê mamostayên olî/dînî. Lê em bi dijwarî red dikin ku ti peywendiya van êrişan bi gotara melayê mizgeftê ve nîne. Wî mamostayî tenê behsa xirabiya cûreyên firotina meşrûbê û zêdebûna navendên masajê kiriye”.

Rêzdar Mesûd Barzanî hayê wî ji nava Partiyê ez bawerdikim gelik kême, yanjî bi siketî û şaşî rayedarên Partî wî agahdardikin karkirina xebata partiyê. Ev dinava jiyana Partiyekî siyasîde dema rûbide dibe sebeba têkçûn û paşxistina siyasî.. Civak jê sardibe, piştgiriya wê kêmdibe. Bawerî namîne û netîcên weki ya Zaxo jî rûdidin!

Min Despêka kiryara li Zaxo çêbuyî ji mesulên herêmîre gotibu, Mereşalên-çawuş. Leqê Zaxode Minafiza Eşîra rikeberiyeki mezin heye. Partî jî yanî desthilata dereca êkêde naxwazit hindek caran destê xwe bêxe navde. Lê kesekî 60 Salibejî dê bêjit her ezim û dîsa jî bila ezbim. Hukukê dinav rêbaza PDK de liser endamên xwe tu caran nehatiye bi karanîn. Belku kê çigot ew buye rêbaza kanuni. Ev dibe desthilatiya hişk yanjî dibe hukukmendî gelo? Belê Madem em di nav serdemên teknolojiya serdem de dijîn û hukuk buye navdewletî, wî demî gelo PDK bigorî rêbaza xwe divê tevbigerêt yanjî bi gorî kesên berê Bassi bun îrojî buna dolar xwer?

Dema PDK/Serokatiya wê ev rastiye danî ber çavên xwe û hur û kîr, bi Kurdî ev doz girte destê xwe; wîdemî ew Bassiyên demance liser kêleka xwe girê didan fors liser xelkê dikirin li Kolanên Zaxo, Dihok û Hewlêr û Silêmanî de piyase dikirn; îro jî bibin xwedî biryara ne yasayî û ne desturiya partiyê dê ev karesatan gelik carên li ser PDK de bên.

Sekreterê PDK Fazil Miranî9.12.2011 bo Zagros axaft û bi dijwarî rexne li daxuyaniyên berpirsên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê girt û got; kadroyên Yekgirtiyê beşdarî rûdanên Zaxoyê bûne û “PDK jî wek Yekgirtiyê di rûdanên Behdînanê de zerermend bûye û PDK wek wan birîndar bû û em nerehet in.”

Hayo heyran ev gotinan zarok pê dikenin. Çiye tu jî wekî Yekgirtu Zerezmendbuyi? Bêguman Tu ne weko Partiya Yekgirtu belku weki Partiyekî serekî û xwedî desthilatdar û herweha li wê herêmêjî hemo dezgeh didestên Partîdeye. Ser van dezgehanre tu bêjî “em jî weko yekgirtu” zerermendin jiderveyê rastiya, kenê mirov pêtê. Belê Xwidanê desthilat û herêmjî didestên Partîde Nexasim Partiyekî ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanêde buye remza jiyanê Zerermendu, îtibara wê hate şkandin, derbek li xwe bi xweda Fazil miranî divê vê bêjit.
Ew civaka ku daketin kolanên Zaxo heta giheştîn ber deriyên Dikan û Mesajan û destbi şawitandinê kirîn. Lê tê bêjî di zaxode ne polisek û nejî Hêzên Pêşmeran nine! Ev ne cihê baweriyêye. Çawa dibe cemawer radibe dikeve kolan û bi hezaran polisek pênahesê?

Çawa bi hezaran kes di destên wande merbêl û aletên kirapkirinê heyin, bi dilekî dawetkarî berbi cihên şawitandinê diçin asayiş pênahese?

Çawa Paratsina Kurdistan madem ev, pêşiyê bername bu hatiye darêtin(?) pênahese û bê agahdare?

Kî çi bêje bila bêje ev saafa vê kiryarê direkt liser stuyê PDK/Aysayiş û Paratsina Kurdisan ez dibînim. (Hukunet dinava qewsêdeye).

Eger Mesûd Barzanî bixwaze rêbaza Kurdayetiya Mistefa Barzanî berdewambe di nava Partiya Demokrata Kurdistabnê de, divê baş bizane ku dinava Partiya wîde „Bessiyên sakitbuyin „ xwe dikin dozgerên giştî û înfaza rêbazperwerên Barzanî“dikin û ji rêbazê wan kes aliyan didin paş“ û wan dikin dijberên partiyê bizane?

Tiştê Ecêp Ewe ku heta îro ne min û nejî di çapemeniya Hukumeta Kurdistan û çapemeniya dilxwede dibêjin em serbixwene derbarê şawitandina Zaxoda, ^Nûçeyel derneketiye ku Dozgeriya Zaxo yanî Dozgeriya Dihok ya Giştî gişti buyer xistibe destên xwe û liser lêkolinê bike?

Ma ev Kurdistan li kîjan kujê dinyayê dijî? Çima dozgeri ev kiryara şawitandinê li Bajarê Zaxo, Dihok, Sêmêl û Zawîte negirte destê xwe û lêkolîn liser heta îro nekiriye?
Îsmaîl Girikî
14.12.1011

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.