Rojên dawîyêda min him nava komên Kurdan him jî li ser rupelên înternetê û nava medîya Kurdan li ser Kudî zanînê û nezanînê gelek tiştên balkeş dozîtin. Gelek bîranînên min ji binê behrê kehlîn û hatin jor, bawerkin min ew buyer zuda bîrkiribun, çawa hatin bîramin û çawa li paş çîyayê qafê carek din derketin û hatin ba min nizanim. Hinekan digot, Kurd bun jî Kurdî zanînê destpêdike, yen Kurdî nizanin ne Kurdin, dibeku riçala wan da Kurditî hebe feqet ew bi xwe ne Kurdin. Gor wan pewîstbu mîrov xwedî riçala kurdîtîyê be û Kurdî bizane. Min salan berîpêş carekê gwih dabu Dr. Kemal Fuad, Kemal xwe karmendê Yekitî Niştîmanî Kurdistan bu, ew xwe „ronakbir“ û funktsîyonerê wan bu, li paş raperînê li Ewropa zivirî hat Kurdistan li ser postên mihûm runişt, wî jî sedarsed ne bi kelîmeyên jor, bi şîvekî din ew nazarîya jor diparazt, wî dema gotara xwe dida û rewşembirên Kurd dînî serê zman, mîrovên weku Yilmaz Güney Kurd nedidît, hevalekî bi hers dixwest wî dengbilind protesto bike, mê rica, serra û berra gerîn nehişt ew protesta dengbilind cîh be, bi vî şiklî ronakbirê meyî mezin, fonksîyonerê Kurd Dr. Kemal gotara xwe dawî kir. Hevaleki dixwest wî protesto bike, digotê: „bawerim va kabra kurdeyetîyê bi xwe û derdora Silemanî va dibînî, mîrovekî regîonale, weku beqê bawer dike ku; dinya devê bîreyê.
Pehlevanekî digot: Kurd bun, bi Kirmanckî, Kurmancî, Soranî û Hewremî zanîne dibî, eger yek wan hemu zaravayan nizanî bila nebejî ez Kurdim. Gor pehlevanê me pewîst bu mîrov him rîçalla xwe Kurd buya him jî hemû zaravayên Kurdî yê mezin bizanîya. Kurdekî me yê Kurdistana Sor a kewnd digotê, berku mîrov bêjê ez Kurdim, pewîste him Kurdî bizanê, himjî hemû alfabeyên ku Kurdî hatîye nîvîsandin, bikaribe bixwîne. Be zanîna alfabaya kîrîli, latîni, erebî û mixî, bla kesek nebejî ez Kurdî dizanim Mintiqa Soran dema me Kirmancki an Kurmancî diaxfîya, mixabin zmanê me alîyê hinekanva weku Kurdî nedihat qebulkirin. Bi pirsa, kaka Tu Kurdî nizanî? Em dihatin bezarkirin. Li Bakur Kurdî zanîn bi Kurmancî zanînê va yêk tê girtin, ka mecburîyeta hevalên Kirmanc bona Kurmancî hebe. Davut Kurun demek kwirt berîpêş ew problem anî serê zman. Wî dipirs û bi heqî digot, heta naha hevalê Kirmanc ferî Kurmancî bun, yen ku Kurmancî dizanîyan bona ferbuna Kirmancîyê tiştek nekirin. Davut Kurun ji erdê heta ezmîn heqê xwe hebu. Gelekan rexnebuna „Zaza“ bunê dikirin, feqet xwe amade nebun bona ferbuna du kelîmeyên Kirmanckî.
Min jiayana xweda gelek mîrov naskirin û dîtin Kurdî nedizanîyan feqet bona rizgarbuna Kurdistan seranserîberanberî tekoşîn didan û bona Kurdistan xwe feda dikirin. Heta naha hezaran xort û dotên Kurd çun bona rizgarîya Kurdistanê di nava refên PKK da jîyana xwe dest dan, çendî ji wan Kurdî dizanîya? Kamuran Înan û Hüseyîn Çelik me baştirîn Kurdî dizanin, wan heta naha bona Kurdistan çi kir. Zîya Gökalp, Abdulah Cevdet jî Kurdî dizanîyan, Kînyas Kartalê me jî Kurdîyek xwas dizanîya, wî bonna Kurdistan çikir? Li vir feqîrên ku katî xweda Saddam Husen ra cahşetî kiribun, cerdewanên ku îro xizmeta Komara Îslamî ya Îranê û Komara Tirkîyê dane naxwezim bînim serê zman. Kurdî zanîn û xizmeta Kurdistanê da nebun pozberîyek gelek mezine. Mîrovên wusa jîyana xweda tu car rehet ninin, her tim di nava serhevbunbinhevbunên mezinda dijin, bi kwirtî nava depresîyonên mezin da dijin.
Di di vê merhalê da bona Kurdan, xizmeta Kurdistanê da buyîn mûhîme. Taybetî Kurdên Bakur, qurna (sedsala) rabirdî ji dest xwe filitandin, berku Kurdî di nava Komara Tirkiyê da qedexe bu. Tirk ewe sed salin bona „Tirkîya Modern“ xebat dikin, Alaman, Fransîz û Îngîliz ewe du qurnene bona zmanê xwe xebatên mezin kirine. Heta naha gîhîştine vê merhalê, Kurdî gor; ji dest filitandina sedsala rabirdî, dîsajî zmaneki serketîyê, xwirte, berdên wê yê mezin cîhyê xwene bi xebatek piçuk dikarî gelek zmanên modern yê pêşketî bigrê bin sîyah xwe, berku Kurdî ne salên dawîyê da, hezaran sal berîpêş gîhîştîyê forma û rêzmana xwe. Dema Dewleta Îsrael dihat damezrandin, Îbranîya îronî, hun bêjin Îbranîya modern nezîki pencî kesî dizanîya, îro li Îsraîle, Îbranîya modern zamanê fermî yê dewleteyê û kem kes hene ku bi vî zmanî nikarin bişteqilin û binîvîsînin.
Be guman zanîna Kirmanckî, Kurmancî Soranî û Hewremî serketinek mezine, çendî vana zanîn jî başe, tiştê herî baş di xizmeta Kurdistanê da buyîne, serxwebun û yekitîya Kurdistanê xwestinê, ji dil bona vê armancê jîyanek bi rumet ajotine. Eger hun min bibirsin, ez dibejim, ne tene zmanê mîrovan, zmanê erdê, zamnê dar û bera, zmanê teyr û tura, zmanê hemu heywana jî heye, zmanê avê jî heye, tenya mîrov bikaribe van zmana bizanê, Feqiyê Teyran, zmanê teyra baş dizanîya, min katî xwe da mamosteyek naskiribû komunîkasyona we çîçekara hebu, li lay min ew komunîkasyona xwe îspat kir, we berî avdana wan ji wan yêk bi yêk dipirsiya digotê tu tî buy an na, gor bersive avdida an jî avnedida.
Di jîyana mîrovda gîta herî mezin, dema mîrov ji dayîka xwe dibe, ji plasentayê (hevalzorok) rizgarbun û solix girtine, solixa yêkemîn bi qajînekê dibe, dema ew qajîn gwihyê mîrovda naçe dîyare ku zorak ne zindî hatîye dinyayê. Dura nava jîyanêda tişte herî zor; serbixwe fikirkirine. Mîrovên ku mejuyê xwe nadin xebitandin, çavgirtî pey kesên din diçin, Kurdî ji bizanin tera tiştekî nakin. Ji ber vê min diwem tenya Kurdî zanîn serketîyêk nîne, bi mejuyê xwe serbixwe fikirîn û xizmeta welatê xweda buyîn serketîyêk mezine, qonaxa yekhemîn Kurdistanek Serbixweye, Kurdî ferbun jî vê qonaxara giredayîyê. Heqe tu kesekî tune ku Kurdî zanîna xwe li ser braderên ku Kurdî nizanin bike serhevde……….
Bîşar Norşîn
04.08.2011