KURBEŞKÊN LI NAV ŞOREŞA KURDISTANÊ
Ev çarîna helbesta hozanê nemir a Şoreşa Kurdistanê, ya ku ji hiş û pênûsa kurdperwer a Mamoste Cegerxwîn berhatiye, ya ku bi vê banga watedar dest pê dike, dibêje me:
Lo lo pismamo! Tu çima deng na kî? / Serê xwe carek bilind ra na kî? / Leşkerê dijmin li çiyayê jor in! / Weke xweşmêra ji hev bela na kî?
Ev helbest ji hêla hunermendê dengîxweş ê nemir Aramê Tîgran ve, bi deng û awaz bûye û bi ser guhê me xelkên şoreşger û netewevanên Kurdistanê ketiye.
Gava ku jî her car ev helbest û stran li guhê me ketiye û gava hîna jî li guhê me dikeve, hestên me yên netewevaniyê dirake ber bi ewca herî bilind. Ji ber vê hindê, em pir supaskarê van her du hozan û hunermendên millî ne. Bila rewan û ruhê wan her şad û bextiyar be. Bila di nav xêr û xweşiyan de razên.
Şoreşa Kurdistanê ya rewa û mafdar, î roj rast li gelek kul û keleman hatiye. Yek ji van kul û kelemên herî bi êş û herî xedar ew e ku xirabiya ku kurbeşkên li nav şoreşa Kurdistanê gihandiye şoreşa gelê me ye.
Gelo ev çima û çawa wisa bû? Çima kurbeşk li nav şoreşa me peyda bûn? Çawa van kurbeşkan bi salan serveşartî xebitîn li nav şoreşa vî gelê bindest û berbend?
Bersiva van pirsan li ber çavan e. Heger em hîna jî ne bînin, hingê çi car rizgarbûna me ji bindestiyê nîn e? Heger em kurbeşkên li ber çavên xwe ne bînin, em ên li bin erdê qet na bînin!
Heger em van kurbeşkana destnîşan ne kin û ne bêjin 'va ne ev in!' hingê çi car em erka ser şanê xwe ya li hevber cangoriyên şoreşa Kurdistanê bi cih na hênin! Ev jî ji hezar mirinan xirabtir û nexweştir e.
Kurbeşk ew kesên li nav me ne, ku peyamber û hilgirên doza (vîzyona) mirî ne. Doza daxistin û vemirandina Şoreşa Kurdistanê dikin. Dozgerê (vîzyonerê/xebatkarê) qelp in. Xwe dozger nîşan didan/didin lê di rastiyê de dij bi dozê ne.
Ji çakiya xwe serê xwe carek bilind bikin û li paş û pêş xwe, li der û dora xwe binerin. Kî bûn evna? Kî ne evana? Baş bibînin û binasin!
Van dozgerên qelp bûn ku ne dihiştin van pismam û dotmamên me, van xwuşk û birayên me serê xwe bilindtir rakin û neyaran bişînin nav dojeha nizm a li bin erdê.
Van dozgerên qelp bûn ku ne dihiştin doza Şoreşa Kurdistanê bi ser keve.
Vana di bin navê nivîskariya kurdî de, hozanvaniya kurdî de û serokatiya kurdî de dixebitîn. Me digot qey ew tev ji bo me, ji bo Şoreşa Kurdistanê dilivin. Lê di rastiyê de ew ji bo serxistina tirkbûniyê dixebitîn!
Î roj ji dev û xebata wan bi xwe tev diyar û eşkere bû ku ne ji bo rizgarbûna Kurdistanê lê ji bo serdestiya tirkan pênûs badane, stran gotine û serokatî kirine!?
Hîna jî ew jahriya ku van nivîskar, hozan û serokên qelp li nav me belav kirine, dozgeriya rewa û mafdar a şoreşa me berdewam şîlo û gîro dike. Na hêle ku xort û keçên me yên dilsoz xwe bi Şoreşa Kurdistanê ve girê bidin. Ev jahrî hiş û mejiyê van xortên me dilewitîne û wan bi neyaran ve girê dide.
Aha ev in kar û xebat û lebata herî berbiçav a van Kurbeşkên Li Nav Şoreşa Kurdistanê.
Kurbeşk: Köstebek
Xwîçka hêja, Braderê