بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 5 February 2010

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6330]

Duho (04. 02. 2010), Doza TEVKURDê pêk hat.

Qadiyê dadgehê Îlker Yilmazî û dozger jî Medet Erkaplanî bû.

Sebahaddîn Korkmazî, Sedat Çinarî, Sitki Zîlanî jî wek parêzerên min beşdarî dadgehê bûn.

Di diruşmeya bihurî de ji bona ku werger nehatibû dadgehê, biryar hatibû girtin ku ji Unîversîteya Dîcleyê wergerekî kurdî bê daxwaz kirin. Unîversîteya Dîcleyê ev daxwaza dadgehê pêk anîbû û werger tespît kiribû.

Werger jî beşdarî dozê bibû.

Lê dema dozê dest pê kir, diyar bû, ku qadiyê dadgehê hatiye guhertin. Dema ku qadi dest bi dozê kir, ji parêzerê min Sebahadîn Korkmazî pirsiya ku “mûwekîlê te tirkî dizane û an na.“ Wî jî bersîv da, ku “Mûwekîlê min parêzer e. Tirkî dizane. Lê ew bi xwe nivîskar e û ji bona mafên kurdan bi dehsalan e ku têkoşînê dimeşîne. Ev doza dozeke siyasî heye. Mûwekîlê min ji bona ku asîmîslasyon û qedexeya li ser zimanê kurd protesto bike li dadgehê kurdî qise dike. Ez jî di wê baweriyê sde me, ku mafê wî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî li dadgehê qise bike û parêznameya xwe bi kurdî pêşkêşî dadgehê bike.“

Piştî ev daxuyaniya parêzerê min Sebahadîn Korkmazî, qadiyê dadgehê ji dozger û ji parêzeran hîç nerînek nepirsî, biryar da, ku hewcedarî bi werger tune ye.

Piştî vê biryarê, encama îtiraza parêzerên min, qadi mecbûr bû, ku nerînên dozger û parêzerên min bigre. Parêzerên min, gorî Peymana Lozanê û peymanên navneteweyî û hiquqa navneteweyî û biryarên AÎHME-yê diyar kirin, ku ez xwediyê maf im, ku bi kurdî li dadgehê parêznameya xwe pêşkêş bikim.

Dozger jî, gelek aşkere diyar kir, ku “Wek berê dadgehê biryar daye, ji bona ku mafên kesê dadgeh dibe naye sînorkirin, divê nerînên wî bi reya werger bê girtin.“

Di vê merheleyê de min jî xwest, ku bîrûreyên xwe diyar bikim. Qadiyê dadgehê ji bona, ku min kurdî qise kir, îzin neda min, ku ez qise bikim û parêzerên min jî nerînên min bikin tirkî.

Rast e, ez tirkî dizanim û ez parêzer im. Lê ez dozger û xebatkarekî neteweya kurd im. Ez, ji bona ku gelê min mafên xwe yên kollektîf qezenç bike tevdigerim. Ji bona vê yekê jî, di dadgehê de bi kurdî axeftin, wezîfeyeke min ya însanî û neteweyî ye.

Ji aliyê din de, qadiye dadgehê hîç ji me nepirsiya, dosya ji “kesêzanyar/bilirkişi“ re şand. Ez bi xwe li dijî dezgeha “kesêzanyar“ im. Dîsa ez di wê baweriyê me de ku tu kes û tu dezgeh xwediyê maf nîn e, ku di derheqê fikrê kesekî din de biryar bigre, ku ew fikra tewan e û an ne tewan e. Lewra ev dezgeha li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye jî.

Hezar mixabin qadiyê mehkemeye li dijî daxwaza dozger û parêzerên min biryar girt, ku bi werger nerînên min neyên girtin.

Ev biryara qadiyê dadgehê, beriya her tiştekî, li dijî biryara qadiyê beriya wî bû û li dijî hevbeşiya dadwerî bû.

Ev biryara, di sedsala 21-an de li Tirkiyeyê zihniyeta ne demokratîk; zihniyeta otorîter û faşîzan rasterast derdixe holê.

Ev biryara, li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye.

Vê biryarê careke din derxist holê, ku di zihniyeta otorîter û kemalîst de, di berdewamiya zihniyet û dîktorıya leşkerî de dadgeh xwediyê rolekî mezin in.

Ji bona vê di doza TEVKURDê de “darbeya dadgehî“ pêk hat.

Ev biraya li dijî, pîvanên Yekîtiya Ewrupayê û demokrasyê; biryarên AİHMê ne.

Bi taybetî jî ev biryara nîşan dide, ku Tirkiye ne amade ye, ku bi zimanê kurdî li dezgehên dewletê bê qise kirin û bi zimanê kurdî perwerdeyî ya zarokên kurd pêk bê. Ew jî, zehmetiya çareserkirina “pirsa kurd“ diyar dike.

Ev biryara, bê edaletî û ne weheviyê aşkere dike.

Bi vê biryarê careke din derket holê ku, neteweya tirk serdest û kolonyalîst e; neteweya kurd bindest û kolonî ye.

Baş tê zanîn, dema ku ji aliyê maf û statuya siyasî de, di navbeyna kurd û tirkan de wekhevî pêk nayê, wê demê dewleteke nû ya hevbeş, dewleta kurd-tirkan ava kirin; karektera Meclîs û Hikumeta unîter guhertin ne mimkun e.

([email protected])

Amed, 05. 02. 2010

[/url]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.