بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Bîşar Norşîn on 27 January 2010

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6319]

Di zimanê meda bona qanuna zagon tete gotin. Qurna rabirdîda zedetirîn bejeya „qanun“ hate karanîn. Di dîroka meda zagon cîhekî fireh digirin. Nirx û zagonên ku pîxamber Zerdeşt danîne hîna reya mîrovetîyê ronahî dikin. Reform û şorişên ku Mazdek û Padîşah Kavat di qurna 4-5 da bi zagonan anîne serê ziman, fîlozofên Ewropayî di qurna 19 da anîn serê ziman. Wan bexîlîyek mezin kirin û ketin nava hezaza eurozentrîzmê. Li vir naxwezim rola kewntirîn ol ya Rojhilata Navarest; Êzdîtîyê bîrbikim. Berku armanca vê nîvîsê dîroka zagonan nine, dixwezim gavek piçuk pêşva biçim. Zagon çandî dîroka mîrovatîyê kewndin. Di nava pavojoyda koman nirxên xwe nîvîsandinê xwera kirine zagon. Zagon hene nivîsîne, di nava pirtuka zagonan da hatinê berhevkirin. Gund û bajar gor wan zagonan tên îdarekirin, bac girtin, rêvabirin, gilî û cezadan gor zagonan dibe. Komên pêşkêvtî xwe bi zagonên modern îdaredikin û gor îhtîyac û rewşê xwe digorin. Di komên nepêşkevtî da zogonên nivîsî û nenivîsî bi seranserî hevra diçin, carcara yên nenivîsî yê nivîsi din bin sîha xwe da dêlin. Li van deran, hemu mîrov li ber zagonan yek nayên girtin. Zagon bi taybetî ji bo serdestan, zalim û hovan tên karanîn. Mafê jêrdest, neçar û belengazan nabin.

Rêvabirina komekê bi rast karanîna zogonan va girêdayîye. Kom dikirarê bi zogonên Hamurabî, zagonên Zerdeştîya, zagonên Tewrat û Quranê an jî bi zagonên Îvîçra modern bê îdarekirin. Dikarê wekû Îngilîzîstana îro an jî weku Swedê bete îdarekirin. Rêvabirina esasî bi du tişta va girêdayîye; yek; hemwelatî li ber zagonan yêk tên girtin, du; dewlet bi zagonên xwe rêva dimeşe an carcara zagonên xwe panûpuç dike? Dewletên ku zogonên xwe di bin hemu rewşan da, bê tolerans kartînin û hemwelatîyê xwe li ber zagonan yêk digirin; dikarin dirêj û bê kaos bijin. Li vir hetanê hemû hemwelatîyan yêke. Li ber zogona serdest û jêrdest, jêr û jor tune. Dema dewletik sîstematîkzagonê xwe pan dike û karê xwe gor zagonên nenivîsî peşva dibe; dawîya xwe tîne, berku bîrûbawerîya kesekî ji wê dewletê ra namîne. Sedema tekçuna gelek dewlet û sîstema vayê. Naha li Tirkîyayê dîyare kû dewlet gor zagonên nivîsî îdare nebuye, roj tune pîsîyek dewletê dernekeve ser avê. Di dîroka Komara Tirkîyêda qe tu katekîda ew qas gemarîyên dewletê aşkere nebune. Carek din aşîkar bu ku Sektora Kemalê Selanîkî weku grubek “pehlewan“ dewletê ya xwe dibîne, gor zogonên xwe dixwazê îdare bike. Bo wan giranî û qîmeta dengê gel tune. Hemu organên ku dewletê demokratîk didin dîyarkirin bo wan perde û kirasin, gor îhtiyaca xwe reng, direjî, frehbun û tengîya wan digorin. Gor kefa xwe dimeşin dema parlemento û dengdanê hewce dibînin wan rêdixînin, dema dara leşkerîyê ya şilf dixwezin, parlemento û partîyên ku hene difeşilînin, komele û rêxistinên gel belavdikin, dest didin le ser mal û milkên wan. Ew rasteyetî ji damezrandina Komara Tirkîya heta îro wusa buye. Li paş intixabata dawîye dema partîya Erdoğan zedetirîn deng girtîbu Serokên Sektora Kemalê Selanîkî ketibun nava wesuwesek mezin, wan bi devê nonerên xwe yê nav û deng Onur Öymen analîzek wusa dikirin: “ma hîç wusa dibe, ma hîç giranîya dengekî nezana, kewneperest û dengekî yê ronakbir û alîmdar ( hun van du bejana Kemalîst bixwînin) yek dibe“. Öymen û Xudanê wî mîrovên ku deng dabun Partîya Erdoğan bê qîmet didîtin. Wan ew û dengê wan bê mane didîtin, xencî çend kesan kesekî bersiva wî “kabrayî“ neda, heta ku wî dengbilind Parlemanda Tîrkîyê da qirqirina Dersimê anî serê ziman, ew qirqirin weku mînakek baş da û nuva dawa revaçunek wusa kir.

Dema mîrov diroka Komara Tirkîya ye dide ber çavên xwe; dibîne ku carcara karê komarê bi zagonên nenivîsi hatine kirin. Kuştina Alî Şükrü Bey, kuştinek wusa bu. Kuştina Eşref Bîtlîslî, Turgut Özal û Muhsîn Yazıcıoğlu kuştınên wusa bun. Dîroka Komara Tirkîyê da zagonek din ya nenivîsî ewe kû; mîrovên ku wekû casus tên karanîn, dura bi destên dewletê bi şîwekî tarî tên kuştin. Wan ew adet bi kuştina Topal Osman û Sari Efe Edîp destpêkirin bi kuştina Rayberê Dersimî berdewam kirin. Kuştina Bahtîyar Aydin û Cem Ersever ji kuştinên wusa bun. Di mehên dawîyêda jimara xwekuştinên general û fermandarên Tirk zedebu. Gotina resmî ewe ku; wan xwe xwe kuştîy, heta berî çend sala gel bîrûbawrîya xwe bi gotinên resmî tîna, berku sînora derew û virên Sektora Kemalîstan neman û medya modern derdora wan girt û dest û pê wan girêdan, ew ketin serhevbinhevbunek mezin. Benda wan teqî, av zede jê diçe û kwil her roj mezin dibe, qe tu quwetik nikarê we qwilê bigire, bend biteqê û kirinên wanî gemar zedetirîn aşîkar bibin. Bona reorganîzekirinek nu taqeta kesî têra vî tiştî neke. Teqeta AKP ê jî terê neke, naha mîrovên weku Mustafa Sarigül bona diwarojê amadedikin, ew jî nikarin vê sîstemê ji ruxwendinê rizgar bikin. Bona dara xwe, xwe amade bikin rojên Soktora Kemalê Selanîki hemcirîne. Rojên ber me kirinên gemar yên Kemalistan li Trakya, Anatolia û Kurdistan zedetirîn derkevin ser avê. Taybeti pîlên wan yên Kurdistanê heta naha zede pasnebibun. Liberhevderketina Kemalîstan û Gruba Erdoğan wan pîlan jî pasbike û ruyê wan yê qîrej derxîne holê.

Gor Zagonên nenivîsî yên Sektora Kemalê Selanîkî pevîste sergerde û kuştdarên wan yên hosta yek bi yek holê bên rakirin, binkevirkirin, jahrîkirin, qezayên erebe, helîkopter û balafiran hevîya wanin, krîz û xwe kuştin hevîya wane.. Yêk tişt dikarê wan azad bike û garantîya jîyana wan bide: ew teslîmî medya bibin û kirinên xwe aşîkar bêjin, wekî din qe tu quwetek nikarê wan bibarêze. Çan hozanê mezin gotubû “ ferman hatibu dayîn bê çare ewê batana kuştin“. Erê berkû Kemalîst naxwezin ruyê wan pasbî, ew bê tirs û bervaçun wan bikujin. Binerin beyanî dora ke be?

Ya wan ji hevbî!!

Bîşar Norşîn

24.01.2010

[/url]

Hêja Norshîn, Zagon ji zimanê Rûsan hatiye bal me. Belê bi Rûsî dibêjin "zakon",lê heya hatiye cem kurdan di rê de buye zagon. Di rûsî de bêjeya zagon jî heye û tê wateya "axur" ê heywanan. Eve ye pirsa "zagon" û "zakon" ê!

Xwîcka Berez! Bracan! Heta vê katê, me serê xwe Kurdî chi ji ku girtîye êshand, paradoks bifikirê, zimanên din ji Kurdî chi girtine? Em dibejin spas, Rus dibejin spasîva. Bo chi Rusan spasîva û zakon ji Kurdî negirtine? Nîvîsandina zagonan li Kurdistanê, ji nîvîsandina zakonan li Rusyayê kewntire. Ne berku ez alîyê me va reshdikim, rastîyet wusayê. Li gel Kurdî hemu zimanê dinyayê yê mene, zengîniya mîrovetîyene, mixabin em ji wan yekî, an jî chend liban dikarin bishteqilin. Ew ji tishtekî raste ku; gelek ziman cîhekîda digehîjin hev... Spas bona agadarîya We! BN

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.