Yên li Ber Derê Dewleta Dagirker a Tirk Şur Dikşînên!
Rojhat Badikî
Hinek siyasetmedar – rewşenbîr, partî u rekxistinên Kurda hene, berê xwe 24 seat didin Paytaxta Tirka, çok didin erdê herdu destên xwe bilind dikin u dikevn secdê. Di secdê da tobe dikin u divên tobe ya enqerê tobe heşa, li me bibextî tê kirin. Kî divê em daxwaza dewletekî Kurda dikin. Çawa em tiştên wusa bêjin, hun diderî da berî medin, emê di pacê da bikevin hundir. Di pacê da me bavêjin derva, emê di kûlekê da werin hundir. Hun nebin emê ji biçîna bimrin, xwedê we li serê me kêm neke, zûlfikar li sitîyê me ney xwarê.
Pêştî daxuyanîya 116 şexsîyetên Kurd, li dijî bin pêkirina mafên netewi u mafê xwedan dewletbuna gelê Kurd, hinek şexsîyet, rekxistên u partî, bi navê Kurda dest bi sîyaseta parsekî kirin u ketin secdê li ber dewleta xwînmijê Tirka.
Bi rastî wek şexis pêwîst nake mirov bersîva wan bide, lê mirov gava hewl u xebatên wan dinire, gotar u bernameyên lêkolîn dike, tiştek zelal dibe kû, li Kurdistan, Tirkiye u dîaspora hinek şexsîyet, grup u partî dixwazên rêçka Ziya Gökalp, Dr. Şükrü Segban, Diyap Axa, pirinççizade li nav tevgera Kurdistan zîndî bikin. Her çika durî hev xwanê dikin jî lê armanc u bernameyê wan yeke; domadina dagirkirina Kurdistan, pinpêkirina bîr u bawerîya Kurdistanek yekbuyî u Serbixwo.
Ji bo vî pêwîste mirov bersîva wan bide u li dijî wan lê warê îdeolojîyê da şer- mahkûm bike. Ev erk, li ser şanê hemu şexsîyetên welatperwer u serxwebunxwaz daye. Wana qelemên li ser riya Azadî Serxwebuna Kurdistanek Yekbuyî ne.
Niha bilindbuna dengê wan bê eger nîne, peydabuna 4 buyer ji bo wan buyer bingeh kû bi lez u bez dengê xwe bilind bikin, piştgirî bidin kemîn u fakên dewleta tirk a xwînmijê dagirker!
1. Helwesta Ocalan
1. Helwesta serkirdên Başurê Kurdistan, bi taybetî helwesta Mam Celal
1. qelsbun u bê rêkxistinîya Serxwebunxwaza
1. Bi taybeti dewleta tirk di vî varîda pir bi leze, kû deskeftîyên gelê Kurdistan u rewşa navnetevî bingeh ji bo dewletek serbixwo xweş kirîye.
Ev çar eger, dewleta Tirk a dagirker rakirîye ser pîya kû egera doza gelê Kurdistan, doza netewebun u xwedan dewletbuna Kurda lawaz bike, bîr u bawerîya Kurda ji bo dewletek serbixwo u yekbuyî ji holê rake. Ji bo vî dewleta dagirker a Tirk dînamîzma gelê Kurd puç bike, bê hevîtî li nav gelê Kurd belav bike, bi hemu derfetên xwe dike ger.
Pêwîste hemu alîyên Kurd, yên kû li ser çarenusa biryardayîna Gelê Kurdistan xebat dikin an xwe nunerê gelê Kurdistan didin naskirin, li ser pirsgirêka Kurd u Kurdistan helwestên wan zelal be.
Helwestên xwe li ser têklatîya Tirkîye-Kurdistan zelal bike. Nerînên xwe li ser yekîtîye axa Kurdistan u gelê Kurdistan zelal bikin. Gelê Kurdistan 4 çar herême an yek herême, gelê Kurd çar gelên cudane an yek gelên? Yên çarenusa gelê Kurd u pêşeroja Kurdistan bi Tirkîye ra girêdidin, gelo haya wan ji plan u bernameyê dewletên dagirker tu kû perçebun dagirkirina Kurdistan li ser gelê Kurd bidin pejirandin. Dewletên dagirker kû ji demê Osmanîyan u sefevîyan ( persan) heta nuha hemu peyman u şerê wan li ser perçekirina Kurdistan bu.
Gelo wan kes u partîyân, kû çarenusa Kurd u Kurdistan bi dewleta dagirker a Tirk, İran, İraq an Surîye girêdidin, nabînên xebat u hizmet ji bo plan u bernameyên dewletên dagirker dikin! Hun her çika bi gotina ’' Kurdistanek Serbixwo Xeyale'' dertên Holê u Bang li gelê Kurd dikin, her wusa jî bizanên; her xeyalek rastîya pêşerojê ye u tiştên mêjîyê mirov xeyal bike realîta sibê ye.
Gelo serdemê Poşmanîye Kûrda Çîye?