PDK-BAKUR : ÎRO ROJA ŞEHADETA „GANDÎ-YÊ FEHMİYÊ BÎLAL“ SEROKÊ PARTİY
Dİ 43-EMÎN SALVEGERA ŞEHADETA AV. FAÎK BUCAK DE - EM WÎ Bİ RÊZDARÎ BİBÎRTÎNİN
„Sonda me mirin e di rêya te de welat“
Av. Faîk Bucak
Roja 4ê Tîrmehê ji bo tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê û bi taybetî ji bo me, Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur yek ji wan rojên reş e. Berî 43 salan rojekî wekî îro (4ê tîrmehê 1966) Serokê Partiya me -wê demê navê wê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyê- Av. Faîk Bucak tevlî karwanên şehîdên Kurdistanê bû. Demê Serokê PDKT /TKDPê Faîk Bucak şehîd bû 47 salî bû. Yanî di temenê xwe yê herî bêrdar û şareza de, di demeke ku bi zanîn û tecrûbeyên xwe bikariya xizmeteke gelekî qenc ji doza miletê xwe re bike, hat şehîd kirin.
Dijmin xwest rengê neyartiyê bide vê bûyerê, lê mesele ronî û zelal e. A. Faîk Bucak kelemek bû di nav çavên dijmin de, heta keysê lê anîn û wî dan kuştin. Qatil nehate diyar kirin (!). Lê qatil diyar e. Qatil ew hêz e, ya ku ji welatperweriya Faîk Bucak û xebata wî ya siyasî bêhuzur bûbû. Liderekî wekî Faîk Bucak; yekî xwenda, zana, xwedî proje û konseptên siyasî, birêxistî, li nav hêzên muxalif yên Tirk de (Partiya Demokrat û TIP) naskirî, ji malbat û eşîrekî binecîh û her wisa di nav ronakbîr û siyasetvanên Kurd de navdar û yekî jê dhat hezkirin... Kesayetekî wisa helbet dijmin jê hesaban dikir û kir jî. Dijminên Kurdan dizanin rola kesayetên xwedî xususiyetên lider ji bo wan tehlûke ye, berî her kesî dixwazin van kesayetan ji holê rabikin. Ji bo salên pêncî û şêstî ev pirs zahf girîng bû. Tevgera welatparêza Kurd li bakurê Kurdistanê hatibû şikestin û rejîma kemalist heta ji wan dihat, nedihêlan welatperwerên Kurd xwe bilivînin. Mijara bûyera kuştina 33 Kurdên Ozalpê, tewqîfata 49-an, surguna 55-kesan, tewqîfata 23-kesan, tehdîta ser kesayetên wek Mustafa Remzî Bucak û Ziya Şerefhanoglu û terikandina wan ya welat, tahqîbat û surguna Saîdê Kurdî, kuştina Faîk Bucak, Tewqîfata TKDPê ya sala 1968-an, tewqîfata DDKO-yê û bûyerên din... Ev hemî bûyerên dîrokî ne, hewce ye her Kurd û Kurdistaniyê dilsoz, van bûyeran qenc têbigîhe. Şehadeta Av. Faik Bucak jî yek ji van planên dijmin e. Armanca vê bûyerê ya sereke, PDKTyê bê serî bihêle û zerbeyek li vê rêxistina yek salî bide. Li bakurê Kurdistanê piştî qetlîmanên 1925 Şêx Saîd, 1927/1930 Agirî, 1938 Dêrsimê, rejîma kemalist berdewamî tevgera azadiya Kurdistanê dijminê yekem tespît kiribû û tirsa wan jî ya herî zêde û yekem ji Kurdan bû. Lê Kurdên welatperwer serî danenîn û di tevgerê de bûn. 1965 meha tîrmehê partiyeka Kurdistanî hatibû damezirandin û Serokê wê jî Faîk Bucak bû. Ev bû sedema sereke ya fermanê û plana qirêj. Kesên ku Av. Faîk Bucak nas dikin, çi bi dev çi bi nivîsandî li ser xusûsiyetekî wî yek nêrînekî diparêzin; dibêjin, „Faîk Bucak, liderekî bû“. Yek ji hîmdarên TKDPê birêz Şakir Epözdemir di pirtûka xwe ya ser Tewqîfata 1968an de dinivîse, dibêje Fehmiyê Bîlal Faik Bucak wek „Gandi-yê xwe“ bi nav kiriye. Helbet liderekî wisa bala rejîma kemalist kişand û leyistikên wan jî bi têra xwe heye. Salekî piştî damezirandina TKDPê û hildana wezifeya serokatiya partiyê, Faîk Bucak di 47 saliya xwe de bi bûyerekî qaşo qatilê wî „ne diyar“ hat şehîd kirin.
Em di 43emîn salvegera şehadeta serokê partiya me yê yekemîn de, wî bi rêzdarî bibîrtînin û dibêjin, şehîdên doza Kurd û Kurdistanê nemir in û wekî xwendevanên me her cara ku malpera PDK-Bakur ziyaret dikin, yekser bi şehidên partiya me re tên ba hev. Şehîd Faîk Bucak li rêza me li peş e û hertim bi me re ye.
04.07.2009
PDK-Bakur
Ji bo bîranîna şehîd du helbestên wî pêşkêş dikî:
Sonda mirînê
Sonda me mirin e di rêya te de welat
Kefen e kirasê me ferman ji xeml û xelat
Xên ji mirinê dinê de bo me tuneye xebat
Emê xwîna xwe bifroşin pê bikirin Kurdistan
Em bi lorika mirinê hatine pêçandin
Dinya şûna şîr da em bi xwînê mijandin
Em dîlîtiyê naxwazin, pir rûmete goristan
Emê xwîna xwe bifroşin pê bikirin Kurdistan.
Gazin Ji Xwedê
Ne nane, ne dane, ne şîv û taştê
Ho rebîyo! Ev qas derd û bela ji ku tê
Dewlemendî li me girt êdin em bûne xezan
Hiş serê me da nema, belê, mane gêj û nezan
Çavan jî bigre bila rohnayî bibe zulmet
Çi bikim pişka derd û xema para me ket
Ma nifir lime bûye kes pîgar nabe mera
Heval silav nadin pirs nakin bav û bira
Rê li ber me wunda bû nizanim kuda biçim
Rebî! Tîna biecîm sekinîne li ber Çem.
Faîk Bucak