بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 13 June 2009

Qîtên şîlanê, cin û perî yên Kurdîstanê

Li gundê me gelek darên şîlanê hebun.
Dema ku jin an jî xortek di berde derbaz dibu; xof digirt, dicirifî.

Çima ku wer dihat zanîne, di nav sincê şîlanê di cin heye.
Ger di ber sincên sîlanên de derbazbunek hebe,
ewê cin peşkarê tebe û tu yi bi cina bikevî, cinikin bî.

Ji bo wî yekê ji dema ku em derbaz dibun, em bi tirs derbaz dibun.
Nuha, dema ku ez dikevim malpera Serbestî'yê ez ji ditirsim.
Gelo ma cima? Sedem çîye ku ez ditirsim?

Ma di malpera Serbîstî'yêde sincên şîlanê he ye ku xof u tirs min digre. Na.
Di derheqê Newroz comê de, de nivisî nexwes te; dijîyatî, eriş, li ser malpere pevçun kêm nine.
Her insanek gora çerçoweya dîtinên xwede xwidiye bîryarêye.
Ye ku heznake, mafê wîye nenivisîne. Lê, ger ev bi serêxwe tenê buya mine dengê xwe nekiriya.
Mesle ne ev tenê ye.

Dibe ku em zedetir ji hev hez bikin.
Dost û neyaran ji hev baş veqetinin; kê dost, kê dijmin e.
Ger em dost û dijminan ji hev safî nekin; eme hîna gelek pê biêşin
Ez bixwe jî ji hinek insanen ku li wêderê dinivisinin heznakim.
Bende xwe qetandinin û wek mozikên beredayî bi moza ketin e.
Dîroka şermezar dikin, bav û kalên xwe tawanbar, gunehkar dikin.

Wek tollazan xwe li ba dikin.
Ez nikarim bêjim nivîsên wi qeşmerê ji wêderê derinin. Bila binivîsîne le bi rêz.

Qeşmerîya mirova di nivîsên xwede dibiriqe.
Ez hevidarim ku em fikr û ramanên xwe binivisînin lê mafê me nine ku em erişkar bin, birindar kin.
Demek bere min ji bo Serbestî nivîsek bi rê kir,
mixabin nivîsa min li ber çava nehat girtin.
Wer icab kiri ye. Nehatîye weşandin.
Ji bo vi yekê hewce nine ku ez biqahirim. Na, ne hewceye.

Ez ji bratiya kurda hezdikim.
Ye ku bratiya kurda diheriminin, ne ji me nin.Ne ji di xizmetek pirozda nin.
Dost û dijmin ku li ber çava bêt raxistin, peyv rehet dibe.
Newroz com. Ne malapera neyaran e. Malperek welatpareze dibe ku em biparizin.
Kêmasîye wana ji bibejin. Binin zimen.
Gel silav û rêz.

notek:Ev nivîs ji Serbestî'yere hati bu rê kirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.