Ez hertim ew gotarên ku di malperên Kurdî de tên weşandin, dixwinim.. Wekî piranîya malperên Kurdî ez malpera Nefelê jî dişopînim..
Tiştekî gellek seyîre, xwedan û edîtorê vê malperê her rojek li sergoyê yekê ye. Xwedêdayî wê dema pesna kesekî an jî hizbekî bike qet sînoran nasnake. Wan derdixe li ser çîyayan û destpêdike li ser wan stranên qehremanîyê dibêje..
Ji bo yekê jî dixazim çend nimûnan bidim.
Arif Zêrevan demeke dûr û dirêj piştgirîya Partîyê û kek Mesud Barzanî kir. Wê demê ji bo Arif Zêrevanî li Kurdistanê yek Partî hebû, ew partî jî PDK bû!!! Li Kurdistanê yek serok hebû, ew jî kek Mesud Barzanî bû.. Ji bilî Partîyê û Kek Mesud ew hizb û serokên din ên Kurdan “xaîn“, “xwefiroş“ û “çaş“ bûn.. Bi taybetî jî we dema nakokîyên di navbera PDK û YNK de rudidan, Arifê me çavê xwe digirt û devê xwe vedikir li dijî mam Celal û Yekîtî û Îbrahîm Ahmed çi dihat fikra wî û çi dihat bîra digot.
Piştî demeke Arifê me, destpêkir hinek “rixneyên“ tûj ji partîyê girt, bi taybetî li dijî Felakadin Kakayî gellek tiştên nexweş nivîsî... Arif hat wê radeyê ku, di nav partîyê de ji bilî kek Mesud, kes Kurdayetî nake...
Di vê navberê de Arif peywendî li gel Yekîtîyê sazkir û destpêkir pesna Heroxanê kir, çavpêketin li gel wê çêkir. Heroxan bû “Şahjina Yekem a İraqê“. Ew tiştên ku Arif li dijî Yekîtîyê û damêzrênerên Yekîtîyê gotibûn av bi av çûn.
Pêş salekê Arif hewl da hinek Kurdên Bakur bike şerîkê karên xwe ên nerewa.. Wisa dida xwekirin, ku çend Kurdên Bakur “sondxwarine careke dî venagerin Kurdistan Başûr.. Lê wan hevalan bi awayekî nivîskî gotinên wî hîç û pûç derxistin.( ji bo zêdetir arşîva Newroz.Comê binêrin)
Niha jî Arif ji bo xwe lêyîstokek nû dîtîye... Arif bi hemû hewlên xwe piştgirîya TRT-Şeşê dike.. Wekî xwendevanên Kurd jî dizanin gellek ji Kurdên me TRT-Şeş wekî gavek erênî nirxand û daxwaz ji hukumeta Tirk kirin, gavên dî ji bo çareserkirina Pirsa Kurd bavêje.
Lê destek û piştgirîya Arifî ji bo TRT-Şeşê wisa nîne.
Ew TRT-Şeşê ji bo dijayetîkirina Kurdên Jêrê(Soran) û Kurdayetîya wan kartîne.
Ew di gotara xwe a vê dawîyê de dibêje “ Potansîyela kulturî, civakî û sîyasî a milletê Kurd li Bakur û Tirkîyeyê ye“.
Ev tespît hanê rast nîne.. Li Başûr, li Rojhilat, li Rojavayê Kurdistanê jî Potansîyela kulturî, civakî û sîyasî a milletê Kurd heye.. Li Awrupa û li Qefqasyayê ew poansîyelên navbirî li cem Kurdan hene û hem jî gellek xurtin. Kurdistan wekî Gulistanekê ye. Li her derê wê gulên curbicur hene. Ew kesên ku cewazîyê dikin di navbera Kurdan de xizmeta Kurdan nakin, ji bo aşê dujminên Kurdan avê dikişînin.
Arif Zêrevan carê biryar girtîye ê pesna bê sînor a TRT-Şeşê bike.
Çi dibêje Arif:
“Biweşana TRT-Şeşê kurdên bakur cardî bi qedrê xwe û bi qedrê zaravayê xwe kirmanciya şirîn hesiyan û aşkera bû ko kurd ne mecbûrî weşana çend kanalên bi soranî yan weşaneka siyasî ya wekî Roj TV ne. ........................................“
“Ne hewce ye ko em tiştan ji hevdu veşêrin yan micameleyeka (xweşgotin) bêesas ji hevdu re bikin. TRT-Şeşa bi kirmancî ji kurdên bakur û ji kirmancî re ji Zagros TV, Kurdsat û Kurdistan TV-ya ko bi soranî weşanê dikin çêtir e û lewra kurdên bakur piştî derketina TRT-Şeşê hêdî li malên xwe li kanalên başûr temaşa nakin.................“ “Diserdana xwe ya vê dawiyê de min dît ko bêhna kurdan fireh bûye, serê wan bilind bûye, çavên wan vebûne û ruhê wan ji berê azadtir bûye. “
Heke TRT-Şeş nebûya Kurdên Bakur qedrê zaravayê xwe kirmanciya şirîn ne dihesîyan. Ez fêm nakim ji bo çi neyarîya Kurdên jêrê dike. “Soranî“ jî zimanê me nîne? Arif Zerevan dikare li dijî Roj tv an jî kanalek “Soranî“ derkeve.
Tişetekî seyîrê Arif carê çû Tirkiyeyê hemû malên Kurd kontrol kir ku “bakur piştî derketina TRT-Şeşê hêdî li malên xwe li kanalên başûr temaşa nakin.................“
Mirov çawa dikare tiştên wisa bêbingeh binivîse?
TRT-Şeş çiqas kargerbû li ser Kurdan. Kurd hemû dujminên Kurdên TRT-Şeş hatîye ji bo azadkirina Kurdan..Arif dîsa ranawesta analîzên xwe ên kûr berdewam dike. Vê carê jî pesna Kurdên AKP dike.
Fermo:
“ Tirkiyeyê hêdî hemî kurd kurd in û kurdên mihafezekar yên di nêv partiyeka wekî AKP-yê de jî bi aşkerayî xwedîtiyê li nasname, ziman û kultura miletê xwe dikin û dixwazin digel tirkan di şertên wekî hev de bijîn û ji bo wê jî xebateka sivîl û medenî dikin.“
Ez naxwazim li ser AKP rawestim, lê hemû Kurdên welatparêz vê partîyê başnasdikin.
Arif çavên xwe girtîye û devê xwe vekirîye, heta dawîyê pesna AKP dike.. Ew wisa bawerdike ku li Tirkiyeyê Ergenekon tekçûye û careke din nazivire li ser hukim. Wisa li ser vê mijarê radiweste:
“eger li Tirkiyeyê careka dî nasyonalîstên tirk û ergenekoncî venegerin ser desthilatê (wisa dixwehî ko venagerin) prosesa normalîzebûna têkiliyên tirkan û kurdan dê berdewam bike û projeyên mezin dê li bakur çêbin û miletê kurd li bakur dê pêşengiya kultur, ziman, medya û edebiyata kurdî bike“
Di vî şerê dawîyê de 10-an hezar Kurd ji alîyê dewleta Tirk ve bi şikleki “failî mechul“ hatin kuştin. Heta niha dewleta Tirk li dijî yek tawanbar tiştek nekirîye û kes nedaye dadgehê..
Ergenekon Artêşa Tirk a Kurdkuj bi xwe ye. Heta niha min nedît ne kurdek û ne jî Tirkekî xwedan wîcdan gotinek wilo wekî a Arifî kiribe..
Heke Arif careke din derkeve li ser ekranên TRT Şeşê, ê hemû Kurdên welatparêz çep, xwefiroş û xaîn bike... Ez dizanim evîna wî û AKP û TRT-Şeşê gellek dirêj nakêşe..
Kajîn
Ew mirove go doza Kurdistane dimijin - ew kes qet ifleh nabin..