بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 January 2009

BATIZMÎYE PÎRÊ ALÎ DÎYARÎ TAWISÎ MELEKE

Êzdîyê Kurdistan û hemi cihanê bi ser sala 2009 re batizmîya Piralî bi coshek mezin hinek Piroz dikin hinek wê ji nuvre pîroz bikin.

Lê mixabin Dîsa dijminê Ola êzîdxan û Kurdistan Li shingala wêran xwîna êzdîya rijandin.
Sofîkê Bê xwedê û bê xof li gundê shingalê seyarek Teqandin 42 kes Birîndar kirin û 4 kes jî qetl kirin yanî Batizmî Bi xwîna êzdîya sor bu.

Bere Neyarê Gelê me xwesh zanibê kü ti cara Êzdî serî ji wanre na tewînin.
Her ciqasî xwîna êzîdî yê hate rijan din û wan xwîna êzîdîya rijandin jî Êzdîya ti cara serî li ber wan ne tewan û îrojî natewînin.
Lêwma êzîdîya li cihan û li Ewrupa batizmî di bi rewsheke xwesh pêshwazî kirin
Bi rêk û pêk bi pîvanê sed û hadê xwe bi tevlîbunek xwurt Êzîye li malê êzîya Batizmî pîroz kirin.

Batizmî li hemü êzîdîya Pîroz bê

WATE BATIZMÎYÊ

Batizmî bi dîtina Pîrê Alîya Dîyarîya Tawisî Melke

Dest pêka Batizmîyê

Batizmî heft shev û heft roja berdewam dikê bê Goman bi kef û bi shahî bi dev û zirne bi saz û awaz û hwd.

Batizmî roja yekshemê dest pê dikê, her weha roja Yekshemê Cilshoye hemü êzîdîyaye û divê her kesê êzdî xwe bi shoê di vê ew pakij bê ji Ber Kü wê tê kevin nava kar û xebata Batizmîyê di vê ew ne bi cenabet bin ûhw.

Dushemb`ê û sêshemb`ê Nanê mirîya didin Her êzîdî divê Nanê mirîyê xwe yanî wekî ku bê fahm kirin divê her mala êzîdî Xêra mirîyê xwe bidê.
Carshembê divê Peza xwe bi gurînin ûhw.

Bi hetina Pîrê û Zîyara wî li Gundê Bacinê duvre cuwîye Gundê taqa,
Êzdîya jî jêre shahî cêkiriye heftîyekê li nav Êzdîyê Torê maîye duvre xwe berdaîye colê wek kü tê gotin.
Ji dema Pîr alî û virda Ji Ezîdîyê Torê û colêre di bêjin êzîdîyê cêlke

cima di bêjin Êzîdîyê celka? Ji ber kü Pîr alî Celek sax kirîye lewma ev Gotin ji wê tê.

Wexta Kü Pîrê alî cüwîye Gundê Taqa wan jêrê Cêlek Guraye duvre ji wanre hatîye Gotin an ku Pîrr Alî Xwedî Kiramete, Gundîya jî gotîye madem Pîr Ali xwedî Kiramete bere ew Cêleka me sax bi kê,
Ji gotina re di bêjin pîr Alî Cêlek sax kîrîye lê wexta Cêlek sax bu wîye ew Rahnek jî ê Cêlekê Gündîya xwaribu lê cêlek bi 3 linga maîye sax. Ji lewma ji ji Êzîdîyê Tor û Colêre di bêjin Êzîdiyê Cêlka.

Me li banî nivîsîbu Êzîdî yên Côl û torê ne bi hevre Cejna Batizmîyê Pîroz dikin.
her yek ji wan berî yekî bi Hefteyekê Batizmîya xwe pîroz dikin.

Erê Ji ber ku Pîr Alî Pêshî Li Torê Zîyarê buwîye pêshî Torî berî Colîye bi hefteyekê Batizmîya Xwe cê dikin Duvre jî Êzîyê Colê pishtî bi Hefteyekê Batizmîya xwe Pîroz dîkin.

Êzîdîyê Torê Pishtî Heyda Mesih yanî Cêbune Îsa Nezîkî serê salê Batizmîya xwe cêdikin.
Di bêjin wexta ku Rahbik bi Pîr alîre Hatîye wî wextî Rahb bi Rojî buye Lewma êzîdî Wexta Cira pir Alî cêdikin Mehîra Rahb jî cêdikin yanî divê Mehîr jî a Keshk bê ûhw.

( di virde ez di xwazim bi bêjim Ji ber ku wexta Süryanî bi rojî bin divê ew Tewash tishtê bi Dohn nexwin lê ew wekî din xwarina dî di xwin, bes tishtê bi tewash bi Dohn û zihüm dinavde bê ew naxwin. Rojîya Süryanîya ne wek ya Bisilman û Ezdaîyaye)

AMEDEKIRINA BATIZMÎYÊ ...

DIVÊ HER SERÊ MALA ÊZDÎ XWÎNÊ BIRIJÎNÊ YANÎ DIVÊ EW SEWALÊKÊ BUGRÎNÊ
DIVÊ JI WÊ SEWALÊ 7 PERCA VEQETÎNÊ
PERCÊ JI PÎR ALÎRE HATINA VEQETAN DIN DIVÊ HILGIRIN SHIKEFTA PÎRALÎ
DIVÊ DOSHEKEK JI PÎR ALÎRE BÊ DANÎN HER NEFERÊ MALÊ DIVÊ DESTÊ XWE LI SER WÊ CIRAÊRE BIBÊ Û BÎNÊ HER WEHA DESTÊ XWE LI SER RÜÊ XWERE BIBÊ Û WERGERÎNE LI GOR OLAZÎDÎYA EW SINETE
DÎVÊ ZEMBELISHEK LI BIN SERÊ WÎ WERÊ DANÎN
DIVÊ CIRA WÎ BÊ PÊXISTIN
DIVÊ TEPSIKEK MEWÎJ JÊRE WERÊ DANÎN
DIVÊ PAKETEK CIGARE JÊRÊ WERÊ DAYÎN
DIVÊ HEFT SEWIKA DEYNIN SER DOSHEKA WÎ. HETE CIRA WÎ NE QEDÊ KESEK NIKARÊ JI XWARINA PÎRÊ ALI BIXWÊ
DIVÊ MEHÎRA RAHB BÊ CÊ KIRIN

NAVÊN PECÊN PÎR ALÎ

A-PERCÊ SÊNGÊ
B-7 PERCÊ JI PARSO
C-PERCÊ QULIK
D-POL
E-PEYÎK
F-NÊVÎ JI STUKÜRE
G- PISTÎSHK

Divê ev her heft perce ji Pîyalîrê bêna ber qebel kirin

yanî serê salê qirdiq cêdîkin û li nav mala di gerin.
Di bêjin: serê salê binê Salê
xwedê kurekî bidê kebanîya malê
Kebanîyê dest zêrînê
Destê xwe bavêj Kulînê
Bahra qirdiq derxînê

û her weha li nava mala digerin, malbat jî ci destê wan tê wan dilxwesh dikin ûhw.

Qirdik Cawa cê dibê: 3-4 xort û kec xwe di neqîshînin xwe dikine siklê pîra û Riha xwe cêdikin, wekî jin û mêr di kes xwe di neqînin û li mala digerin.
wek kü mi li banî nivîsandîye wê Cîrôkê di bêjin...

Derketina pîr Alî anî Peyda buna Pîr Alî!.

Wek kü hatîya Gotin di bêjîn pîr Alî pêshî li ber Pezê Rahibekî buye û xwedî kiramet buwîye.
Rahbik dêhn daê kü pazê wî gelek cê dibê û Bala wî kishand an kü Shivan pêz nabê ser bîrê.
Duvre Rahb lê di shopînê di meyzînê kü Gopalê xwe li herdê didê û av der dikevê her weha pazê wî jî ji wê avê av ve dixwe.
Rojekê Rahîbê suryanîya jê dipirsê: Ya camêr ka ti kîyi û ti cikêsî ew jî di bêjê ez Pîrê Êzdîya me.

Rahbik di dê pêshîya wî û dibê nav Êzîdîyê Torê her weha ji wê rojê heta vê rojê Batizmî tê pîroz kirin

Ji lewma êzdî Mehîre rahbik cê dikin, di bejîn We demê Rahbik î bi Rojî bu ûhw

Wek kü tê zanîn Pîranî di Ola êzdaîyade herî ya kevne Pîranî berî shîxadîye ji dem Shîxadî û virda Shêxanî Peyda buwîye

Cejna Pirê alî Batizmî Pîroz bê

Azad

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.