بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 December 2008

Cehnd rojên bihurî de li ser genosîda Dersim, kurdan li deriyê parlamana Awrûpa dan.Dîroknas Ayse Hur ji ser zimanê wezîrê xarîcî yê kevn yê tirkî genosîda dêrsim xist chavên Kemalîstan û neokemalîstan.Belê kurd ne tenê bi siyasetvan,masmedya û zanyarên xwe di vê temayê de xam û bêamadebûn her waha amatoriyeka bêhempa di vê mijara jiyanî de dîsa xwe pêsh kir.

Pishtî genosîda Helebche gava ronakbîrên kurd li kevne Sovyetê li deriyê wezareta xarîcî ya Sovyetî dan,Eduard Shevardnadze wezîrê xarîcî yê Sovyetê ji delegasyona Kurd re rojnameyek pêshkir ku tê de wêneyê Mam celal û Barzanî tevî Saddam bi keyfxweshî û ken xwiyabû.Shewardnadze ji delegasyona Kurd got,ku heger Kurd bi xwe Saddam hembêz dikin,îcar shermezarkirina Saddam ji aliyê Sovyetê ve pir û pir bêwate ye!

Nizanim,gelo ji parlamana Awrûpî kesî ji chalakvan û delegasyona Kurd re gotiye,"binêrin hûn dibêjin Kemal û komara wî ev genosîd pêkaniye,lê belê serokê we ku hûn timûtim ji bo wî kampanya û chalakiyan li dardixin,binêrin bi xwe pesnê Kemal û komara wî bi hemdemiyê dide û Seyîd Riza jî wek pashverû îlan dike"

Bi rastî jî tu li ser mijarek gellek seyir a tevgera Kurdî radiwestî.. Wê dema Tevgera Kurdî nebe xwedanê stratêjîyek dûr û dirêj, bê bername be û sîyaseta rojane bike, ev komedîyên tu tînî zimên hezarbare dibin.. Ez naxwazim bejim dubare.. Pêwîste Kurd mantelîta xwe biguherinin.. Ev sîyaseta ji alîyên rêvebirên Kurdan ve tête meşandin, rêgire li ber dev nasindina jenosîda Kurdan.. Silav û rêz Kajîn

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.