بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 7 November 2008

Roj baş...

Dosya taybetî ya li ser rewşa Êzidiyan didome. Fermo dîtina Seroka Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê hêja Şermîn Bozarslan...

Silav u rez
[b]Zarathustra News[/b], Stockholm

[b]* * *[/b]

[img]http://www.fkks.se/images/announce/sermin_tn.jpg[/img]
Şermîn Bozarslan

[i]Dosya Taybetî[/i]
[b]Tehdîta Jenosîdê û Êzidî -7-[/b]

Êzidî delîla herî mezin ya hebûna me ne. Gelek nirxên me yên netewî: Zimanê me, dîroka me, adet û toreyên bav û kalên me, bi orîjînalîteya xwe gihandine roja me.
Di qonaxên dîrokî de, gelek qûrban dane. Ev salek e, êrîşên hovane li ser wan zêdetir dibe. Bi şêweyekî hovane, nirxên me, nîşana hebûna me, gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibin...

Em, niqaşa pirsê ji awira ewlekariyê û mafê mirovan ve pir giring dibînin. Di vê dosya taybetî de, em ê dîtinên şexsiyet û dezgehên netewî/ navnetewî li ser pirsê pêşkêşî we bikin. Cotmeh 2008, Stockholm.

[b]EuroKurd [/b]Human Rights

[i]Seroka Federasyona Komeleyên Kurdîstanê Li Swêdê Şermîn Bozarslan: [/i]
[b]Çanda Ezidî Çanda Kurdan ya herî kevnare ye [/b]

[i]Gabar Çiyan[/i]

- Hêja Şermîn, em te ji xebatên Federasyonê yê piralî û rengîn nas dikin. Em dixwazin dîtina te li ser parastin û ewlekarîya Êzidiyan bistînin...
Şermîn Bozarslan: Kurdên Ezidî ji ber ku him kurd in û him jî Ezidî ne; gelek teda dîtin e. Bi taybetî ewana di herêmên ku bi fermî ne li ser Kurdistanê ve hatine girêdan de dijîn, gelek zilm û zordarî dîtin e û dibînin. Meriv li ku bibe bila bibe, divê meriv ji ber nasnameya xwe ya netewî an jî olîtîyê neyê pelçiqandin û kuştin.

Di herêmen ku grûbên îslamî yên extremist lê hene ewlekariya Ezidîyan her tim di xeterê de ye. Ewlekarîya wan him wek kurd û him jî wek Ezidî yekcar di bin riskekî mezin de ye. Parastina kurdên Ezidî, li heremên ku niha bi fermî ne ser bi Kurdîstanê ne di destê yekem de vatinîya Hukûmeta Iraqê ye.

Hindikbûn zehmet e. Piranî gelek caran li gor normên xwe rewşa Êzîdiyan nirxandine. Di xwe de heq dîtin e ku li ser navê wan xeber bidin û wan tarîf bikin. Meriv divê ji êzîdiyan bixwe bipirse ew li xwe çawa dinêrin? Çi dijîn? Çi dixwazin? Ji hukûmeta Iraqê çi dixwazin? Ji me kurdan çi dixwazin?

Çanda Ezidî, çanda kurdan ya herî kevnare ye. Ew li ser axa xwe, çanda xwe ya kurdîtîyê û Ezidîtîyê bi salan parastine û anîne hetanî dema me. Jiyandina çanda Ezidîtîyê , jîyandina beşeke bïngehîn ya çanda kurdî bixwe ye. Ez hêvîdar im di demekî kin de herêmên Kurd ku tê de gelek Ezidî dijîn; bi hêrema Kurdîstanê ve bên girêdan. Wê demê dê parastina ewlekarîya wan hêsantir be!

Destê dijminên kurdan di gelek bûyeran de ku li dijî kurdên Ezidî hatine kirin, hene. Armanc, provokasyon e. Armanc ew e ku kurd bilîyê hev du bibin, tifaqên xwe xira bikin û destkeftîyên xwe ji dest derbixin.

- Li ser pirsa Parastina Kurdên Ezidî li Herêma Kurdistanê dîtina te çi ye?
Şermîn Bozarslan: Di nav herêma Kurdistanê de rewşa Kurdên Ezidî baştir e. Serok, serokwezîr û parlamentoya Kurdîstanê wan bi fermî diparêzin. Temsîla wan di parlamentoyê de heye. Rêxistinên êzîdiyan hene. Wek kurdên Ezidî dikarin doza mafên xwe bikin.

Di jîyana rojane de carna bûyerên nexweş li hemberî êzîdiyan çêdibin. Ji ber ku pêşîya van bûyeran bên girtin; divê meriv xebatên dûr û dirêj yê sistematîk, xebatên perwerdeyî li ser bingeha civateke pirkulturî, pirolî û pirzimanî û li ser mafê mirovahîyê di dibîstan û medyayê de bête kirin. Mamoste, siyasetmedar, karmend, xwendevan, cîran, her kes dîvê bo parastina Kurdên Ezidî xwe berpirsiyar bibîne.

Di dibistanan de divê ya agahdarî li ser her olî bê dayîn yan jî li ser tu olî tu agahdarî neyê dayin. Divê siyaset û ol cuda bên girtin. Divê civat yên ku islam wek siyaset bikartînîn, yên ku islam li gor menfeat û li gor mêjiyên xwe yên kevneperest şirove dikin, îtîbar neke, ji wan re deng nede. Lewra xwendin û perwerdekirina civatê gelek girîng e.

Di dawîyê de dixwazim bibêjim ku di civata demokratîk ya kurdan de divê qîmeta Kurdên misilman, Kurdên Ezidî , Kurdên bêbawer wekhev be. Zarokên me jî divê li gor vê yekê bên perwerdekirin.

[b]EuroKurd[/b] Human Rights – www.eurokurd.net

[b]Roj baş[/b]... Ji rêvebiriya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê nivîskar Serkan Brûsk cara pêşî ewqasî hişk dibe. Ew bêhtir ji kurahiya helbestên xwe dihate nasîn. Lê vê carê ji dosya taybetî ya li ser parastina Êzidiyan re, helwêstek din derket holê: Bi zaniyarî nêzî pirsê bû. Li ser buyerên li dijî Êzidiyan, hêrs û hîs têkilav dibûn. Ji bo çaraseriya pirsê berê xwe dida hêzên kurda... Dîtina Serkan Brûsk di [b]www.rizgari.com[/b] ê, di dosya taybetî de bixwînin. Bi silavên ji dil û gurr [b]Zarathustra News[/b]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.