بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 April 2008

Bra,

Yê mirovek hestirek(deve) wî hebuye.
Lê dem hatîye buye teqawît. Xwe daye helek.

Rojek xwedîye hestirê, çuye ba hestirê xwe û xwestîye helalîyek jê bixwazê.

Gelek axfîye: Lo min li te dida. Te bar ji bo min radigirt, ked û emeg û heqaret û ....Lê nuha dixwazim tu min efû bikî. Heqê xwe helal bikî.
Hestirê gotiye; Bele hemu rastin.Têde tu xeletiyek nine. Axaftinên te hemu rast in. Min jî hemu ji bîra kir û ne dawdarê tu tiştekim heyra.
Lê tiştek heye ku ez nikarim ji bîra bikim. Tu car nayê ji bîrakirin.

Te bar li min jî dixist û li kerê jî. Lê te ker her tim li peşîya min dimeşand, te ew kiri bu serokê min, xwede qe qebul neke û ev ji mira bu her tim kul û keder. Bê heqî bû, zulm û tade bu ji bo min.

Bi rastî Evdila her tim çepikan ji neyarê mere lehev dide û murid ji dibejin;Her bîjit serok û her bîjit serok, dibejin li wî axa pîroz de.

Bra,

Em 40 mîlyon in, mixabin 30 salîya dawîye wek tawanbarîyek ji mere ma.

Û evdo jî kirin serok, Xwede qe qebul neke.Nuha jî kemalizma ruresh û bê rûmet buye mêjo, ketîye para me ku em jî bikin babet û gengeşî.
Ji bo wî yekê dibe ku diroka me ya bi rûmet heroj bet ziman û nivîsandin ku em ji bizanibin çı çîye. Rastî li ku ye.

Derew û dolabên ergenekonê jî vala bet derxistin.

Rola Ergenekon û Evdilahzadeyê Imralîyê heta kû eşkere nebe ewê zulma ku li ser me buye qeder ewe dubare be.

Karê mêrovaneye ku tiştên di tarîyêde maye derkeve holê.

Qirêjî û boblatîya 30 salîya dawîyê wendabuna dîrok,ziman û helwasta meye.

Lawê bavan hat bin kevirkirin.Tawanbarî ket para me.

Di sîyaseta kurdande înkar bu serkevtina Tirka.Roma reş şad û bextewar e.

Kêmasîya herî mezin xwe daye ber kurdên welatparêz.
Karê teroîzmê 30 sal berdewam kir; Ne rêxistin hîşt, ne hêvî hîşt.Lê em bê hêvî nin in. Namus û qîret ku heta hebe, hevî jî ewê her tim hebe.
Jîyan bê serok dibe,lê bê hêvî nabe.

Yên ku ji Imralîzade Ebdillah veqetîyanin,dibe ku buyarên di nav wanede qewimîye heroj eşkere bikin. Diroka xwe ya tarîye ronahî bikin.

Di virada bawerîya min kême. Alozî û di gemarîya Evdillah de ew ji wendayî nin.

Not.Bı rastî ger em kurd û kurdîstanî difikirin dibe ku gengeşîyên me bi kurdî be.
Bi navê tû kesek ez xwedîyê bîryarê ninim.Li ser navê xwe tînim ziman ku ez di gengeşyan de bi zimanê xwe beşdarbim.

Ger dema min hebe.Bi kurtî lê bi kurdî.

Carek din dem xweş.

Sılav û rêz.

Xêr Hatî Kurdperwerê Delal, Dîsan tu bi zimanê xweşik û dewlemendê Kurdî hatî li nav Kurdên xêmxwer û evîndarên welêt.. Pêwîst e em bi zimanê xwe ve tixubekî hesîni avabikin... Gellek heval hewl didin bîr û reyên xwe bînin zimên, çand û hûnera Kurdî pêşbixin.. Bi vî awayî em dikarin dunyaya xwe avabikin.. Bi vî şiklî em dikarin li dijî neyarên Kurdistanê bereyek fikrî, çandî û civakî avabikin.. Wê demê neyarên Kurdan ji me ditirsin, wisa em dikarin serkevin û armancên destbixin.. Tu jî bi xêr hatî Berwarto

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.