بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 6 March 2008

Li Silêymaniyê li ser mafên jinan semînerek hate sazkirin

PUKmedia/2008-03-06/15:24:05
Îro bi amadebûna hejmarek ji parlementerên Kurdistanê û nûnera rêxistinên jinan û mamosteyên olî, Rêxistina Tuanasazîya Jinan bi hemahengiya navenda hevbeş û bi hevkariya Sindoqa Kenadî, bo boneya 8-ê Adara Roja Cîhanî a Jinan semînerekê bi navnîşana “Misogerkirina Mafên Jinan di Reşnûsa Destûra Herêma Kurdistanê de“ li hola civînê a Hotel Hewramî a Hewlerê de saz kir.

Di destpêka semînerê de Endamê Lîjneya Qanûnî ya li Parlementoya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm behsa xal û bendên reşnûsa Destûra H.Kurdistanê kir, ku hemû mafên siyasî û medenî yên jinan tê de hatiye desteberkirin.Herweha hemû mafên xelkê Kurdistanê tê de hatiye misogerkirin bi bê cewaziya navbera jin û zilaman.

Paşe Berpirsa Rêxistina Tuanasazîya Jinan wan pêşniyaran aşkere kir ku piştî pêkanîna çendîn workshop û semînerên li bajarên Kurdistanê li ser reşnûsa destûra herêmê. Di wan pêşniyaran de daxwaz kir ku mafên medenî û siyasî û aborî û civakî di reşnûsa destûra herêmê de bên baştirkirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.