Pukmedia Rêzan A
Kurdnas û dîroknivîsê kurd Pr.Hesretiyan çû ser dilovaniya xwe
PUKmedia 2008-03-03 14:01:28
Dîroknivîs û kurdnasê kurd Pr.Manvel Arsenovich Hesretiyan li paytexta Rusyeyê Mosko koça dawî kir. Hesretiyan di sala 1924-an de li Azirbaycanê ji dayid bûye û bi netew ermenî ye.
Yeke ji mezintirîn û nastirîn kurdnasê yekîtiya Sovyet û Rusyeyê û zêdetirî 50 salan di derbarê dîrok, pirsgirêka kurd û Kurdistanê, bi taybet Kurdistana bakur kar û lêkolîn kiriye û bi dehan berhem, lêkolîn, gotar, babetên binirx di derbarê kurdistanê de nivîsandiye û beşeke zêde a berhemên wî di zanîngehên Rusye, Ermenistan û Kurdistanê de tên xwandin.
Pr.Hesretiyan di salal 1948-an de li Enstîtuya Rojhilatnasî a li Moskoyê dest bi xwendinê kiriye û di sala 1956-an de li beşa dîrokê dîplomeya doctorayê vergirtiye.
Her wiha ji sala 1984-an heta sala 1996-an li Enstîtuya Rojhilanasiyê li Mosko, serokê beşa kurdî bû.
Berhemên Hesretiyan ên bi zimanên rusî, ermenî, kurdî, erebî, tirkî û înglîzî hatine belavkirin ev in:
1-Kurdê Tirkiyeyê di vê serdemê de
2-Şopandina dîroka Tirkiyeyê
3-Yekîtiya Sovyetê û Tirkiye ji salên 1986-an heta 1995-an
4-Pirgirêka kurd li Tirkiyeyê ji sala 1986-an heta 1995-an
5-Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê
6-Şopandina Destûra Tikiyeyê
SERSAXî