10:30 - 21/2/2008
--------------------------------------------------------------------------------
Di doza JITEM-ê ya ku li Diyarbekirê dom dikir ji 11 tawanbaran Adil Timurtaş ku wek "sari" dihat nasîn ji ber kuştina alîgirê PKK-ê Ali Ugur 25 sal cezayê hepsê girt.

Roja dawî ya dozê li dadgeha cezayê giran ya Bakirkoyê dom kir. Ji bilî Adil Timurtaş, Adem Burtek û Umit Tuncer ku bi hev re Ali Ugur kuştibûn amade bûn.
Dadgeh pêşiyê cezayê heta heta da tawanbaran piştre jî ev ceza daxist 25 salan.
JITEMVAN Adil Timurtaş kujerê Musa Anter e
Adil Timurtaş di sala 1986an de ji PKKê veqetiya û di heman salê de ji ber cînayetên faîlên wan ne diyar de hate dadgehkirin. Li gor îdîayan ev kes bi fermana Ahmet Cem Ersever di kadroya bi navê "Temizlikci" de ev cînayatan kirin. Piştî mirina Ersever Arif Dogan û Velî Kucuk ev kesan bikaranîn.
Navê Adil Timurtaş di destpêkede di kuştina nivîskarê kurd Musa Anter û 28 cînayetên din de derbas dibe. beriya 3 salan dema ji Lezgin Bingoliyê DEHAP-î 30 milyon xerac xwest hate girtin.
Li gor ku agahiyên Abdulakdir Aygan ku ew jî wek JITEMvanê kevn tê nasîn dide, Adil Timurtaş yek ji îtirafçiyê ewil e û piştre di nava Jitemê de dest bi karê eroînê kiriye û ji alî fermandariya yekiniya hêzên taybet jî "madalyona xîzmeta bilind" wergirtiye.
Kim cesaret edip diger Jicemcileri aciklar