Suryanî û Rojhilata Nêzîk | İsmail Beşikçi
Suryanî û Rojhilata Nêzîk*
Împaratoriya Bizansê, Bizans, Stenbol, wek navenda cîhanê dihesibîne û erdnîgariyê berbi Rojhilat ve wiha bi nav dike: Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn, Rojhilata Dûr.
Li Rojhilata Nêzîk, Anatolia, hebû. Ji Rojhilatê Çemê Sor(Kızılırmak) re Anatolia dihat gotin. Dîyar e ku ev nav ji Anadoluya îroyîn cuda ye... Li Rojhilata Nêzîk Pontus hebû.
Ji herêmên nav peravên Derya Reş re Pontus dihat gotin. Rojhilatê Derya Reş bi navê Lazistan dihat nasîn. Başûrê Pontus û Lazistanê Ermenistan bû. Derdora Gola Wanê bi Kurdîstanê, deşta Dîcle û Feratê bi navê Mezopotamyayê dihat nasîn. Li Bakurê Mezopotamyayê li Turabdinê Suryanî jî dijîn. Ji Deşta(Çukurova) Derya Spî re Kilikya dihat gotin. Li vê herêmê Ermenî, Rûm, ‘Ereb hebûn.
Ji erdnîgariya Misrê bigre heta Hindîstanê,Ji Bakurê Rusyayê, heta Derya ‘Ûmanê re Rojhilata Navîn dihat gotin. Îrana îroyîn di navbera Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de dima.
Ji Rojhilatê çiyayê Altayê, ta welatên wek Mançurya, Çin, Japonya, Vietnam re Rojhilat Dûr dihat gotin.
Gelên Rojhilata Navîn î niştecî(otokton) ji layê mihacir(alokton)an ve hatine qetil kirin. Emê di vê nivîsa xwe de li ser mijara(autochthone- allochtoon) rawestin. Ev jenosîd çawa pêk hat, emê hewl bidin bînin zimên.
Projeya Dewlet û Civakê ya Firqeya Îtîhad û Terakiyê
Meseleyeke Îtîhad û Terakiyê wek ku Împaratoriya Osmanî li ser esasê etnîka Tirk ji nû ve organîzebike hebû. Ev mesele bo Îtîhad û Terakîyê meseleya herî girîng bû ku li ser zêdetir radiwestiya.
Ji Deryaya Adriyatikê heta Okyanusa Mezin dê bibe Împaratoriya Tirkan ku ji derveyê tirkan tu etnîsîteke din tê de tine be. Bi tevayî ji Tirkan pêkhatî Împaratoriyek...
Diyar e ku ev zihniyet bi hebûna etnîkên di nava dewleta Osmanî de ne li hev nake. Li ber çavê Tirkan gelên xiristiyanên wek Ermen, Rûm, Suryanan… wek kelem dihatin dîtin. Bêgûman rewşa Kurdên Êzîdî jî girîng e.
Kurdên ku misilman in lê ne tirk in, Laz û Çerkez jî wek wan asteng dihatin dîtin.
Çi Tirk an jî Kurd bin qizilbaş(‘Elewî) jî meseleyek pir girîng bûn. Îtîhadperweran di salên 1910an de li ser vê mijarê pir xebitîn. Di derbarê Qizilbaş(‘Elewî)an de xebatên ber fireh kirin.
Rewşeke duyem ya din jî hebû ku Îtîhad û Teraqî dixwest bîne cih. Îtîhad û Terakî dixwest aboriya Osmanê têxe destê Tirkan. Ev dihat wateya desteserkirina malûmilkê Ermen û Rûman bo ku bide destê Tirkan. Çavkaniya îro ya dewlemendên mezin yên li Tirkiyeyê malûmilkê Ermen û Rûman e. Çavkaniya dewlemendiya axa, serok ‘eşîr û şêxên Kurdan malû milkê Ermen û Suryanan e.
Îtîhad û Terakî bo ku van ramanên xwe bike jiyanê di nava hewldanên mezin de bû. Plansaziyên pir mezin çêkir. Piştê şerê li Balkanan nijatperestiya Tirkan bi pêşket. Ramana Osmanîtî, Îslamkarî bikêrî dewleta Osmnaî nehatibû. Texmîna ku raman û karê Tirkîtiyê dê dugela Osmanî biparêze dihat kirin. Piştevaniya pir girîng ya Tirkîtiyê jî zîhniyeta Îslamkarî bû.
Di civînên nihênî-diyarî de, di nîqaşên berfirehê ku carcaran dihatin kirin de biryarên wiha hatin dayîn: Rûm-Pontusên derdora Deryaspî, Rûmên Kapadokyayê, Egeyê, Kilikyayê berbi giravên Egeyê ûYunanîstanê ve bihatana mişextî kirin. Serjimara(nifûs)Ermenan bi polîtîkayên bi navê tecîrê dê bahatana pûç kirin û tune kirin. Dê heman polîtîka ya tehcîrê li ser Suryaniyên xiristiyan, Kurdên Êzîdî jî bihata sepandin. Bi bineya ku Kurd Misilman in dê bi bal Tirkî ve bêne asîmîle kirin. Li ser Laz, Çerkezan jî dê heman polîtîkaya asîmîlasyonê bê sepandin. Qizilbaş jî bi ber Misilmaniyê ve dê bêne asîmîle kirin.
Malûmilkê Ermen û Rûmên ku tên tehcîr kirin dê bê desteser kirin, dê bo Tirkên Misilman bê dayîn...
Îtîhadkar bo ku van ramanên xwe têxin meriyetê li benda demeke destdayî bûn. Şerê Cîhanî î yekem fersenda ku lê digeriyan da. Çawa şer dest pêdike Rûmên Kapadokyayê, Rûm û Pontusên derdora Derya Reş, Rûmên herêma Egeyê berbi Yunanîstan û giravên Egeyê ve hatin mişaxtin.
Di mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîrana sala 1915an de, di nava 3-4 mehan de, milyon an milyon û nîvek Ermenî, di bin navê tehcîrê de bi jenosîdê re rûbirû man. Bi vî awayî, Îtîhadkaran di dema şer de du kêşeyên girîng li gor dilê xwe çareser kirin. Di vê navberê de, kêşeya Suryanî û Kurdên Êzîdî jî li gor zîhniyeta xwe çareser kiribûn.
Jenosîda ku Îtîhadkaran li hember Ermenan pêk anîn, ji layê Almanyayê ve dihate destek kirin. Pirtûka Wolfgang Gust, ya bi navê Jenosîda Ermenan 1915-1916 Belgeyên Alman, Belgeyên Arşîva Siyasî ya Wezareta Dervayê Alman di vê mijarê de çavkaniyeke girîng e. ( Wer. Zekiye Hasançebi- A.Takcan, Weşanên Belgeyê, Çile 2012).
Li hember Rûm, Pontus, Suryanî û Kurdên Êzîdî jî di heqîqet de jenosîd pêk hatiye. Lê, sedemekî girîng heye bo Ermen hatine qetil kirin û Rûm-Pontus jî hatine mişaxtin. Hatiye texmîn kirin ku dê Yunanîstan li Rûm-Pontusan xwedî derkeve. Lê, di salên1894-95 de, li Sason, Stenbolê, di sala1909 de li Kilikyayê dema Ermenan berxwedane ji aliyê dugela Osmanî ve hatine qetil kirin, dugelên Rojavayî li hember Osmaniyan dengê xwe dernexistine. Ev deng nekirin cesaret daye Îtîhadiyan.
Di mijara Kurd û Qizilbaşan de polîtîkaya bingehîn asîmîlasyon bû. Asîmîlasyona Kurdan bi bal Tirkîtîyê ve, ya ‘Elewî û Kurdên Êzîdî jî bi bal Misilmantiyê ve pêvajoyeke ku bi Îtîhad û Terakiyan re dest pêkiriye. Bi avakirina Komarê re polîtîkayên bi awayên bêtir sîstematîk ketine meriyetê. Polîtîka asîmîlekirina Laz, Çerkez, Kurdên Êzîdî jî hatiiye tetbîq kirin.
Ahmet Önal, di nivîsa xwe ya bi navê “Rojhilatanêzîk Bi Jenisîdan Ji Holê Hate Rakirin, Çima?” (www.kurdistan-post.eu, 15 Çile 2012) de van pêwendiyan dinivîse. Sernivîsa duyem bi awayê “ Navên‘Anadolu’ û ‘Tirkiye’ wek zîndana mirovahiyê hatine ava kirin.” Hatiye nivîsîn.
Xebata Gürdal Aksoyî ya bi navê “Zîndana Gelan Anadolu, li ba Kurdan bi Navendbûna Anadoluyê xwe Wenda kirin.” ( Weşanên Komalê, Hazîran 2002) taybetiyên balkêş digre nava xwe. Di lêkolîneke berfireh li ser projeya dewlet û civak a Îtîhad û Terakiyê de feyde he
Osmanîtîyê li gor esasên Tirkan ji nû ve organîze kirin... Dewletê ji nû ve organîze kirin... Ev projeya Jon Tirkan, projeya Îtîhad û Terakî ji layê Almanyayê ve bi piştevaniyeke mezin tê parastin. Piştevanê mezintirîn î Îtîhad û Terakî Almanya ye. Wek mînak dema ku Împaratoriya Tirk ji Adriyatikê, ta nava Asya Navîn, Çinê, Mançuryayê be dê Hidîstana Koloniya Brîtanya di bin tehdîdê de be, di bin tehdîda Almanî de be.
Ev proje tê weateya ji holê rakirina Rojhilata Nêzîk. Çinkî li gor esasê Tirkan dugelek nû avakiriye. Di nava sînorên wê de ji Tirkan pêve gelên din bi awakî hatine îmha kirin. Almanya bi awakî tûndî piştevaniya vê dike. Ji holê rakirina Rojhilata Nêzîk dîtina Almanan e.
Lê kêşeya parvekirina Împaratoriya Osmanî di nava Brîtanya,Frense û Ûrîs de hebû. Wek em dizanin di dawiya sala 1915an de hevdîtinên Sykes Picot dest pê dikin. Û ev hevdîtin di sala 1916an de bidawî dibin. Ye’nî parvekirina Osmanî, axa Osmanîyê... Ji bo parvekirina axa Kurdîstanê jî li Sykes Picotê hevdîtin hene. Li Sykes Picotê Kurd û Kurdîsta jî tên dabeş kirin. Lê di sala1917an de, li Rusyayê tevgera Bolşevîkî ku pêk hat, tevgera şoreşê li hember projeya Îngilîz û Frensiz bû asteng. Bo ku Şoreşa Bolşevîk berbi Başûr ve belav nebe Îngilîz û Frensiz mecbûr man projeyên nû ava bikin. Li gor qen’ta min li vî ciyê ku em îro jê re Anadolu dibêjin pêk anîna dewleteke nû, yanî avabûna Komara Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de tê rojevê.
Bo ku şoreşa Bolşewîk ji sînorê Rûsyayê dernekeve der, projeyên wek li Afganîstanê bi Emanullah Han, dewleta Afganîstanê, li Rojhilata Dûr tevgera Çan Kay Şek... pêk hatin. Ji holê rakirina Rojhilata Nêzîk, bi vî awayî vê carê bi piştevaniya Îngilîz, Frensiz û Sowyetê kete jiyanê.Ev, li gor qen’eta min tê vê wateyê: Ji holê rakirina Rojhilata Nêzîk ku Îtîhad û Terakî bi piştevaniya Almanan dê pêk banîna, vê carê bi piştevaniya Îngilîz, Frensiz û Yekîtiya Sowyetan pêk tê. Pir zelal e ku Kemalîst wek organîk berdewama Îtîhad û Terakî ne. Rojhilata Nêzîk bi vî awayî ji holê radibe. Bi ji holê rakirina Rojhilata Nêzîk... Îro wek mînak kêşeya Kilikyayê nîne. An çi bêjim Pontus nîne, Turabdin jî nîne. Heta salên dawîn jî bikaranîna van navan sûc(tewan) bû. Gelî hevalan li van deran jî jenosîd heye. Wek mînak li ser Suryaniyan, li ser Êzîdiyan, li van deran jî jenosîd heye. Lê, em dibêjin Rojhilata Nêzîk ji holê hat rakirin. Rojhilata Nêzîk yanî gelên otokton... Ev kî ne? Aha Suryanî, Kurd, Pontus, Rûm gelên otoktonên Rojhilata Nêzîk. Ev gelên otoktonên Rojhilata Nêzîk ji layê kesên ji dûr ve hatine bi jenosîdê re rûbirû mane. Em jî dema dibêjin heqîqet pêwiste li meseleyan bi tevayê em binêrin. Yanî Suryanî, Êzîdî, Rûm, Ermenî, Kurd divê tev bi carek bêne ber çavan. Tev bi hev re bên nirxandin. Dema em dibêjin bi heqîqetan re rûbirûbûn pêwist e di vê çarçoveyê de bê nêrîn.
Bo vê berî her tiştî divê azadiya derbirînê bêsînor be, divê ramana azad bi awakî berfireh pêşketî be. Bo ku em karibin bi azadî li salên 1920an binêrin, ev pêwist in. Ramana azad, rexneya azad bo zanistî jixwe pêwistiyên mezin in. Azadiya akademik nakeve dewsa azadiya derbirînê. Ger azadiya derbirînê tunebe jixwe azadiya akademîk jî çênabe.
Jenosîd û Transfera Mulkiyetan
Rûm-Pontus, Suryanî, Kurdên Êzîdî hatin surgûn kirin, tehcîr kitin, bi jenosîdê re rûbirû man. Malûmilkên ku ji Ermenan, Rûman, Suryaniyan man çi bûn?
Transfera mullkiyetê di sê astan de nirxandin gengaz e. Asta yekem ev e: Di sala1915an de, qefle qefle Ermen, Suryanî ji cih û warên xwe tên avêtin, tên mişaxtin. Tehcîr di rojevê de ye. Yên tên tehcîr kirin, jin, zarok, extiyar in.
Mêr jixwe dema şer dest pêkir wan girtibûn nav leşkeran. Wan kiribûn xizmetkar, kevir biwan dikişandin, rê bi wan çêdikirin. Lê, çek nedidan wan.
Jin dixebitîn ku tiştên xwe yên biqîmet wek pere, mucewher bi dizî bi xwe re bibin. Hêzên ewlekariyê ku qeflê dibirin di ferqa vî de bûn. Car caran ku fersend didîtin bi hincetên cûr bi cûr an bêzehmeta dîtina hincetan jin dikuştin, dest datanîn ser pere û zêrên wan. Hemî muhafizên ku qefleyê birêve dibirin vî karî dikirin. Paşê jî pere di nava xwe de parvedikirin. Para Teşkîlata Mexsûsan(Rêxistina Sîxuran) jî vediqetandin.
Ev pêvajo di nava rokî-du rojan de, kesên di vê pêwirê de bûn dewlemend dikir. Di vê serdemê de xebatkarên Teşkîlata Mexsûsan kî ne? Di Teşkîlata Mexsûsan de sê cure kes dixebitin:
a) Girtiyên ku di girtîgehan de ne. Ev kes ji tewanên giran ketine girtîgehê, elemanên Teşkîlata Mexsûsan bi wan re peymanên devkî çêkiribûn. Ger ew bi Ermenan re şer bikin; Ermrn û Suryaniyan ji cih û warên wan birevînin, dê xelatên wan yên madî û me’newî pir mezin bin. Ermen û Suryaniyan dikarin bikujin jî. Ger wan bikujin, dê ji girtîgehan derên, dosyeyên wan jî tên girtin. Elemanên ku Teşkîlata Mexsûsan di plana yekem de bikar dihanîn ev bûn.
b) Elemanên duyem ku Teşkîlata Maxsûsan bikar dianîn koçberên Balkanan bûn. Ew kesên ku piştî têkçûna Balkanan ji wan deran koç kiribûn hatibûn. Jiber vê koçê pir bihêrs bûn. Vê hêrsa xwe bi tolhildana ji Ermenan dixwastin deynin. Tiştên ku li Balkanan wenda kiribûn dixwastin bi desteserkirina malên Ermenan bi dest xin.
c) Elemanên sêyem î Teşkîlata Mexsûsan jî êlên Kurdan in. Ev di hin herêmên Kurdan de li hember Ermrmen û Suryaniyan bi awakî zêde hatine bikaranîn.
Pêvajoya duyem di transfera mulkiyetê de, talankirina tiştên di malê Ermen û Suryaniyan de bû. Evî bi piranî ciranên Ermen û Suryaniyan pêk anîn. Di nava tiştên ku hatin talan kirin de pere, mucewher û kaxizên bi rûmet jî hebûn. Di nava vê talanê de amûrên hilberînê wek keriyên pez, naxirên dewaran, ‘erebeyên hespan jî hene. Awrazên hilbirîna li atelyeyên necarî, hesinkerî, boyax kulavsûtin... û hwd. Ev jî pêvajoyeke ku talankaran bi carek dewlemend dike. Dîyar e ku ev pêvajo ji layê dewletê, ji layê Îtîhadkaran ve tê teşwîq kirin.
Asta sêyem di transfera mulkiyetê de, talankirina tapiyên erd, rez, bexçe, mal û dikanên ku ji Ermen û Suryaniyan e. Ev kirinên ha jî pêvajoyên ku kesên pêwendîdar dewlemend kirine.
Têkiliya Transfera Mulkiyetê bi Kêşeya Kurd û Kurdîstanê re
Transfera mulkiyetê ku me hewlda em bînin zimên bi kêşeya Kurd, bi kêşeya Kurdîstanê re ji nêzîk ve têkildar e. Bi awakî organîk têkildar e.
Piştî jenosîda ku Ermen jiyan, ew kesên ku di talankirina malên Ermen û Suryaniyan de bi awakî cih girtine dê bixwazin ku her dem vî malî teseruf bikin. Di wî gavê de derdikeve hember dewletê. Dewlet jê re weha dibêje: Tu dikarî vî malî bixebitînî, dibe ku ev mal bibe yê te. Ez dikarim ji vî re çavên xwe bigrim. Lê, divê tu jî piştevaniya dîtinên min bikî. Bo ku dîtinên min belav bibin divê tu bixebitî. An na, ezê vî malê ji destê te bigrim. Destûr nadim xebitandina te. Helbet dîtinên dewletê bi Kurdan re pêwendîdar in, bi polîtîkaya asîmîlasyona dewletê re pêwendîdar in.
Berî 1915’an têkiliyeke wiha heye: Li derdorê gola Wanê Kurd li dervayê bajaran dijîn, Ermen jî bi piranî li bajaran dijîn. Ji vir berbi Bakur de her diçe serjimara Ermenan bêtir dibe. Li başûrê gola Wanê jî Kurd û Ermen di têkilayîkî wiha dane, yanî Kurd li der ve yê bajaran Ermen li nava bajaran dijîn. Lê, her ku berbi başûr diçe serjimara Kurdan bêtir dibe. Wekî din li ba Kurd û Ermenan Suryanî jî hene. Suryanî hem li dervayê bajaran hem jî li nava bajaran dijîn.
Piştî 1915’an dibe ku tevgereke serjimarê ya wiha çêbûbe. Dibe ku Kurd ji başûr berbi bakur ve çûbin. Bi vî awayî jî li rojavayê Ermenîstanê cihên ji Ermenan vala buye ketibe destê Kurdan. Dibe dîsa li rojavayê Ermenîstanê û li Kurdîstanê tevgereke serjimarî ji qadên çolteran berbi bajaran ve hatibe jiyîn. Ev texmînên han divê bi diyardeyan bên test kirin. Malûmulkên ku ji Ermen û Suryaniyan mane îro di destê kê de ne?
Dîroka Ekonomiya Tirk Çawa Tê Nivîsîn?
Me li jor gotibû bingeha dewlemendiya sermayedarên mezin yê li Tirkiyeyê malûmulkê Ermen û Rûman e. Me gotibû ku dewlemediya axa, serok êl û şêxên Kurdan jî malê Ermen û Suryaniyan e. Lê, di pirtûkên dîroka ekonomiya Tirk de bi tu awayî ji vê rewş agahî nayên dayîn. Di dema ku Komar tê avakirin de li encama malên Ermen û Suryaniyan nayê lêpirsîn.
Lê, di van salên dawîn de li ser vê mijarê hişmendiyek jî bipêş dikeve.Lêkolîna Nevzat Onaranî ya bi navê Bûyera Emval-i Metruke, Di Dewra Osmanî û Komarê de, Desteserkirina Malê Ermen û Rûman Ji Layê Tirkan ve(Weşanên Belge, Gulan 2010) girîng e. Pêşgotina Sait Çetinoğluyî ku bo vê pirtûkê nivîsiye jî nivîsek hêja ye. Ev nivîs bi ser navê“Pêşgotin an jî Kok û Pêşketina Kapîtalîstên Tirk” hatiye nivîsîn. Pirtûka Sait Çetinoğluyî ya bi navê Baca Hebûnê 1942-1944 (Weşanên Belge, 2009) jî balkêş e.
Cudahiya Di Rewşa Kurdan de
Di pêvajoya tunekirina Rojhilata Nêzîk de, Kurd jî bi jenosîdê re rûbirû mane. Ev pêvajo di roja me de jî bi pêşketina dem û cih re didome. Bes, divê rewşa Kurdan di du astan de bête ber çavan. Hin Kurdan, di sala 1915’an de, di jenosîda Ermen û Suryaniyan de xulamiya Îtîhadkaran kiriye. Bi awakî beşdarê jenosîdê bûne. Bêgûman ê ku jenosîdê plan kirine û kirine meriyetê Îtîhadkar in. Lê, tetikêşiya Kurdan jî jî balê ne dûr e. Bo vî karî bi her awayî hatine xelat kirin. Beşek girîng ji Kurdan, di salên 1919-1920’an de, bi Mustafa Kemalî re hevkarî kirine. Di wê serdemê de Mustafa Kemal û Kemalistan sozê hin mafên neteweyî jî dabûn Kurdan. Lê, dema ku tevgera Kemalîst hêz girt, sozên ku ji Kurdan re hatibûn dayîn, hatin jibîr kirin. Piştê îmzekirina Peymana Lozanê dewleta Tirk bêtir xwe bihêz hest kir.Navê Peymana Lozanê î rasteqîn “Peymana Lozanê ya bi Karê Rojhilata Nêzîk ve Têkildar” e. Êdî dest bi înkarkirina Kurd û Kurdî hatiye kirin, Kurdên ku beşdarê dîtina înkarkirinê nebûne hatine îmha kirin. Jenosîda Kurdan pêvajoyek e ku piştê vê înkarê dest pê kiriye. Li demê û cih bi belavbûnê hatiye domandin. Îro jî didomîne.
Pirsên bi Arşîvan re Têkildar
Dema ku kêşeya Kurd û Kurdîstan, kêşeya Ermenan, kêşeya Pontusan, kêşeya Suryaniyan, kêşeyên wek ‘Elewîtiyê tên rojevê mijara arşîvê tête zimên. “Divê arşîv bêne vekirin”, “Çima Arşîv nayên vekirin?”... Wek mînak Komîteya Îstîklala Kurdîstan yanî Azadî, di dîroka Kurdan de rêxistineke girîng e. Lê, arşîvên bi Azadî re têkildar nayên vekirin. Arşîva bi Dîwana Herba Xinis, bi Dîwana Herba Bedlîs re têkildar nayê vekirin. Bêgûman li ser sedemên van ramîn girîng e. Ez li vir dixwazim hin ramanên xwe diyar bikim.
Di vê mijarê de ezê çêlî sê rûdawan bikim. Ya yekem di 24ê Îlona 1996’an de pêk hat. Li girtîgeha Diyarbekirê girtiyên PKKyî di roja ziyaretê de, ji layê gardiyanan ve bi lêdana hesin, zicîr û qalasan hatin kuştin. Hejmara kuştiyan deh bû. Bi dehan birîndar bûn. Birîndar bi birînên xwe surgûnê girtîgeha taybet ya ‘Entebê hatin kirin.
Di vê serdemê de Serokwezîr Prof. Dr. Necmettin Erbakan bû. Wezîrê Dadê Şevket Kazan bû. Wezîrê Karê Hindir Mehmet Ağar bû. Serokerkan Org. İsmail Hakkı Karadayı bû.
Rûdawa duyem, 26ê Îlona 1999’an, li Enqerê girtîgeha Ulucanlarê pêk hat. Gardiyanan, li hemamê û li rêya hemamê hêrîşê girtiyan kirin. Gardiyanan, bi hesinan, zincîran û kalasan li girtiyan dan. Deh girtî hatin kuştin, bi dehan jî giran birîndar bûn.
Di serdema ku cînayet pêk hatin de Serokwezîr Bülent Ecevit bû. Wezîrê Dadê Prof. Dr. Hikmet Sami Türk bû. Wezîrê Karê Hindir Sadettin Tantan bû. Serokerkan Hüseyin Kıvrıkoğlu bû.
Her du diyardeyên pêşîn ev bûn. Ez dixwazim li ser van du diyardeyan du hîrotezan çêkim. Yekem hîpotez ew e: Em di sala 2080yan de ne, Di vê salê de ji universiteyê, ji çapemeniyê mijarek wiha tê heşê kesekî lêkolîner, nivîskar. Di salên 1990an de, li Diyarbekirê, li Enqerê, di girtîgehan de çi bûn? Girtî çawa hatin kuştin, bi vî awayî pirs tê rojevê. Hîpoteza duyem jî ev e: Em gihîştin salên 2080yan lê, di sîstema sîyasiya Tirkiyeyê de, di rejîma sîyasî de guherînek bingehîn tune ye. Hema bêje sîstema sîyasî wek îro didome.
Ev lêkolîner dikare çi bike? Herhal dê pêşî li arşîvan binêre. Dê li arşîvên Wezareta Dadê, Wezareta Karê Hindir, Parêzgeha Diyarbekirê, Parêzgeha Enqerê, Girtîgeha Diyarbekirê, Girtîgeha Enqerê binêre.
Lêkolîner di arşîvan de dikare çi bibîne? Li gor qen’eta min nikare tu tişt bibîne. Ew jixwe terorîst bûn, di nava terorîstan de lihev nekirin qet nediqediya. Di nav xwe de şerê wan hebûn. Wan hev kuştiye. An hêzên ewleyî li hember hêrîşa terorîstan xwe parastine.
Ger ji arşîvan sûd neyê girtin, lêkolîner dê rêkî çawa bişopînin? Helbet wê bi axavtina digel xismên girtiyan bixwazin bûyrê fam bikin. Dê hewl bidin bi birîndarên ku ji bûyerê filitîne re biaxivin. Her du rûdaw jî ji layê xismên mexdûr û birîndaran ve neqlê dadgehê hatine kirin. Parastinên dozdaran bêgûman girîng in. Ev parastin bêgûman dê di arşîvên wezaret, parêzgeh û girtîgehan de tunebin. Lê, di arşîvê parêzer û dozdaran de bêgûman dê hebin. Çavdêriya bûyerê li ser çapemeniyê helbet girîng e.
Bi rêya van diyardeyan em dikarin werin ser 1915an. Di 30ê Çotmeha 1918’an de, piştî Peymana Mondrosê, lîderên Îtîhadkaran, Enver Paşa, Talat Paşa, Cemal Paşa, ji welat revîn. Lê, berî reva xwe gelek belgeyan li hemamên Cağaloğlu şewitandin. Bi rojan bi çewalan belge kişandin hemamên Cağaloğluyê. Hemî şewitandin. Naveroka van belgeyan çi bû? Pir zelale ku bi jenosîda Ermenan re têkildar in... Ev belge bo çi hatin şewitandin? Divê li ser vê mijarê jî bê rawestin.
Ez vanan bo ku bidim zanîn bi arşîvan ewleyî nabe dinivîsim. Tê zanîn dema di sala 1980yan de arşîvên bi Ermenan re têkildar hatin vekirin ji nû ve carek din jî haitne bêjing kirin. Piştî ew şewitandina mezin bêjing kirinek nû jî tê kirin.
Gorên Komî Çawa Hatin Kolan?
Ez li vir li ser diyardeyek sêyem jî rawestinê pêwist dibînim. Di Çotmeha 2006’an de, li Nusêbînê, li qadeke çoltar, gundî bo mal çêkirinê dest bi kolana asasan dikin. Piştî demek kolanê hestî ji cihê kolanê dertên. Ger ev li Îskilîpa me be, dê mirov bêjin ev hestî yên kijan ajalan e, gelo li vir kîjan ajal jiyane û bifikirin. Lê Kurd difikirin ku ev goreke komi ye. Piştê demeke kin yek-du qaqot jî derdikevin.
Gundî vîya radigihînin qereqol(nîgt)ê û Komela Mafê Mirovan. Kesên ku agahiya wan di derbarê gorên komî de hene, radigihînin profesorê Swêdî David Gaunt jî. Di derbarê vê herêmê de pirtûkeke David Gauntî jî heye navê wê “Qetlî’am, Berxwedan, Rizgarker”(WergêrAli Çakıroğlu, WeşanênBelgeyê, Sermawez 2007)
Prof. Gaunt, ji Swêdê tê Nusêbînê. Cihê Gorên Komî lêkolîn dike. Wêneyên gorên komî dikêşe. Bi qasî ku gorên komî hatine kolan bi wêneyan tesbît dike. Bo ku gorên komî bên kolan xebatan dide dest pê kirin. Serokê Saziya Dîroka Tirk Prof. Dr. Yusuf Halaçoğlu jî ji rûdawê agahdar e û li wir e. Ji Prof. Gauntî re dibêje: “Niha em dikevin zivistanê. Baran-barîn heye. Di nêz de berf dibare. Sala were di biharê de em gorê komî vekin.”
Di 27ê Nîsana 2007’an de Prof. David Gaunt û Prof. Yusuf Halaçoğlu, li ser gorên komî ne. Lê, Prof. Gaunt di nava behîtîyê de maye. Ji hestî û qaqotqn tu tişt nemaye. Ev hestên xwe bi Halaçoğluyî re jî parve dike. Prof. Halaçoğlu, dibêje “Baran barî, lehî rabû, ba hat, ava lehiyan hestiyan biriye.”
Paşê gundî, ji rêveberên Mafê Mirovan re dibêjin:“Serê sibehekî çend kes bi çiwalên xwe hatin. Hestî û qaqotqn kom kirin birin...”
Ev tev nîşan didin ku di çaçoveya sîstema sîyasîya Tirk de arşîv, kolana gorên komî naverokek çawa digrin.
Li vir ev gotin girîng e. Helbet arşîv girîng in. Lê, pêwiste li arşîvên wiha jî bi gûman bê nêrîn. Di qadên ku bi zanîn, bi qesdî arşîv nayên vekirin, divê lêkolîner li ser wan qadan dikaribin şîroveyên xwe bikin. Bi kêmanî, heta ku arşîv bên vekirin, ev şîrove mûteber in.
Çima arşîvên bi rêxistina Azadî re têkildar nayên vekirin, çima arşîvên Dîwana herba Xinis, Dîwana Herba Bedlîs nayên vekirin. Her hal ev ji ber parastinên Xalid Begê Cîbrî, Yusuf Ziya, Ali Riza Teymen, Faik Beg, Mele Evdilkerîm in. Arşîva ku bi Dr. Fuadê re têkildar ku di Dadgeha Îstîklalê ya li Diyarbekirê de hat darizandin jî nayê vekirin. Her hal ew jî ji ber parastina Dr. Fuad e. Di derbarê naveroka van parastinan de lêkolîner dikarin raman û şîroveyan bi pêş ve bibin.
Wergera vê gotara İsmail BEŞİKÇİ ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.
[email protected]