بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 22 October 2011

Yawer: Hêzên Tirkiyê vegeriyan cihê xwe

22/10/2011 15:56
Hewlêr, 22 Cotmeh (AKnews) – Gotyarê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, diyar kir, hêzên artêşa Tirkiyê ku pêr (20 cotmeh) hatibûn nav xaka Herêma Kurdistanê, îro vekişiyan.

Cebar Yawer, ji AKnewsê re got, ew hêzên artêşa Tirkiyê yên pêr, li ser
sînorê devera Kanîmasê ya bajarokê Amêdî yê Duhok, 2.5 km hatibûn navxaka herêmê, îro vegeriyan cihê xwe.

Yawer, duh ji AKnewsê re gotibû, hinek hêzên artêşa Tirkiyê bi hêceta şerê li dijî PKKê, li devera Kanîmasê ya Duhokê bi qasî 2.5 km hatibûn nav xaka Herêma Kurdistanê û li 4 cihan de cîgir bûne.

Nûçe: rh
(AKnews)

Jabbar Yawar, jabar yawar

Îzet Şabender: Wextê dewleta serbixwe ya kurdî hatiye 22/10/2011 15:44 Bexda, 22 Cotmeh (AKnews) – Yek ji rêveberên dewleta yasayê ya Iraqê Îzet Şabender, diyar kir, ji ber ku êdî arîşeyên Hewlê û Bexdayê naçyên çareserkirin, divê Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne. Îzet Şabender, ji AKnewsê re axivî û got, êdî pêwendiyên Herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê asayî nabin, ji ber wê, mafê kurdan heye ku dewleta xwe ya serxbixwe ragihînin. Şabender, diyar kir, li gorî destûra Iraqê, neteweyîbûn tişteke dilxwazî ye ne mecbûrî, yanê her dema ku te xwest tu dikarî cihê bibî yan bimînî. Her wiha, li gorî pêşhatin siyasî, zewaca navbera hêzên siyasî yên Bexda û Herêma Kurdistanê, zewaceke demî ye. Wî rêveberê dewleta yasayê, ku serokwezîr Malikî serokatiya wê dike, wiha pêde çû, gelek arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nayên çareserkirin û ez bawer nakim her du alî bikaribin li hev bikin. Bi taybet li ser arîşeya Kerkûk û deverên nakokîdar, rewş her ku diçe aloztir dibe. Ji ber vê, ez bang li rêveberên kurd dikin dewleta xwe ragihînin. Îzet Şabender, pêşniyar kir ku deverên arîşedar bikeve bin çavdêriya neteweyên yekbûyî û lêjneyeke navdewletî bo çareseriya vê arîşeyê pêk bê. Nûçe: ha (AKnews)

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.