Di van rojên dawî de gelek pirs û mijar ketin rojeva Tirkiyeyê. Her mijarekê, mijara din, da bîrakirin. Lê wusa xuya dike ku mijara WikiLeaks, li Tirkiyeyê jî, mijara serekê ye, hîn demeke dirêj dê di rojeva Tirkiyeyê de bimîne.
Lê mijarên din jî girîng in. Bi taybetî jî du mijar, hem ji bona Tirkiyeyê û hem jî ji bona kurdan gelek girîng e. Ew du mijaran, “Xelata Mafên Mırovî” ya ji aliyê Lîbyayê de pêşkêşî Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bûye, mijara din jî biryara Dadgeha Ewrupayê ya di derbarê zimanê kurdî de ye.
Xelata Lîbyayê û Erdogan û Demokrasî û dijminitiya Îsraîlê…
Beriya vê çend rojan diyar bû ku Lîbyayê, “Xelata Mafên Mirovî” daye serokwezîrê Tirkiyeyê. Piştî biryara Lîbyayê, Li Tirkiyeyê ji bona ku serokwezîrê Tirkiyeyê vê xelatê bigre an negre, di derbarê vê de gengeşiyek dest pê kir.
Gorî beşek kes û nivîskar û rojnamevan, Lîbya ji bona ku dewleteke nedemokrat e, dewleteke otorîter û totalîter e, ji mafên mirovî re rêz nagre, divê ku serokwezîrê Tirkiyeyê xelata Lîbyayê negre. Li cem vê sedemê, heqerata Lîbyayê li hemberî Erbakan ji bona Tirkiyeyê jî wek sedem dihat nîşan dan ku sroekwezîr xelata Lîbyayê wernegre.
Serokwezîr Erdogan ev nerînan nedan ber çav çû Lîbyayê, xelata xwe wergirt. Li wir axevtina wî jî, li dinyayê û li Tirkiyeyê deng da. Axevtina Serokwezîr ji aliyê dijminitiya Îsraîlê û pirsa neo-osmanî de, gelek rastiyên girîng derxistin holê. Di encamê de axevtina serokwezîr, xelata Lîbyayê hîn girîngtir kir.
Ew nerînên ku digotin “Lîbya dewleteke demokratîk nîn e, ji mafên mirovî re rêz nagre, mafên mirovî diperçiqînê, loma serokwezîr divê xelatê negre” ji aliyê tespîta şiklî de rast bû.
Lê ji van nerînan encama derdiket holê ew bû ku Tirkiye û serokwezırê wê demokrat e. Ev nerîna şaş û ne durist e.
Heger Lîbya û Tirkiyeyê bê qiyas kirin, ji aliyê şikil de di navbeyna sîstema Lîbyayê û Tirkiyeyê de cûdayetiyek heye. Lê ji aliyê pîvanên rasteqînê yên demokrasiya pirdeng û pirreng de ferqeke mezin tune ye. Lewra Tirkiyeyê jî dewleteke otorıter û kolonyalîst e.
Di nedemokratîkbûna Tirkiyeyê de krîtera bingehî siyaseta dewletê ya di derbarê pirsa neteweya kurd de ye. Dewleta Tirk, piştî ku hat damezirandina komarê, hebûna kurdan înkar kir. Di van demên dawî de hebûna kurdan ne fermî be jî tê pejirandin. Lê hîn welatê kurdan “Kurdistan” nayê pejirandin. Ji bona pirsa neteweya kurd, bi azadî fikir afirandin, bi taybetî jî, ji bona Kurdistanê serxwebûn xwestin, qedexe ye. Li ser navê Kurd û Kurdistanê rêxistin ava kirin qedexe ye. Kurd, bi zimanê xwe perwerde nabin. Kurd bi dezgehên xwe xwe temsîl nakin û li welatê xwe desthilatdar nîn in.
Dema ku ev taybetiyên Tirkiyeyê mirov bide ber çav, Tirkiyeyê ji Lîbyayê demokratîktir nîn e.
Tirkiye jî, di pirsa mafên mirovî de, xwediyê sicîleke baş nîn e. Li Tirkiyeyê her roj mafên kurdan tên perçiqandin û nayên nas kirin. Bi hezaran kurd û rojnamevan dadgeh dibin, bi hezaran kurd jî di zîndanan de ne.
Heger Qeddafî û Erdogan, ji aliyê pirsên milî de bên miqayese kirin, Qeddafî di pirsa kurd û di pirsa neteweyên de ji Erdogan pêştir e. Qeddafî, parçabûna Kurdistanê rewa/meşru nabîne, serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparêze.
Gorî baweriya min, di sedsala 21-an de, di şertên globalîzm û demokrasiya nû de, ji bona demokratıkbûna kesan, dewletan, dîplomatan, hikumetan, ji mafên neteweya kurd re xwedî derketin pîvaneke gelek girîng e.
Lewra li dinyayê ji derveyî miletê kurd, miletekî ne xwediyê dewlet û ji hemû mafên xwe bê par nemaye.
Dema ku Erdogan li Lîbyayê ji destê Qeddafî xelat wergirt, gelek aşkere ji îsraîlê re dijminitî kir, got ku “Îsraîl qetîl e.” Bi vê siyasetê xwe jî, neo-osmanîbûna xwe dîsa aşkere kir.
WikiLeaks û avabûna jinûve ya dinyayê û neo-osmanîtiya hıkumeta Erdogan
Di van rojên dawî de WikiLeaksê bi belgeyên dîplomatîk yên Amerîkayê, bû sedem ku li dinyayê minaqeşeyên nû pêk bên. Heta mirov dikare bibêje ku WikiLekas li dinyayê bû sedema qrîzeke dîplomatîq.
Hîç şik tune ye ku di destpêkê de îlankirina belgeyan zêdetir ji bona Amerîkayê bû pirsgirêk. Amerîka li hemberî dinyayê û mûttefiqên xwe şermezar bû. Loma jî Wezîre Karên derva yê Amerîkayê ji hemû serokwezîr û serokdewletên dinyayê baxişandin xwest.
WikiLeaks, li Tirkiyeyê jî, bi karên xwe bû sedema minaqeşeyeke mezin. Ew minaqeşeyan hîn dom dikin. Wusa xuya ye ku li dinyayê û Tirkiyeyê ew minaqeşeyan dê hîn zêde jî bên dom kirin. Lewra di destê WikiLeaksê de 250 000 belge hene. Ji van belgeyan çendsed heb hatiya weşandin.
Berpirsiyarên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku Îsraîl û Amerîkayê ev belgeyan bi zanetî dan derva û WikiLeaksê weşand. Bêyî vê jî hat diyar kirin ku ew weşana WikiLeaksê li hemberî Tirkiyeyê komployek e.
Ev nerîna bi tevayî şaş e. Kesên wek Cengîz Çandar jî di wê reyê de ne ku Tirkiyeyê ji weşan û deşîfrekirina belgeyên dîplomatîq yên Amerîkayê, qezenç kir.
Lê, di belgeyên Amerîkayê de derket holê ku Hikumeta Erdogan xwediyê nerîn û siyaseteke neo-osmanî û emperyal e. Ev tespîta di cî de ye û min jî ev yeka gelek aşkere nivîsand. Tirkiyeyê dixwaze ku bi awayekî nû li dinyayê desthilatdar be û bibe dewleteke super.
Ev siyaseta Tirkiyeyê zêdetir di van demên dawî de bi siyaseta wan ya li Iraqê û li Herêma Federe ya Kurdistanê xwe gelek aşkere nîşan dide. Tirkiyeyê dixwaze bi riya aboriyê li Herêma Federe ya Kurdistanê desthilatdariya xwe xurt bike.
Wek tê zanîn, li dinyayê demeke dirêj şerê sar dom kir. Şerê sar di navbeyna du sîsteman de bû. Ew jî dibû sedem ku dinya pêşve neçe, xwe nûjen neke, demokrasiya xwe kûr û fireh neke.
Loma jî, dema di sala 1989-an de şerê sar qediya û duwarê Berlînê xerab bû, li dinyayê pêvajoyeke nû dest pê kir: Avabûna jinûve ya dinyayê dest pê kir.
Sîstema soyalîst bi tevayî hilweşiya û bi tevayî jinûva avabû. Di sîstema demokratîk û kapîtalîst de jî, guhertinên esasî hatin rojevê.
Li dinyayê pêvajoya avabûna jinûve û demokratizebûne dest pê kir. Di awayê rêvebirina dewletan û xebatên wan de jî guhertin pêk hatin.
Ev guhertinan derfet tune bû ku bi tevayî, bi hev re û di her pirsekê de pêk bê. Wusa xuya ye ku Amerîkayê di danûstandin û sîstema xwe ya dîplomatîq de awaye berê domandiye. Ew sîstema dîplomatîq ya Amerîkayê bi WikiLeaksê deşîfre bû. Ew qadên tarî û ne şeffaf yên di dîplomasiyê de derxist holê.
Gorî baweriya min, ew bûyera WikiLeaksê derxist holê ku li dinyayê guhertin dom dike û avabûna jinûve ya dinyayê di rojevê de ye. Amerîka her çiqas di destpêkê de ji bûyera WikiLeaksê zerar jî bibîne, dê di rojên pêş de ji vê bûyerê qezenç bike. Amerıka dê li dinyayê sîstema xwe ya hegemonîk bi her awayî jinûve nûjen bike û ava bike.
Biryara Dadgeha Ewrupayê li dijî demokrasî û mafên xwezayî yên kurdan e…
Şaredariya Surê ya Diyarbekîrê beriya vê demekê biryar dabû ku xizmetên şaredariyê bi çend zimanên herêmî, bi zimanê kurdî, erebî, suryanî bidomîne. Ev yêka bibû sedem ku Serokê Şaredariya Surê û endamên meclîsa şaredariyê ji aliyê Wezîrê Karên Hûndir de ji wezîfê bên girtin û bên dadgeh kirin.
Serok û Berpirsiyarên Şaredariya Surê, girêdayî vê biryarê, serî li Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrupayê dabû. Dadgehê, çend roj berê biryar da ku serîlêdana Berpirsiyarên Şaredariya Surê ne di cî de ye. Loma jî serîlêdana Şaredariya Surê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrupayê de hat red kirin.
Berpirsiyarê Dewleta Tirk jî, bi vê biryarê gelek şa bûn. Ev şabûna wan jî derxist holê ku ew naxwazin pirsa xwe ya kurd çareser bikin.
Kurd jî, li ser vê biryara Dadgeha Ewrupayê zêde ranewestiyan.
Tiştekî gelek aşkere heye ku ev biryara Dadgeha Ewrupayê gelek girîng e.
Yekîtiya Ewrupayê îdia dike û bi konsepta kêmneteweyan dixwaze ji çareserkirina pirsên kêmneteweyan re bibe alîkar.
Yekîtiya Ewrupayê, parastin û karanîna zimanê kêmneteweyan diparêze. Mafên çandî yên kêmneteweyan dixwaze ku li her welatekî pêş bikeve. Mafên kêmneteweyan yên îdarî jî dixwaze pêk bê.
Hezar mixabin Biryara Dadgeha Ewrupayê, gelek aşkere ye ku bi her awayî li dijî konsept û pîvanên Yekîtiya Ewrupayê ne.
Ev biryara Dadgeha Ewrupayê di hemandem de li dijî demokrasiyê û mafên mirovî yên kolektîf in jî.
Divê kurd vê biryarê Dadgeha Ewrupayê rexne bikin. Ev biryara Dadgeha Ewrupayê dê di pêşerojan de ji bona neteweya kurd xeteriyên mezin bîne rojevê.
Amed, 05. 12. 2010