TEVKURDê, di 26-ê Adara 20011-an de Kongreya xwe ya 5-emîn lidarxist. Ev Kongreya TEVKURDê, kongreya asayî ne, kongreyek awart e bû. Rojeve Kongreyê xwediyê yek xalek bû.
Di kongreyê de qedera TEVKURDê hat gengeşî kirin. Lewra tê zanîn ku demekî dirêj e ku mayîn û nemayîna TEVKURDê tê gengeşî kirin.
TEVKURD xwediyê sedûdeh (110) nûneran bû. Hezar mixabin piraniya nûneran nehatibûn kongreyê. Loma jî gorî destûrê piraniya kongreyê pêk nehat, loma jî konfgreyê dest pê nekir. Piştî navberek, kongreyê bênîsab dest pê kir. Ev rewşa nûneran jî, rewşa TEVKURD ya tê de bi awayekî diyar dikir û encamek dida mirov.
Ez jî nûnerê kongreyê bûm. Di Kongreyê de piştî ku gelek nûneran qise kir, min wê demê tespît kir ku hîn pirsgirêkên TEVKURDê çi nin, nehatine fahm kirin.
Beriya avabûn û piştî avabûna TEVKURDê jî, min nerînên xwe di gelek nivîsan de diyar kir. Ji bona TEVKURDê di gelek hevpeyvînan de jî, derfet bû ku ez nerînên xwe bînim ser zimên Lê ew nerînên min û beşek nerînên hevalan din, di TEVKURDê de guhertinek nekir. Damezrênêr û berpirsiyarên TEVKURDê statuparêzî kirin, di encamê de ji bona TEVKURDê encamek nexweş amade kirin.
Ez dixwazim bi kurtî li ser avabûna pêvajoya TEVKURDê û mijarên nehatine fahm kirin, carek din rawestim.
*****
Di Tebaxa 2005-an de serokwezîrê Dewleta Tirk li Amedê ji bona “pirsa kurd” ya Dewleta Tirk axevtinek kir. Di Axevtina xwe de diyar kir ku “Li Tirkiyeyê pirsa kurd heye, an jî pirsa kurd realîtek e. Ev ‘pirsa kurd’ pirsek dîrokî ye. Girêdayî pirsa kurd gelek bûyerên trajîk hatin jiyandin. Divê Tirkiyeyê bi dîroka xwe ve jî rûberû bibe. ‘Pirsa kurd’ dê bi demokrasiyê û azadiyên fireh/zêde bê çareser kirin.”
Lê serokwezîr piştî ku vegeriya Enqereyê navenda rêveberiya Dewleta Tirk, di van nerînên xwe de guhertin pêk anî. Serokwezîr nerînên klasîk yên şoven û nîjadperest anîn ser zimên. Ji yek dewletê, ji yek miletî, ji yek zimanî, ji yek alê bahs kir. Di esil de bi vê axevtina xwe li Enqereyê hemû nerînên xwe yên li Amedê derevîn derxist.
Dîsa jî beşek rewşenbîr û siyasetvanên kurd, ev daxuyaniya serokwezîr, pir girîng dîtin û bi dû ev nerînên serokwezîr ketin. Ji bona ku ji serokwezîr re piştgirî bê kirin hewildanan dest pê kir. Di vê pirsê de jî HAK-PARê û bi taybetî jî serokê giştî yê HAK-PARê rehmetî A. Melîk Firatî pêşengî kir. Lê piştî danûstandinan grubek rewşenbîr û siyasetvanên kurd biryar dan ku hemî rewşenbîr û siyasetvanên kurd gazî civînekê bikin. Ew kesan her çiqas girêdayî hiqûqek kesayetî civîn amade dikirin jî, bi piranî berpirsiyarî ji hewirdorên siyasî re dikirin. Kesên civîn amade kirin ew bûn: 1) A. Melîk Firat (Serokê giştî yê HAK-PARê), 2) M. Celal Baykara (Serokê KURD-KAVê û endamê meclîsa HAK-PARê), 3) Fuad Onen (berpirsiyarê hewirdorek siyasî ya nehatiye îlankirî ), 4) Sînan Çîftyurek (berpirsiyarê MESOPê), 5) Mehmeh Vural (serokê komeleya malî muşawîran û endamê HAK-PARê), 6) Umîd Firat (Nivîskar), 7) Altan Tan (Nivîskar û ji hewirdora îslamî).
Gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd beşdarî vê civînê bûn. Beşek beşdar jî endamê HAK-PARê bûn. Di civînê de gelek minaqeşe pêk hatin. Lê di encama minaqeşeyan de derket holê ku du rojevê civînê hene. Civîn her çiqas xwediyê rojevek vekirî be jî, di haman dem de xwediyê rojevek dizî ye. Loma jî di civînê de li hev kirin pêk nehat. Ji bona hevûdîtina û pişitgiriya serokwezîr biryar nehat girtin, ji bona xebateke domdar, grubek rewşenbîr û siyasetvan bûn xwediyê biryarek hevbeş.
Vê grubê girêdayî hiqûqa kesayetî “Grubek Xebatê ya Demokratîk ya Neteweyî)” damezirandin û li ser navê vê grubê daxuyaniyek ji reya giştî re diyar kirin û ji bona tevgera kurd jî ketin nav lêgerînekê.
Ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê, gorî şertên heyî hewcedarî bi yekîtiyek milî ne, bi rêxistinek hevbeş ya milî, gelerî, nûjen hebû. Yekîtiya milî, bi rêxistinên heyî ava dibe û berpirsiyarên van rêxistinan ji bona yekîtiyek milî hewil didin. Ji bona yekîtiya milî rêxistinên ku di nav gelê kurd de xwedî hêz tune bûn, bes hewirdorên gelek qels û biçûk yên siyasî hebûn. Loma jî gelek aşkere bû ku hewcedarî di wê demêde bi yekîtiya milî tune ye, ew hewirdorên siyasî, HAK-PAR jî di nav de dikarin ji bona tevger û rêxistinek nû ya gel bikarin xebata xwe hev mişterek bikin. Ew xebata, divê nerînek nû, modelek nû ya rêxistinî, awayê xebatê ya nû derxe holê.
Di nav gruba xebatê de her çiqas ew du konseptan hebûn jî, reya giştî û welatparêzên Kurdistanê, ji bona ku tevger û rêxistinek nû dê ava bibe, ev tevger û rêxistina dê bi her awayî ji rêxistinên heyî xwediyê ferqek be, piştgirî jê re dikirin.
Hezar mixabin ew du nerîn û konseptan, ji serî de di nav Gruba Xebatê de bûn pirsgirêk. Girêdayî xebat û minaqeşek dûrûdirêj biryar hat girtin ku rêxistin û tevgerek nû ava nebe, yekîtiya kesan, partiyên siyasî yên legal û îllegal ava bibe.
Ew dihat wê wateyê ku 1) Kesê xwe neguherin û bi taybetiyên xwe yên berê, taybetiyên xwe yên dema şerê sar û dema siyaseta kevn, dê beşdarî yekîtiyê bibin. 2) Rêxistinên heyî yên legal û îllegal ku mîsyona xwe qedandine, taybetiyên xwe yên dema şerê sar diparêzin û statuparêz in, dê bibin endam. Wê demê meşruiyeta vê xebatê jî gelek vekirî dihat rojevê. Lewra ev xebata xebateke vekirî bû. Hezar mixabin rêxistin û grubên ne legal dibûn endamê TEVKURDê.
Piştî ku TEVKURDê ew karakter û formeta qezenç kir, hat dîtin ku TEVKURD rêxistinek nû nîn e, lewra ji rêxistinên heyî yên kevn ava bûye. Kesayetî jî ji paradigmaya rêxistinî yên kevn dev ber nadin. Kes û grub, nerînek nû jî temsîl nake, xwediyê awayeke nû ya têkoşîn û xebatê jî nîn e. Li cem van pirsgirêkan, modela TEVKURDê ji bona rêxistina yekîtiyê jî xwediyê problemek mezin bû. Di navbeyna hiqûqa kesayetî û dezgehî de nekokî û problemên mezin derdiketin holê.
Piştî ku TEVKURD bû rêxistinek, nerînek kevn, ket nav krîxzekê, û piştgiriya heyî wenda kir.
Demek dirêj ev nehat fahm kirin. Lê piştî demek û bi taybetî jî di kongreya dawî de piraniya nûneran ev rastiya dîtin. Lê beşek nûneran di nerînên xwe yên kevnare de xwediyê îsrar bûn.
Di kongreyê de carek din derket holê ku kesên û grubên heyî, rojeva Bakurê Kurdistanê jî hîn fahm nekirine.
Ez gelek aşkere carek din diyar dikim, ku di vê merheleyê de rojeva Tevgera Bakurê Kurdistanê yekîtiya milî ya rêxistinan nîn e. Lewra rêxistinên xwediyê wate û gel temsîl dikin tune ne. Di heman dem de kevnare û statuparêz in. Mîsyonên xwe jî qedandine. Tevgera Bakurê Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk û Tevgera jakoben û otorıter, şiddetparêz ya PKKê, hewcedarî tevgerek nû, tevgerek gel, tevgerek têkoşer, tevgerek serdemê ye.
*****
Di dawiya kongreyê de zelal bû ku TEVKURD nameşe. Ji bona yekîtiyek milî şert tune ne. Loma jî divê TEVKURD dawî li jiyana xwe bîne. Di kongeryê de ji bona ku TEVKURD dawî ji jiyana xwe bîne dang dan pêk hat: 19 nûneran got “erê”, 13 nûneran got “na”, 10 nûneran jî deng nedan, lê wan jî got ku “TEVKURD bi vê awayî nameşe.” Lê ji bona ku gorî rêbaza TEVKURDê piraniya dengan ji bona fesihkirinê amade nebû, biryar hat girtin ku TEVKURD xebata xwe bide rawestandin, navenda xwe tasfiye bike, bes pênç kes li ser navê TEVKURDê bê hilbijartin, ew kesan demekê danûstandin bikin, carek din ji bona TEVKURDê kongereyek lidarxe û di wê kongreyê de bigihîje encama dawî.
Gorî baweriya min TEVKURD qediya. Loma jî min di kongreyê de eleqa xwe ya TEVKURDê birî û dawî li endametiya xwe anî. MESOPê jî xwe vekişand. Rizgariyê jî beriya vê demekê dev ji endametiya TEVKURDê berda bû. Gelek kesan jî dev ji endametiya TEVKURDê berê berda bû. Piştî kongreyê jî, kesên dev jê berdin hene û wan jî îradeya xwe diyar kiriye. Wek gruba siyasî “Dema nû” jî wek rêxistin meşandina TEVKURDê rast nabîne.
*****
Baş tê zanîn ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlonê li Bakurê Kurdistanê tevger û rêxistinên siyasî yên neteweyî û demokrat û gelerî hatin tasfiye kirin. Bes PKKê di şertên taybet de û bi piştgiriya dewletên kolonyalîst xwe ji nûve ava kir û bû hêz. Loma li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî piştî salên 1989-an avakirina tevger û rêxistinek nû di rojavê de bû. Ji bona ku ev pirsgirêke çareser bibe, çi li dervayî welêt û çi jî li welêt, çi di qada legal de û çi jî di qada îllegal de gelek hewildan pêk hatin û gav hatin avêtin. Lê ev pirsa girîng, stratejîk, jiyanî çareser nebû. TEVKURD jî, yek ji wan hewildanan bû. Ew hewildana jî, bi serneket. Sedem û berpirsiyar jî, damezrênêrên TEVKURDê ne.
Hezar mixabin, TEVKURD jî, ji bona me carek din bû hewildenek neserketî. Ez jî wek her kesekî ji vê yekê gelek xemgîn im. Lewra me hemîyan kadek mezin da TEVKURDê û gelê kurd li hêviya karên baş û serketî bû.. Pêşiyên me gotiye ku “ yê ku dest û ling bikin, dê û bav nakin.” Loma jî me bi xwe kir. Em divê ji ev hewildana TEVKURDê ders derxin û xwe jinûve ji çav derbas bikin.
Amed, 02. 03. 2011