بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 19 March 2013

SERDARÎ Û SEROKETÎ
Serdarî û seroketî du pêyvên cuda yên nezîkî hevin. Peyva serdarîyê ji darê tê, dema mîrov dara komekê, êlekî, gelekî anjî neteweyekî digre bin sîya xwe û kontrol dike; dibe serdar. Serdarî dikare bi Koma Rusipîyan rêvabiçe anjî tenya di destên mîrovekîdabe. Serdarî çiqas destên yêk kesidabe, anjî destên komek piçuk dabe ewqas ji gel dur dikeve, dijî gel dibe û li ser stuyê gel dibe nîrê zordarîyê. Serdarî çiqas destên komek mezindabe, çiqas ew koma bi dengê gel bête hilbijartin û bi dengê gel şunda bête rakişandin ewqas nezîkî gel dibe. Serdarîyê bi xwe; bi karanîna dar, mertal hun bêjin ço destpêkirîye. Di dîroka mîrovetîyêda çeka yêkem ku ketîye destên mîrovan yêkhemcar dar e, ango ço ye, durra lê gel ço berd (kevir) jî hatîye karanîn. Hinekan di nava pavejoyda bi zora ço, ango zora dar kontrola hinek koman girtin destên xwe. Hemû darên modern yên îronî ku; naha destên komên pêşketîda hene, bi xwînrijandina û mêtina keda gel avabune. Dara Împaratorîya Osmanî û ya Kaçarîyan li Îranê, li ser entrîka û birakujîyê avabibun. Kêm Împaratorên Osmanî û Kaçarî hebun ku birayên xwe nedanê kuştin, Fatîh Sultan Mehmedê Tirkan birayê xwe yî pizezk yê şeş mehî bona diwaroja dara xwe daye xendiqandin, Sultanên Osmanî kuştina birayên xwe bi “Qanunnamê” xwera kiribun helal. Li Ewropa û Emrîka heta darên gelan gîhîştin vê mertebê gelek xwîn rijî. Bîsmarkê Alamana bînîn bîra xwe, şerê Komûnarên Parîsê bînin bîra xwe, şerê Îngilîzîstan, Îrlanda û Îskoçyayê bînîn bîra xwe, ma şerê Emrîka Başur û Bakur hindik berdewamkir?! Li ser glovera me qe tu darek tune ku; li ser kedmêtinê û xwînrijandinê avanebuye.

Dîrokameda; pir rengî û pirdengîya me, romantîzim û serbestîya me; bona yêk serdarî û yêkdarîyê îcaze neda. Li seranserî Kurdistan, mîr, beg anjî her şêxê Kurd xwest ku navçeya xweda azad bije û nekeve bin bandura kesekî din. Lê belê ew neketin bin bandura hev, feqet şert û mercên nu yên navçeya me ew kirin bin bandura bîyanî ya dagirker, bandura împeryalîstan. Hinek Kurdên me axek mezin dikişînin rexneyên tund (tuj) dikin. Berku Kurd û Serdarên Kurd rêya Bîsmerkê Alaman û Sultanên Osmanîda neçune, berku wan birayên xwe û cîranên serdar yên navçeyî nekuştine û li ser xwîn û keda wan darek ava nekirine. Di vê babetêda berkû ez naxwezim li ser sedema nexwedîdarbuna Kurdan bisekinim, dîsa vedigerim ser Serdarî û seroketîyê. Eger îro hun min bipirsin min divet serdarîya Kurdan bi destxistina darê va girêdayîye. Pêwîste serîda aşîkar bête gotin ku; Kurd bi dara Faris, Ereb û Tirka li ser axa xwe nikarin bibin xwedî dar. Pewîste Kurd di her qonaxêda xwe bipirsin, bila weku komên din yên gilovera me destêmeda jî darek hebe an na, eger dixwezin, pewîste bê guman armanc destxistina darê be. Dara biyanî, darek dagirker nikare bibe dara me. Li vê cîhana kesak naxweze darê bide destên yên din, bêdar li ser golvera me tu qiymetek Kurdan nabe, di vî katîda bêdarbun bona gelekî xulametîyek şilfe, ji ber vê Kurd bona destxistina dara xwe pevîste şev û roj bixebitin, bona dara gelê xwe ne ji bona darek din.

Seroketî pêşvigarîyeke, her seroketî bona desxistina darekê nîne. Seroketî dikare destên mîrovekîdabe, destên komek piçûkdabe anjî di destên komek mezin ya ruspîyandabe. Ew yekser nayê wê maneye ku berê xwe bona destxistina darekê dide. Ew dikarê berê komê bide alîyekî, ew alî dikare doj be, bihişt jî be, dikarê bona xulametîyê û xidametîye jî be. Îro dema mîlyonan Kurdên me li ser kolan û holan qirika qîştikin û “Bijî Serok” diqîrin, pevîste bizanin çi seroketîyera dibejin bijî, pewîste ew baş bizanin ew ahwaz û qîrina wan bo çîye? Naha ez li vir dipirsim, ew serkoketîya ku hun vêra dibêjin bijî, bona serbixweyetî û yekitîya Kurdistanêye, bona Gerîla û Pêşmergeyên Kurdistane, bona Yekitîya Komarên Kurdistanê an bona yekitîya Îran, Iraq, Tirkîya û Surîyêye? Dema seroketî bona yekitîya dewletên dagirkere be dikarê bibe seroketî mixabin nikare Dara Kurdan avabike, nikare darekê bide destên gelê Kurdistan. Li vir pevîste her tim tiştek li ber çavan bête girtin; seroketî û serok bona çi darêne, bona kêne? Ew çi dixweze û gelê Kurdistan kuda bibe? Doj an bihişt?

Doj; dara dagirkerane. Bihişt dara gelê Kurdistane, darek demoqrat ya pir rengî û pir dengîye. Di mêhên dawîyêda bi hostatî û hîlebazî hêzên tarî yên dagirkerên Tirk li Bakurî Kurdistan carek din berê sedhezarên Kurd dan Enqarê û parlementoya dagirkerên Tirk. Ma we ewe sî salan virda Kurdan bona yekitîya Dara Tirkan û Mîsak-i Mîllîya wan xwîna xwe dan rijand? Na, sed carî na, hezar carî na....

Di nava vê çarçovêda min divet ji mera serdarî pewîste, serdarîya gelê Kurdistan pewîste, seroketî her tim dar û destxistina dara sîyasî nîne, dikarê berê gelê Kurd bide dojê jî. Bêçekkirina Gerîlla û Pêşmerge gelê Kurd ji dara xwe tête durxistin. Eger destên Gerîlla û Pêşmergeda çek nebe, hun bêjin dar, ço nebe gelê Kurd her roj zedetirîn bikeve bin sîya dagirkeran û ew li ser pişta gelê Kurd bireqisin. Ji ber vê pewîstîyek dîrokîye ku; Pêşmerge û Gerîlla li Kurdistan zêdetirîn ço bigirin destên xwe, seranserî glovera me hemû darên sîyasî di tiltila lûla tifingêdanê, dara sîyasî bê lûla tifingê nabe. Bi hostatî karanîna ço, Kurdan zedetirîn nezîki dara xwe dike, ji ber vê bila kesek Kurdanra nebêjî çoyê destên xwe bavejin erdê, bikin nava axê an bisotînin. Dema dagirkeran û gelên cîhanê yên din ji dev çekan berdin em jî ser vê pekhatina nû bifikirin û mehleze bikin. Dara sîyasî bê ço nabe, yên ku bêçekkirina gelê Kurdan dixwezin, nikarin ji Kurdanra bibin yar û dost, ew bi yek peyvê: Neyarin!

Ji ber vê û carek din darek sîyasî bona Kurdistanek Serbixwe û Yekitîya Kurdistan!
Darek ji bona Yekitîya Komarên Kurdistan!
Bi vî avayî Newroza gelê Kurdistan pîroz be û mîrovperwertirîn dar ya we be!

Bîşar Norşîn

19 Adar 2013

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.