بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Bîşar Norşîn on 29 October 2010

ŞERA MELLE Û MAM CELAL

Qîzamin ew qas serî hellîyê meke

Porê xwe zede şe meke

Tu ku çuy der, ke ku ban te kir demeke

Berku Tirkîya te Tirkîyek reşbeleke

Înformasyona ku min dixwest dawîya vê nîvîsêda bidim, ezê serî da bidim. Berku dudilîyek nekevî mabeyna Mam Celal û Heroxan. Mabeyna Şera Melle û Mam Celal da qe tu eleqetekî şexsî nebuye, herduyan hevûdu jî nasnedikirin. Gor sala Şera Melle dikarîya bibî dayîka Mam Celal. Bi vî şiklî dixwezim li ber lekolînên “evînên Mam Celal li Bakurî Kurdistan” bigirim.

Şera Melle gor zanîna min ji xelkê Çewlixê bu, heta salen 1970 jîyana xwe berdewam kir, ew bi xwe şaîr û fîlozof bu. Wê jîyana xwe da qe tu rûyê medresê nedîtîbûyê. Şaîrbun û fîlozofbun du dîyarîyên mezin yê Xweda bune, bona wê. Wê hezaran qezîyên xweş û helbest şunda hiştine. Gelek helbest ku naha nava gel da weku yên anonîm(1) tên dîtin yên wene. Dema sîyasetmedarê Mezin Serokdewleta Komara Iraqê Berêz Celal Talabanî berî çend roja bi hevpeyvînêkê bi destê karvanê Rojnama Akşamê ra çend mesaj dan belavkirin, Şera Melle hate bîramin.

Şera Melle di salên xwe yê dawîyêda li Stembolê dijî. Le belê qet tu car dev ji Kurdistan bernadê, nas û dostên wê, zarok, buk, nebî, xarzî û xarzîyayên we her tim tên xwe davêjin bexta wê. Rojekî roja ji Kurdistan dîsa bukek wê tê zîyareta wê, buk gelek serxweye û weku hîvek nu dibiriqe, porê wê kej û dirêje, çavên wê weku çavên xezalekê spehîne, didanê wê bê qisurin û weku mircanan dibiriqin, bejna wê ne zede kwirt ne jî zede dirêj, navkehla wê gelek ziravê, dema buk reva diçe, hemu jindar bejna xwe li ber ditewînin. Bi kwirtî ; buke Şera Melle gelek serxwe ye, Xweda ew spehî afirandîye..... Nerînek we dikarê merekî bihelîne. Di malda nan nemayê, Şera mele pîçek pere did buka xwe û dibeje: “qîzamin han tera pere here mera çend nanên teze ji firinê bistîne û were”. Buk pere xwe digire û cilûbergê xwe yên şahîyê xwe dike, dura diçe ber helîyê porê xwed şeh dike, birîyên xwe çê dike, bijêngê xwe kil dike, nîv seat derbazdibe hîna buk li ber helîyêye, Şera Melle zuda xwerin amade kirîye, tenya hevîya nanê tezeye, dema buk ji malê dernakeve û nîv seatê zedetirîn li ber helîyê (neynikê / enîyekê) dimine, Şera Melle diteqe û ristên jorin ji buka xwe ra diqirê: “Qîzamin ew qas serî hellîyê meke, porê xwe zede şe meke, tu ku çuy der ke ku ban te kir demeke, berku Tirkîya te Tirkîyek reşbeleke” Bawerim Şera Melle heta vê katê hîna jîyana xwe bidomîya li ser hevpeyvîna Mam Celal ra bigot: “Mam Celal ewqas serî devê Tirka meke, / dema derheqa Tirkîyayê da tiştek ji te pirsîn xwe bide kerrîyê û zede demeke, berku sîyaseta te sîyasetik reşbeleke”.

Balam bi gotînên xwe her kes azadê, kesik nikarê topê li ser devê kesî bixîne. Mam Celal jî di diroka Kurdistanda cîhekî taybet digirê û gotinên xwe azadê. Pewîste gor giranîya wî, gotinên wî jî giran û cîh bin, bona Kudistanek azad û serfiraz rê nîşan bidin û stûyê Kurda da nebin distarê dardayî. Wî gotinên xwe yên dawîyê carek din dilên azadîxwezin Kurd reşkir, ax li serê me, heyf, mixabin hezar carî heyf...

Ez li vir ne zede, tenya dixwezim li ser sê xala bisekinim: Mam Celal behsa demokrasîya Tirkîya dike, ma me “demokrasîya Tirkîya” nasnekirîya bila ew gotin ser çavan buna. 1922 virda me ji Dewleta Tirk çi xer dît û em sibe ji vê dewletê çi xerê bibînin. Ma Mam Celal nizanî bi navê Kurd û Kurdistan nava Tirkîyayê da karê parlementarîzmê qedaxayê. Li Tirkîya sedarsed piranîya parlementoyê destê partîyekê dabi jî, bona gorandina hinek zagonan îcaze û mecal tune. Weku mînak:: “Navê dewletê Komara Tirkîyaye, ew nava nikare beyet gorandin”. Qe tu partîyek, an grubek nava Parlemena Tirkîyayêda bona gorandina vî xalî nikare pêşnîyerekê bike, pêşnîyarekî wusa serî da qedaxayê. Bi vî şikli dehan xal hene. Ew weku eyatên Quranênê, bona gorandina van xalan peşnîyar serî da qedaxene. Bi karê parlementarîzme dewleta Tirk nayê gorandin. Mîrovên weku Recep Tayip Erdoğ parezkarên Komara Tirkîyayê ne. Bo Kurda tenya regayek heye: avitina Dewleta Tirk ji Bakurî Kurdistan, regayê din serîda puçin, bona helandin û kuştina gelê Kurdin.

Mam Celal dibejê dewra şerê çekdarîyê derbaz buye. Eger dewra şerê çekdarîyê derbaz buye, dewletên dagirker û dewletên dinê yên din bo çi her roj çekên nû çêdikin, her sal bo çi mîlyardan dolar bona kirîn û çekirina çekan xerc dikin. Ma destda çek hebun hemu gelên dinyayêra tomet nîne tenya Kurdên me yê Bakurra tomete. Li vir dixwezim pirsekê bikim, sibe dema Sûnî û Şîayên Ereb yên İraqê li gel hinek grubên Turkmên yekitîyekê çêkin û bên ser Kurdistanî Başur, YNK û Mam Celal çi bikin, di nava Dewleta da karê parlemenîzmê bikin an çekdarî li gel PDK , Goran û grubên sîyasî yên destpêkî berxwedanek çekdarî bikin?

Mam Celal dibêje, Kurdistanekî Serbixe nikare bijî, dema Kurd serbixweyetîyê îlan bikin, ambargoya Tirkîya, Surîya, İran û İraqê, Dewleta Kurd dixendiqînin, şansê jîyan Dewleta Kurd nabe. Mam Celal li vir tiştekî bîrdike: dewletên ku bingeya xwe li ser nehezkirina mîrovetîyê avakirine zu an dereng ruxandinêra mekumin, îro hemu dewletên dagirker li ser bingeyek wusa avabune, ji ber vê ew şatoyên derewanin. Kurd li Rojhilata Navîn mezintirîn milettin, dema quweta wan baş organîze be şansê dagirkeran qet tu nebe. Bi organîzasyonek modern bi dostên çak rîya serxwebuna Kurda du jî vekirî bu îro jî dîsa vekirîye. Me qet tu car Mam Celal ra negot biçin li gel Baasîyan bijin û bi karê parlementarîzmê mafê Kurdan dest xwe bixînin. Makazagona İraqê da dihat gotin: Dewleta İraqê; ji du mileta pêkte, Ereb û Kurd. Ma bo çi Kurdên me yên Başur dijî Dewleta İraqê şerê çekdarî dan?

Mam Celal dibêje ku me du partîya (YKN û PDK) li gel Dewletî Tirk dijî Partîya Karkeranî Kurdistan şerkir, serneketin, pewîste Dewletî Tirk nava xweda problemê çareser bike. Dewletî Tirk problema xwe li Kurdistan çiqas çareserdike nizanim, feqet Mam Celal li vir tiştekî tîne serê zman li gel Dewleta Tirk operasyonekî mezin, dijî kê, dijî grubek Kurd, netîce: neserketin, xwefirotin, brakujî û dîrokek qirêj. Ma va neheqîyek û bêbextîyek mezin nîne? Dijî mislehetên gelê Kurd sikinandin nîne?

Min dixwezim li vir çend peşnîyara bikim:

1-Başurî Kurdistanê İraqê va mezeliqînin, Dewleta İraqê da tu xerek bo Kurda nebuye û nebîjî

2-Bona garantîya xwe weku sîyasetmedar, weku dewlet, weku wezaret hesabên xwe rind bikin, xerc û meserîfan xwe yek bi yek binîvîsinîn, qezanca xwe heta qurişê dawiyê beyan bikin, sibe bona gendalîyê kesik pesîra we negirî û we nederxînî dadigeh. Xwirtbun û xwedî dar bun, tiştekî relatîve, dirokêda kî hat kî çu, yên ku xwe xwirt û pahlevan didîtin îro li kune? Sererd û binerdên Kurdistanê yê hemu Kurdanin, di wanda heqe hemu mîrovên ku li ser vê erdê dijin heye. Bila hun her tim serbilind bin û enîya we vekirîbe, heyfa we ku, hun destseleyedarên Emîratên Ereba biçin û navên we li gel navên wan bêne serê zman.

3-Kurdistan û taybetîji Başurî Kurdistan goma bevê kesekî nîne ku bê qanun mîrov teda hespê xwe bidin lîstîkandin. Heqê Kurden Kerkuk, Hewler an Dihokê li vir çîye, heqê Kurdên Mehabad, Qers, Qamîşlî, Şîno an Merîvan ji li vir ewe. Gor qanûnî dagirkeran li ber Kuran meyên, gor qanunî Kurdan li ber Kurdan werin. Bîrmekin maf û para Kurdên Başur ji li ser Parçeyê din ê Kurdistanê jî ewqas heye.

4-Bi qiseyên xwe run bi nanê dagirkeran ra mekin, dagirkeranra nezîk bun, berê we dide dojê.

5 -Li gel dewletên weku Tirkîya, Surîya, İran û İraqê da jîyan kuştin û helandina Kurdaye, neku li gel dagirkeran jîyan, xewn ditîna vî tiştî jî bo Kurda xetere, ji wan çiqas durkevin ji bo Kurda ewqas başe. Ji ber vê zu an dereng ji dagirkeran cebun baştire.

Mam Celal di vî katî da av li ser dilê dagirkerên Tirk û Rojnemavanên wan da berda, ew naha şahdibin û direqisin, “Kurdistanekî Serbixwe nabe, nikare bijî”. Ez li vir dixwezim carek din bînim serê zman, tîr ji kewanê zuda derket, hun bixwezin an nexwezin, Kurdistana Serbixe rêdaye, Xweda jîyana Mam Celal dirêjke û ew jî bi çavên xwe vê dewletê bibîne û bê di cîvîna yekhem ya parlementa vê deweletêda biaxife. Hun tenê werin vî alî, ji we hêztir kesek tune, Xweda dostê jêrdest û belengazayê.....

Bîşar Norşîn

27.10.2010

(1) Berê li Yunanîstana kewnd, mafê xwendinê ji bo jinan tune bu, kwir dema dihatin heft salî diçun medresê, mafê keça tunebu ew malda diman. Berku xwendin û nîvîsandin ji bona wan qedexe bu, hinek jî wan jêrzemîni ferî xwendin û nîvîsandinê dibun, dema wan tiştek dinîvîsandin weku bindenîvîs (îmza) anonîm dinîvîsandin, ango dihat vê maneye ku; nîvîskarê xwe ne dîyare.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.