بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 9 Gul 2011

Di 12-ê Hezîranê de hilbijartina giştî dê pêk bê. Li Tirkiyeyê çend partiyên siyasî û gelek kesên serbixwe dê beşdarî hilbijartinê bibin. Encama hilbijartinê jî, kêm û zedê diyar e. Wusa xuya dike ku Partiya AKê dê dîsa bi serê xwe bibe hikumet û desthilatdar.

Mirov dema ku bername û projeyên partiyên siyasî yên hilbijartinê dixwîne û ji çav derbas dike, gelek aşkere derdikeve holê ku dê di sıstem û dewleta unîter de guhertinek radîqal pêk naye.

Lê dîsa jî beriya hilbijartinê û bi taybetî jî beriya referanduma 12-ê îlona 2010-an ji aliyê Partiya AKê de gelek vekirî hat diyar kirin ku ji bona Tirkiyeyê dê makezagonek nû amade bibe. Gorî vê daxwazê jî niqaşe dom dikin, platform, rêxistinên sivîl ji bona vê xwe amade dikin, pêşniyarên xwe pêşkêşî reya giştî dikin.

Ji bona kurdan, ji encama hilbijartinê girîngtir mijar, makezagona nû ye. Dîsa encama hilbijartinê derdixe holê ku mijara makezagonê dê gorî pîvana ancama hilbijartinê û hejmaran çareser nebe. Heger mijara makezagonê gorî hejmara mebûsan çareser bibe, ew tê wateyê ku ji aliyê kurdan de tiştekî baş dê nayê rojevê. Lewra li ser navê kurdan raste rast mebûsên diçin parlamentoyê nîn in. Mebusên li ser navê BDPê biçin parlamentoyê jî, demek dirêj e ku diyar kirine ku di dewleta unîter de guhertin nekin û ji dewleta neteweyî ya tirk re xwedî derkevin. Hejmara wan jî gelek sînorkirî ye.

Pirsa makezagona nû divê gorî hejmar, temsîla kurdan û tirkan ne, divê gorî rasteqîniya Tirkiyeyê çareser bibe. Loma jî kurd, divê ji bona makezagona nû bi awayekî giştî û bi taybet, xwe bi rêxistin bikin.

*****

Hezar mixabin her çiqas di destpêkê nebe jî, pişt re dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû, biryar hat girtin ku netewe kurd û kêmnetewe tasfiye bibin, miletê tirk ji netewe kurd û kêmneteweyên din ava bibe. Dewlet jî, bibe dewletek unîter, dewleta neteweya tirk, otorîter û kolonyalîst. Kurd, bibin tirk, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar bin, Kurdistan jî bibe kolonî.

Ev sîstema dewleta tirk jî, ji aliyê Peymana Lozanê de hat erê kirin. Peymana Lozanê jî, peymanek navneteweyî bû.

Dema ku Dewleta Tirk ev peymana navneteweyî erê kir, di hundir de jî, ji bona dewletê makezagonek hat amade kirin. Her çiqas di destpêkê de ji rasteqîniyên Împaratoriya Osmanî sûd hat girtin û tesîra osmanî ya plûralîzma neteweyî û kêmneteweyî li ser makezagonê hebû jî, tu dem ev peymana û makezagona ji bona kurdan û tirkan, nebû peymanek û makezagonek dewletek hevbeş.

Hemû makezagonan, dewleta unîter terîf kir û ji bona neteweya tirk çêbûn. Loma jî Makezagona 1924-an, 1961-an, 1982-an û guhertinên di makezagonan de pêk hatin, tû dem nebûn makezagona kurdan. Kurd wek netew hatin înkar kirin û hemû mafên wan hatin xesip kirin.

Divê di destpêkê de em hemû kurd di vê rastiyê de li hevûdu bikin.

*****

Mijara din ya girîng jî ew e ku divê kurd biryara bidin ku dewletek serbixwe dixwazin, an dewletek federal û konfederal dixwazin. Hîç şik tune ye ku kurd jî, xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ne, ev mafê xwe gorî fêde û berjewendiya xwe dikarin bi kar bînin.

Kurd, heger dewletek serbixwe dixwazin ava bikin, wê demê bi neteweya tirk re hewcedariya wan peymenek hevbeş nîn e. Kurdan, piştî dewleta xwe ya serbixwe ava kirin, heger biryar dabûn ku ew dewleta bibe dewletek demokratîk û makezagonî, wê demê jî, ji bona dewleta xwe makezagonek pêk tînin.

Heta nûha jî, helwesta dewleta tirk ya kolonyalîst ji bona kurdan ji derveyî dewletek serbixwe tu çare û rê nehîştibûn.

Lê di van salên dawî de dema ku ji makezagonek nû tê bash kirin û hebûna kurdan wek netewe de facto/fîîlî hat pejirandin, derfet çêbû ku kurd û tirk bi hev re ji bona dewletek hevbeş hewil bididn. Ew dewleta jî, gorî ceribandinên neteweyên dinyayê, dewleta federal e.

Ji bona dewleta federal jî, divê peymanek nû di navbeyna neteweya kurd û tirk de pêk bê. Ev peymana xwe di qada huquqî de jî bi makezagonek nû terîf û îfade bike. Ez ji bona vê makezagonê dibêjim “Makezagona Dewleta Federal”.

Dema dewletek federal û makezagonek dewleta federal hat pejirandin, pişt re jî, ji bona Kurdistana Federe makezagonek ji bona neteweya kurd jî pêwîst dibe.

Dewleta Federal, bes dikare, ji aliyê mafên îdarî, siyasî, aborî, civakî; ji aliyê statu û desthilatdarî de di navbeyna neteweya kurd û tirk de wekhevî pêk bîne. Ew neheqiya heta neha heyî, dikare ji holê rake. Statuya kolonî ya Kurdistanê û neteweya kurd dawî bîne.

Heger di vê qonaxeyê de dewleta federal ava nebe û ji bona dewletek federal di navbeyna kurd û tirkan de makezagonek û peymanek nû çê nebe, ji bona neteweya kurd ji derveyî dewletek serbixwe tu derfetên din namîne. Loma jî makezagona nû û karaktera wê, ji bona kurdan ji tirkan jî girîngtir e.

*****

Dema şertên heyî bên nirxandin, terefa tirk dixwaze ji bona dewleta unîter makezagonek “demokratîk” gorî pîvanên Yekîtiya Ewrupayê bipejirîne. Di vê makezagonê de mafên kollektîf yên neteweya kurd, wekheviya neteweya tirk û tirk tune ye. Bes tê xwestin ku terîfa hevwelatiyê bê guhertin, mafên kesayetî ji bona kurdan bên nas kirin. Heta dikarim ev yeka jî pir zelal xuya nake.

Projeya PKK/BDPê jî, ji dewleta unîter diparêze. Projeya “xweseriya demokratîk”: Di navbeyna neteweya kurd û tirk de ji aliyê maf û statuya siyasî û îdarî de wekheviyek daxwaz nake. Neteweya kurd û Kurdistanê dike çend beşan. Sîstemek demokratîk ne, sîstemek otorîter û desthilatdariya yek partiyek daxwaz dike.

Loma jî divê kurd: Li hemberî van xebat û projeyan helwestek cûda nîşan bidin. Divê bê pejirandin ku ev merheleya, merhelek dîrokî ye.

*****

Pirsa makeagona nû ya dewleta federal, pirsa hemû kurdan e. Divê her kurdek û her dezgehek kurd ji bona makezagona dewleta federal xebat bike. Wusa diyar e ku di vê pirsê de di nav kurdan de fikrekî hevbeş tune ye. Loma ew kesên “Makezagona Dewleta federal” diparêzin ji bona vê xebat bikin.

Divê kurdên li hev dikin ji bona makezagona dewleta federal bên cem hev platformekê û an jî tevgerekê ava bikin.

Ev platforma û an tevgera divê li hemû herêman bi kurdan re civînan pêk bîne, ji bona dewletea federal makezagonekê amade bike. Bi terefa tirk û bi reya giştî ya tirk re danûsatandin bike. Di nav gelên kurd û tirk, kêmneteweyan de şiyarbûnek nû çê bike.

Ez dikarin bibêjim ku ji bona kurdan pirsa rojane û stratejîk ev e. Divê em kurd ji bona ev mijara rojane dest bidin hev û xebat bikin.

Amed, 03. 05. 2011

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.