بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 26 October 2011

Peyamner

Kurdistanî - Mesûd Barzanî: Herêma Kurdistanê bi Hemû Awayî Piştîvanîya Kurdên Sûrîye Dike

Hewlêr – (PNA) – Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di bareya bi fermî nenaskirina mafê Kurdan de li Sûrîye gilî ji opozisiyona ewî welatî dike. Mesûd Barzanî herwisa radigihîne, ku herêma Kurdistanê bi hemû rêyan û bi hemû awayekî piştîvanîya Kurdên Sûrîye dike.

Serokê herêma Kurdistanê ragihand, ku herêma Kurdistanê bi hemû awayî piştîvanî li Kurdên Sûrîye dike. Mesûd Barzanî herwisa di bareya bi fermî nenaskirina mafê Kurdan de ji alîyê opozisiyona Sûrîye ve gilî ji wan kir.

Li gor nûçeya malpera internetîya Alarabiya, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di guftûgoyeka televiziyonî de ya bi kanala Alarabiya re daxwaz ji Kurdên Rojhilata Kurdistanê (Kurdên Îranê) û Bakûrê Kurdistanê (Kurdên Turkiye) kir, ku bo gihîjtin bi mafên xwe rêyên aştîyane bi kar bihînin.

Mesûd Barzanî tekezî jî kir: ´´ herêma Kurdistanê bi hemû awayî piştîvanî li Kurdên Rojavaya Kurdistanê (Kurdên Sûrîye) dike´´.

Serokê herêma Kurdistanê di berdewamîya evê guftûgoyê de gilî ji opozisiyona Sûrîye jî kir, ku heta niha mafên Kurdên Sûrîye bi fermî nas nekiriye.

Li gel ewê çendê jî, serokê herêma Kurdistanê di bareya ayindeya Sûrîye de got:´´ guhertinên li Sûrîye pirseka navxweyî ye û peywendî bi xelkê Sûrîye ve heye´´. Barzanî herwisa behsa mijara vekişîna hêzên Amerîkayî ji Iraqê jî kir û di bareya çêbûna şerrekî navxweyî de hoşdarî da û ragihand, ku li Iraqê zemîna (bestêna) çêbûna pevçûnên wisa heye.

Serokê herêma Kurdistanê di heman demê de tekezî li ser ewê çendê jî kir, ku Kurd beşdarîyê di şerrekî wisa de nakin.

Mesûd Barzanî herwisa got, ku Kurd girêdayî yekparçeyîya xaka Iraqê ne, belê di heman demê de tekezî jî kir, ku ´´ heger milletê Kurdistanê bi rêya referandomekê deng bi serxwebûna Kurdistanê bidin, ew dê piştîvanîyê lê bikin û ew amade ne bedela egereka wisa û biryareka wisa bidin, heta heger kar bigihîje astê şerr jî´´.

S.K

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.