Hate weşandin: 26 July 2013
Aso Zagrosi
Spas Kek Îhsan dest û dilxweş
LEŞKERÊ WINDA
Ku heyetek diçe derekê
Ji bo gora Leşkerê Winda
Tacegulekê bi xwe re dibe,
Sibero eger
Bê welatê min jî heyetek wiha
Bipirde ji min " Kanî gora Leşkerê Winda?"
Dibêm "Ezbenî
Li keleka her cuhê
Li ser dîka her mizgeftê
Li ber derîyê her malê
Her dêrê
Her şikeftê
li ser tahtê her çiyayî
Li bin siya her baxî
Li Kurdistan
Li ser her bostê axê
Li bin her gazê ezmên
Şerm meke
Hin serê xwe daxe û
dayne tacegula xwe"
A. PÊŞEW