Kongreya 4-emîn a TEVKURDê, di 25. 09. 2010-an de li bajarê delal û dilê kurdan Amedê pêk hat. Kongreyê biçek bi derengî dest pê kir. Ev jî ji bona siyasetvanên kurd şoreşek bû. Lewra kongre û civînên siyasetvanên kurd gelek caran dereng dest pê dike û qiymete wextê naye zanîn.
Lê ji bona TEVKURDê, salek derengî kongre bidarxistin, kêmasiyeke mezin e.
Kongreya TEVKURDê ji aliyê damezrênêrê TEVKURDê Şêxmus Ulekî ve bi kurdî zazakî hat vekirin. Serokatiya kongreyê ji aliyê Fehîm Işikî (serok), Suphî Orakî (katib), Nusret Maçînî (katib) de hat ava kirin. Serok ji bona ku wext wenda nebe bes ji girîngiya kongreyê behs kir û dirêj qise nekir. Serokatiya kongreyê ji bona şehîdên Kurdistanê rêzgirtin pêk anî û pişt re rojeva ji aliyê Komîteya Birêvebir ya TEVKURDê de hatibû amade kirin xist deng dane û ev pêşniyara ji aliyê hemû nûnerên TEVKURDê de hat pejirandin.
Dema ku Kongreyê dest pê kir, tespît bû ku hejmara nûnerên kongreyê gorî kongreyên din yên TEVKURDê kêmtir in. Rizgarî jî her çiqas endamê dezgehî ya TEVKURDê bû jî, hat diyar kirin ku xwe ji endametiya dezgehî vekişandiye. Wê demê jî me zanî ku kongreyê, bi du hewirdorên siyasî (Dema-Nû) û bi komeleyekê (ÇIRA) û bi endamên kesayetî, dom bike.
Kongre ji aliyê serokatiyê de bi kurdî hat domandin. Ew karekî baş û helwesteke kurdî û bi konsepta TEVKURDê re jî lihevkirî bû.
Axevtina berdevik…
Piştî rêzgirtina şehîdên welêt, li ser navê TEVKURDê Sebahaddîn Korkmazî axevtinek kir. Axevtin wek her demê bi kurdî hat pêşkêş kirin. Ev bûyereke gelek erênî bû. Di axevtinê de beşa dirêj, pêvajoya avabûna TEVKURDê digirt naveroka xwe. Ji derveyî wê li ser yekîtiya neteweyî û li ser PKKê bîrûrey bi awayekî hatin ser zimên. Di wan nerînan de, nerînên li ser PKKê hatibûn ser zimên di nav xwe de pirsgirêkên girîng diyar dikirin. Ev yeka ji aliyê nûnerên kongreyê û bi taybetî jî ji aliyê Omer Ozmenî de hat rexne kirin.
Nerînên berdevikê TEVKURDê yên di derheqê yekîtiyê de bi baweriya min, gorî konsept û modela dema şerê sar bû.
Di axevtinê de, di derheqê siyaseta nasname kurd de jî agahdariyên şaş yên dîrokî hebûn. Sebahaddîn Korkmazî diyar kir ku cara yekem TEVKURDê bi nasnameya “kurd” xebat û siyaset meşandiye. Wek min di kongreyê de jî diyar kir ew ne rast e. Lewra beriya 12-îlona 1980-yî Rizgarî, Roja Welat, Ala Rizgarî, KAWA hem jî bi erêkirina hiqûqî bi kurdî xebatên xwe meşandi bûn. Piştî 12-îlona 1980-yî Weqfa Lêkolîn û Légerîna Çanda KURD (KURD-KAVê) bi kurdî, di sala 2005-an de Komeleya Kurd a Diyarbbekîrê (KURD-KOMê), bi nasnameya “kurd” xebata xwe meşandi bû û di meşînin. Heta tê zanîn ku KURD-KOMê bi kurdî û tirkî destûra xwe pêşkêşî parêzgehê kiribû.
Wek tê zanîn jî, ji bona ku di TEVKURDê de nasnameya “kurd” bê bi kar anîn, gelek niqaşe çê bibûn. Bi taybetî hevalên ku ji hewirdora Dema-Nû dihatin li dijî navê “kurd” derketin. Wusa diyar e ku beriya Kongreya 4-emîn jî li ser navê TEVKURDê niqaşe pêk hatine û ji bona TEVKURDê “Kurdistan” hatiye pêşniyar kirin. Dîsa girêdayî gelek sedeman Dema-Nû wek endamê dezgehî li dij derketiye.
Di axevtinê de ji pirsgirêkên TEVKURDê zêde nehat bahs kirin. Ev bi serê xwe kêmasiyeke mezin bû. Lewra dihat zanîn ku di TEVKURDê de xetimandin û pirsgirêkên girîng hene.
Rapora Xebatê û Malî ya TEVKURDê…
Rapora Xebatê ji aliyê Sekreterê TEVKURDê Seîd Aydogmuşî ve bi kurdı kurmancî hat pêşkêş kir. Her çiqas Seîd Aydogmuş bi xwe kurdê zazayê jî, bi kurmancî rapora xebatê pêşkêş kirin, dewlemendiyek û rengekî nû bû.
Di rapora xebatê de li ser rewşa siyasî analîz tune bûn. Di raporê de tarîfa di derheqê TEVKURDê de hatibû kirin û di pirsgirêkên TEVKURDê û çareseriya wan de jî, piştî axevtina Fuad Onenî derket holê ku di Meclîsa TEVKURDê de lihevkirinek tune ye.
Ji bona ku di Meclîsa TEVKURDê de yekîtiyeke hevbeş ya fikrî û pratîkî tune bûye, di raporê de pirsên siyasî yên rojane nehatibûn şirovekirin û pirsgirêkên TEVKURDê nehatibû diyar kirin, ji bona çareseriyê pêşniyar jî nehatibûn kirin.
Rapora Malî jî ji aliyê Fuad Onenî de bi kurdî kurmancî hat pêşkêş kirin. Ji encama rapora malî jî derket holê ku endam û berpirsiyarên TEVKURDê, ji aliyê malî de jî ji TEVKURDê re xwedî derneketine. Endametî nemaşiye. Alîkariya malî ya Rizgariyê ji aliyê malî de TEVKURD xelas kiriye û ji bona pêşerojê di mihasebeya TEVKURDê de beşek pere çêbûye.
Mêvan û nûnerên Kongreyê bi kurdî û Tirkî axevtinên xwe pêk anîn…
Beriya rapora xebatê û malî bê xwendin, mesajên rêxistin û kesan hatin xwendin. KOMKARê, Lokman Polatî, PSK (Mesut Tekî), Mazhar Zimrutî ji kongreya TEVKURDê re mesaj bi rê kiribûn.
Li ser navê HAK-PARê Bayram Bozyelî, li ser navê Gruba Dîyalogê Dîcle-Firatê Muhîddîn Batmanî axevtin kir. Mêvanan bi kurdî axevtin kirin.
Bayram Bozyelî,li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, guhertinên li Tirkiyeyê pêk tên, li ser pirsgşirêkên TEVKURDê bîrûreyên xwe anîn ser zimên. Rexneyên xwe yên di derheqê TEVKURDê de rêz kir. Gelek aşkere diyar kir ku “yekîtiya siyasî û milî ji bona ku bi hev re kar bê kirin pêk tê. Em rêxistin û kesên di TEVKURDê de endam in, em bi hev re kar nakin û siyaset nameşînin. Di hilbijartina herêmî û giştî de û di referandumê de di TEVKURDê de nerînên cihê derketin holê. Eger di hemû pirsan de em li hevûdu nekin, wê demê hewcedarî bir yekîtiyê tune ye.”
Ew nerInan wek pîvan rast in.
Min ji Bayram Bozyelî dipa ku ew pêwendiyên HAK-PARê û Hıkumetê zelal bike. Di axevtinên wî de derket holê ku bi riya Kemal Burkayî angajebûna wan ya hikumetê dom dike. Ew pirsa gorî baweriya min di nav siyasetvanên kurd de, rast tê fahm kirin. Lewra hat diyar kirin dê wê siyaseta di pêvajoya referandumê de hatiye domandin, dê bidome. Her çiqas di destpêkê de HAK-PARê, helwesta Ocalanî û nerînên wî wek Lozana 2-emîn hatibe nirxandibûn jî, ew pêvajoya heyî ya danûsatandina hikumet û PKKê wek naverok baş tê mêze kirin. Lewra Bayram Bozyelî diyar kir ku amade ne bi PKKê re jî yekîtî û hevkarî çê bikin. Ocalan mirovê dewletê be jî, dê bi wî re xebate mişterek bimeşînin.
Vê yekê jî, nerîna Bozyelî ya yekîtî jî derxist holê. Gorî Bozyelî ew kes û rêxistinên ji aliyê stratejî û armanc de ji hevûdu cûda difikirin, dikarin cephe û yekîtî ava bikin. Loma jî her çiqas PKKê dewleta unîter diparêze, li dijî dewleta federal û federe be jî, bi wan re dikarin yekîtî û hevkarî bikin.
Ev nerînên Bozyelî di heman dem de nerînên Dema-Nu ne jî, Ew jî tê wateyê ku di TEVKURDê de hewirdorên siyasî û piraniya endamên kesayetî wek stratejîk û wek armanc ji hevûdu dûr in. Ev yeka ji bona TEVKURDê pirsgirêkek girîng e.
Muhîddîn Batmanî, di axevtina xwe de diyar kir ku ji TEVKURDê gelek tişt fêr bûye. Ji bona wê serkeftina TEVKURDê xwest. “TEVKURD ji bona xwediyê nerînên radîqal e, loma pêş nakeve”, got.
Di kongreyê de gelek nûnerên kongreyê, Min, Şemseddîn, Omer Ozmenî, Ridwan, Bawer, Fuad Onenî, Bedran Acarî, Nusret Maçînî, Erîf Sevînçî, Mîrza Akarî, Seyda Alpşenî, Nuriyê Muşî, Sînan Çiftyurekî, Umîd Tektaşî, M. Elî Dînlerî, Reşad Derîkî, Evdillah Saydinî, Fehmî Demîrî, Seîd Aydogmuşî, Remezanî, Eyup Karageçîyî, Selma Xan, axevtin kir.
Nunerên TEVKURDê bi piranî axevtinên xwe û rexneyên xwe di derheqê raporan de bi kurdî pêk anîn. Lewra tê zanîn ku zimanê TEVKURDê yê fermî kurdî (kurmancî û dimilî) ye. Di kongreyê de her çiqas axevtina berpirsiyarên Dema-Nû û beşek MESOPî bi tirkî bûn jî vê yekê zerareke mezin neda konsepta TEVKURDê.
Çend tespîtên bingehî û encam…
Di Kongreya 4-emîn a TEVKURDê de derket holê ku ew nerînên, min di Kongreya 3-emîn ya TEVKURDê de anîbûn ser zimên, rast in.
1-Lewra derket holê ku endamên dezgehî û kesayetî nikarine bi hev re tevbigerin, gorî bername û destura TEVKURDê xebat bikin.
Lewra ya rêxistinek gorî hiquqa kesayetî, an jî gorî hiqûqa dezgehî dikare ava bibe. Wê demê afirandina siyasetê û pêşketina konseptê mimkun e. TEVKURD, hem gorî hiqûqa dezgehî û hem jî gorî hiqûqa kesayetî hatiye ava kirin. Herdu endametî jî dixwazin giraniyeke hevbeş çê bikin. Lê derket holê ku ew yeka dest nade. Di esas de rêxistinek hevbeş û yekîtiyê gorî hiqûqa dezgehî ava dibe, kesayetî jî di çarçeweke hiqûqeke lihevkirî de jê re piştgirî dike. Ji derveyî vê, ji yekîtiya kesayetî naye behs kirin. Lewra yekîtiya kesayetî yekîtiyeke “cepheyî” nabe, yekîtiya rêxistineke hevbeş/mişterek dibe. Ew kesên rêxistin ava kirine, dikarin di çarçeweya armanc û hiqûqekê de xwediyê îdeolojiyên cihê bin. An jî ew rêxistina dikare, ji baskên cîhê ava bibe.
TEVKURD ne alternatîfa yekemîn e, ne jî alternatîfa duyemîn e.
2-Gorî baweriya min ceribandina TEVKURDê derxist holê ku rojeva yekemîn ya Bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî û rêxistineke cepheyî jî nîn e. Rojev û hewcedarîya Bakurê Kurdistanê hewcedariyeke rêxistineke nû ya civakî, milî, kurdistanî, hevdem, demokrat û li ser bingeke nû ye.
Sîyasetvanan ji bona ku avakirian Gruba Xebatê û TEVKURDê wusa şopandibûn û fahm kiribûn, di destpêkê de bi xurtî piştgirî kirin, dema ku dîtin TEVKURD jî rêxistineke klasîk, kevneşop, statuparêz e, piştgiriya xwe paşve kişandin. Lewra piştgir ne di wê baweriyê de bûn ku TEVKURD, ji hewirdorên siyasî yên dema şerê sar ku di nav civatê de jî wek sosyolojîk hemberbûnek tune ye, ava bibe.
Rapora Xebatê ya TEVKURDê û beriya wê jî di 5-6-ê Tebaxê de civîna hatibû çêkirin de rapora ji aliyê sekreterê TEVKURDê hatibû pêşkêş kirin jî, ew rastiya dipejirand û îtîraf dike.
3-Di nav wextê û xebatê de derket holê ku TEVKURD li ser modela klasîk yên dema berê û nerîna cephêya otorîter ava bûye. Her çiqas ev rastiya naye îtiraf kirin jî, modela rêxistinê jî astengeke mezin e. Lewra di vê demê de pêwendiyên û hevkariyên rêxistinên milî û kurdistanî divê bi modelên nû bên realîze kirin.
4-Pirseke din ya girîng jî heye, ku her çiqas hewirdorên siyasî di bername û destura TEVKURDê de li hevûdu kiribin jî, di bingeh û esas a xwe li hevûdu nakin. Di desturê de li hevûdu nekirin, gelek aşkere ye. Hem hewidorên siyasî û hem jî kesayetî vê yekê tînin ser zimên.
5-Rastiyek din jî, hem di navbeyan hewirdorên siyasî û hem jî di nav kesayetiyan de jî di armanc û stratejî de nekokiyên bingehî û pir cûda hene. Derket holê ku kesên Tirkiyevî û Kurdistanî, kesên dewleta serbixwe û federal diparêzin, ew kesên radîqal û ne radîqal, kesên ku dixwazin sîstema kolonyalîst biguherin û an yên din, nikarin bi hev re di yekîtiya milî de cîh bigrin.
Loma jî, di hemû pirsên siyasî yên girîng de di TEVKURDê de lihevkirinek, çalakiyeke hevbeş û mişterek derneketiyê holê. TEVKURDê di pirsên stratejîk de, di pirsa hilbijartinan, referandumê, PKKê û pirsên din de hevbeşeiyek pêk neaniye û siyaseteke mişterek nemeşandiye.
6-Li cem vê yekê, tevgera yekîtiyê, demokrasiyeke kûr û fireh, demokrasiyeke plûral, beşdarî, hevdem dixwaze. TEVKURD di vê pirsê de jî di sinifê (wanê) de maye. Berpirsiyarên TEVKURDê teng fikirîne, ew kesên wek wan nafikirin ji xebatê dûr xistine. Ceribandina Kovarê ji bona vê minakeke gelek balkêş e. Ji bona ku ez di kovarê de nivîs nenivîsînim biryar hatiye girtin. Ev zaaf a demokrasiyê di qadên din de jî gelek aşkere derdikevin holê.
* Di encamê derket holê ku TEVKURDbi ev modela rêxistinî nikare bê meşandin. Kongreyê biryar girt ku TEVKURD bes karên pratîk yên rutîn bike û ji bona modelê biguhere guhertina desturê bike, di 6 mehan de kongreyekê pêk bîne û bigihîje encamê.
Ez hêvîdar im, bi beşdariyeke gelek fireh û dewlemed ew kara bê meşandin.
Ez ji bona Meclîsa nû jî serkeftin dixwazim.
Amed, 28. 09. 2010