بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 23 September 2010
 

Konferans û Kongreya Kurdistanî bi deh salan e ku li Kurdistanê tê minaqeşe kirin û ji bona lidarxistina wê hewil tê dayîn. Hezar mixabin di vê pirsê de dîsa deh salan e ku encam jî nayê girtin. Lê li ser sedemên vê jî nayê sekinandin û loma jî her demê ji ciyekê tê dest pê kirin lê li ciyekî din ev xebata tê rawestandin. Pişt re jî her rêxistineke Kurdistanê hevdu tewanbar dikin. Di van demên dawî de jî dîsa bi pêşniyara PKKê/BDPê pirsa konferansa kurdistanî ya navneteweyî hat rojevê. Heyeteke wan a di bin serokatiya Ehmed Turkî de ew pêşniyara ji serokê Dewleta Federa ya Kurdistanê Mesud Berzanî û serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re pêşkêş kir. Di encama hevûdîtinan de, ji aliyê PKKê/BDPê hat diyar kirin ku terefa Dewleta Federe ya Kurdistanê di vê pirsê de êrînî ye.

Rastî jî dema ez rewşa PKKê/BDPê, bi taybetî jî rewş û berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê, ceribandinên xebatên li ser kongre û konferansê Kurdistanê ji çav derbas dikim, ev agahdariya ji bona min rast xuya nake. Di heman dem de ev agahdariya li dijî berjewendiya dewleta federe ya Kurdistanê xuya dike.

*****

Rastiyek heye ku Kurdistan çar parçe ye. Dema ku li parçeyek û beşek Kurdistanê tevgera neteweyî diqewime, dewletên kolonyalîst (Îran, Iraq, Tirkiye, Suriye) li hemberî vê tevgerê bi hev re tevdigerin û ji bona ku pêşiya wê tevgerê bê girtin û ev tevgera li ser beşên din bandor û tesîr neke di navbeyna xwe de tîfaq û eniyên leşkerî, siyasî, dîplomömatîq pêk tînin. Divê ku li hemberî van dewletên kolonyalîst jî rêxsitin û partiyên Kurdistanê di nav xwe de tîfaq û koalîsyon û blok û eniyan pêk bînin.

Hezar mixabin ceribandin nîşan didin ku dewletên kolonyalîst gelek bi hêsanî di nav xwe de tîfaq û eniyan pêk anine, rêxistin û partiyên Kurdistanê nikariye bi hevre tîfaq, enî, koalîsyon, blokan ava bikin. Ev yeka jî bê sedem nîne û ji bêaqilbûna kurdan jî naye. Ji bona pêknehatina enî û bloka kurd sedemên cidî hene.

Dewletên kolonyalîst ji aliyê berjewendiya giştî û taybetî de xwediyê pozîsyon û helwesteke mişterek in. Hezar mixabin rêxistin û partiyên Kurdistanê her çiqas di çarçewa berjewendiya giştî ya neteweyî de xwediyê helwesteke mişterek in jî, di çarçewa berjewendiyên taybetî de ji hev dûr in. Loma jî bi hev re nikarin enî û tîfaqan pêk bînin. Dewletên kolonyalîst xwediyê formeke diyar in û di encamê de dewlet in. Her dewletek kêm û zêde ji aliyê berjewendiyan de wek hev tev digerin. Di heman dem de dema ku li hemberî tevgera kurd li parçeyekê helwesteke mişterek û tîfaqekê pêk tînin, problemek der nakeve. Kes û dewletek jî ji tîfaqên wan re îtiraz nakin.

Lê rewşa hêzên Kurdistanê wusa nîne. Wek mînak di salên 1970yî û 1980yî de dema ku xebata konferans û kongereyên kurdî pêk dihatin, rewşa her parçeyekî, bi taybetî jî rewşa rêxistin û partiyên kurdan çibûn, divê em wê yekê binin ber çav.

Wê demê hîç rêxistin û partiyek li Kurdistanê desthilatdar nebû. Her parçeyê Kurdistanê wek statu wek hevûdû bûn. Di vê pirsê de pirsgirêk tune bû. Lê hezar mixabin wê demê li her parçeyek Kurdistanê rêxistin û partiyan pêwendiyên wan bi dewletên kolonyalîst re hebûn. PDK Iraqê û YNKê bi Îran û Suriyeyê re, PDK a Îranê û Komeleya Zehmetkêşan bi Iraqê re, PKKê bi İranê, Iraqê, Suriyeyê, Tirkiyeyê re xwediyê pêwendiyên siyasî û maddî bûn. Dema ku di navbeyna hêzên Kurdistanê de konferansek û kongreyek dihat rojevê, her çiqas ev sedema û pozîsyona wek asteng nedihat nîşan dan jî, ev rewşa dibû sedem ku di navbeyna rêxistin û partiyên Kurdistanê de tîfaq çê nebin û enî û koalîsyon ava nebin. Rastî jî ev xebata Kongreya Kurdistanê ya di sala 1979-an de dest pê kiribû, girêdayî vê sedemê û girêdayî şerên di nav rêxistinên Kurdistanê de neçû serî û encam jê nehat girtin.

Helbet rewş, helwest, qerektera rêxistin û partiyan jî di pirsa kongreya Kurdistanê de astengî derdixist holê. Ev qarektera îdeolojîk ya rêxistinên Kurdistanê gorî şertên dema şerê sar, dijitiya sîstema sosyalîst û sîstama kapîtalîst/demokrtatîk jî şikil digirt. Pêwendiyên bi wan sîsteman re jî, cûdebûnek û dûrbûnek dixist nav rêxistin û partiyên Kurdistanê.

*****

Dema ku em îro rewşa Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê şirove bikin, rastiyên din derdikevin holê. Divê gorî wan rastiyan rewş bê şirove kirin û gorî wan rastiyan di navbeyna rêxistinên Kurdistanê de konferans û kongreyeke neteweyî pêk tê û an naye, bê diyar kirin.

Divê qonaxeyê de statuya her parçekî kurdistanê ji hevûdu cûda ne. Li Başurê Kurdistanê ji aliyê statûyê de guhertinek bingehî pêk hatiye. Li Başurê Kurdistanê kurd desthilatdar in û li Kurdistanê dewleteke federe ava bûye, meclîs û hikumeta Kurdistanê û hêzên leşkerî yên Kurdistanê hene. Di vê qonaxeyê de ji berjewendî û helwesta partiyên Başurê Kurdistanê nayê qal kirin. Ji berjewendî û helwesta hikumetê û deweleta federe dê bê qal kirin. Loma jî di Konferansa Kurdistanî ya Navneteweyî de li Başurê Kurdistanê hikumet û dezgehên dewleta federe teref in. Li Bakurê, Rojhilata Kurdistanê û Başurê-Rojavayê Kurdistanê statuyek ji kolonyalîstî paşvetir û heta dikarim bibêjim ku statuyek tune ye. Li Bakurê Kurdistanê hêzek PKKê/BDPê gelek xurt e, rêxistin û partiyên din di nav gel de tiştekî temsîl û îfade nakin. Li Rojhilata Kurdistanê PDK Îranê û Komele, li Başurê-Rojavayê Kurdistanê 13 rêxistin û partî hene.

Li her beşekî Kurdistanê armancên her rêxistinekê ji hevûdu cihê ne. Li Başurê Kurdistanê, avakirina dewleta federe girîng e. Li Bakurê Kurdistanê PKKê/BDPê her çiqas li çend bajarên Kurdistanê desthilatdar e jî, armanca PKKê/BDPê gorî her şertekî tê guhertin. Armanca PKKê dûho “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê” bû, di vê qonaxê de jî, “Xweseriya Demokratîk” e. PKKê/BDPê bi ev armanca xwe neteweya kurd û Kurdistanê dike çend beşan. Di heman dem de PKKê, hem beriya 2003an û hem jî piştî 2003-an dewleta federe ya Kurdistanê ava bû, ji dewleta federe re dijiminitî dikir. Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hemû nebin jî, gelek rêxistinan dewletên federal û Kurdistaneke federe wek armanc pejirandine.

Ji aliyê metod û rejimên tên pejirandin jî, di navbeyna rêxistin û partiyên Kurdistanê de ferqên mezin hene. Dewleta Federe ya Kurdistanê riya aşitî û demokratîk, rejima demokratîk pejirandiye. PKKê hem bi şidetê bawer e, hem jî rêxistineke siyasî û demokrat jî nîne. Partiyeke otorîter û faşîzan e. PKKê bes li Bakurê Kurdistanê ne û di heman dem de li Rojhilata Kurdistanê û Başurê Rojavayê Kurdistanê jî xwediyê problemên ne maqul û ne rasyonel e.

Problemeke din ya mezin jî ew e ku PKKê dixwaze li hemû beşên Kurdistanê bibe desthilatdara siyasî û leşkerî. Loma jî hemû beşên Kurdistane rêxistinên xwe avakirine, dixwaze li hemû Kurdistanê bibe bedîl. Ev jî dibe sedem ku di navbeyna rêxistinên Kurdistanê û PKKê de asteng, nekokî, heta şer derkeve holê.

Berjewendî û pêwendiyên hemû beşan jî, ji hevûdu cihê ne. Bi taybetî jî, berjewendî û pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û PKKê ji hevûdu cûda ne. Berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê dest dide ku bi hemû dewletên rojhilata navîn re, bi dewleta Îranê, Tirkiyeyê, Suriyeyê re pêwendiyan pek bîne. PKKê, bi hemû dewletên cîran re xwediyê problem e û heta beşekî re dijmin e. Desthilatdariya sivîl ya Tirkiyeyê (dewleta kûr her çiqas nebe jî), Îran û heta Suriye bi PKKê re di nav şerekî de ne.

Pirsgirêke mezin ya din jî, PKK ê li Başurê Kurdistanê hêzek dagirker e. Her demê dema dewletên kolonyalîst xwestine, li hemberî Başurê Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê bi kar anîne. Di vê qonaxê de jî ev xeteriya dom dike.

Pirsa din ya girîng jî, PKKê, projeya Dewleta Tirk e. PKKê her demê xizmetî Dewleta Tirk kir û nûha jî xizmetî Dewleta Tirk dike. Bi PKKê re yekîtî raste rast ji dewleta tirk re xizmet dike û berjewendiya neteweya kurd li hemû beşên Kurdistanê bin pê dike.

*****

Ji bona van sedeman, di ev qonaxê û şertan de lidarxistina Konferansa Kurdistanî ya Nevneteweyî ya ku bi naveroke PKKê tê fikirandin mimkûn nîne. Dema ku bê lidarxistin jî, ne li berjewendiya neteweya kurd û bi taybetî jî ne li berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ev konferansa ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê xeteriyên mezin tîne rojevê.

Divê Konferansa Kurdistanî ya Navneteweyî nayê bidarxistin. Dewleta Federe ya Kurdistanê gorî parametre û pîvanên xwe ji tevgera beşên din yên Kurdistanê re bibe alîkar û ji bona çareserkirina pirsgirêkên wan beşan wek dewleteke kurd tevbigere. Wek rêxistinekê tevgerandina Dewleta Federe ya Kurdistanê, zerarek mezin dide Dewleta Federe ya Kurdistanê jî û tevgera Kurdistanê jî.

Enqere, 19. 09. 2010

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.