بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 19 February 2011

 

Komara Tirkiyeyê li ser tunekirin û înkarkirina neteweya kurd peşve çû. Wek tê zanîn piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû û hewcedariya wê ji kurdan re nema, ji bona xwe siyaseteke fermî pejirand. Komara Tirkiyeyê îddia kir ku neteweya kurd tune ye û “kurd, tirk in.”

Lê hîç şik tune ye ku ev siyaseta fermî ya dewleta tirk; bi rastiya dîrokî, çandî, zimanî, cografî ya Kurdan re nekokiyeke mezin teşkîl dikir. Lewra neteweya kurd runiştvanên dîrokî yê Rojhilata Navîn bûn. Tirk, pişt re ji Asyeyê Navîn hatine li Rojhilata Navîn bi cîh bûne. Tirk, xwediye zimanê tirkî ne, kurd xwediyê zimanê kurdî ne. Kurd û Tirk bi her awayî, bi çand, bi kevneşopî, edet û toreyên xwe du miletên ji hevûdu cûda ne.

Dewleta Tirk, dema ku digot, “kurd, tirk in” jî, Kurdan tirkî nedizanî û nedixwast in ku tirkî fêr jî bibin. Loma jî Dewleta tirk, girêdayî siyaset û nerîna xwe ya fermî ya îdeolojîk, siyaset û nerîneke din ya fermî bipejirîne. Ew siyaset û nerîna fermî jî, tirkkirina kurdan bû. Tirkkirina kurdan jî, jiholêrakirina hêjayiyên kurdan, çand û zimanê kurdî dibû.

Beriya ku Dewleta tirk, kurdan fizîkî bikuje, biryara jenosîd û jiholêrakirina miletê kurd dabû. Dewleta tirk, ji bona ku kurdan ji holê rake, mecbûr bû ku miletê kurd bi her awayî û bi her metodê ji holê rake.

Di demên asayî de bi fêrkirina ziman û çanda tirkî ev siyaseta jenosîd û jiholêrakirina kurdan hat meşandin. Di demên ku miletê kurd ji bona mafên xwe yê neteweyî û desthilatdarî ket nav têkoşîn û serîhildanê, ev car jî bi komkujî û bi qetlîamê jenosîda kurdan hat domandin.

Dewleta tirk, ew komkujiya xwe, piştî serîhildanên neteweya kurd bi sîstematîk û bi plan meşand. Di sala 1919-an de dema ku kurdan li Koçgiriyê ji bona serxwebûna Kurdistanê û azadiya xwe mecbûr bûn ku serîhildin û li hemberî dewletê çek bi kar bînin, siyaseta dewleta tirk ya komkujiyê dest pê kir. Ev komkujî û jenosîda dewleta tirk, heta sala 1938-an, dema ku xwastin ku statuya Dersîmê ya xweser û otonom ji holê rake, gelek aşkere domand.

Dewleta tirk, di 19 salan de bi sedhezaran kurd kuşt. Serokê miletê kurd bi kuştinê ji holê rakir. Ji bona ku li Kurdistanê kurd nemînin, gund, bajerok, bajar vala kir, bi sedhezaran kurd sirgun kir.

Di sala sala 1938-an de piştî ku serîhildanên kurdan bi zor û bi barbariyê hatin temirandin, ev car jenosîda ziman, çand û hêjayiyên din yên miletê kurd domand.

Loma jî jenosîda kurdan, wek jenosîda ermeniyan bi demekê sînorkirî nîn e. Jenosîdeke domdar e. Bi her awayî dom dike.

Dewleta tirk, di salên 70-yî de piştî ku dît nikare pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre, ev car bi awayekî din xwest ku jenosıda xwe bidomîne. Ev metoda jenosîda dewleta tirk, metoda “kurd bi kurdan kuştin” bû û tevgera kurdan ji hûndirê wê de teslîm girtin bû.

Encama ev siyaseta jenosîdî û qirêj, piştî şerê dewletê û PKKê yê bi plan, jenosîdeke aşkere ya fizikî û çandî hat holê. Piştî sala 1979-an û bi taybetî jî piştî sala 1984-an heta îro, ji sedhezarî zêdetir kurd hatin kuştin. Ji sê hezaran zêdetir gundên Kurdistanê hatin vala kirin. ji 4 mîlyonî kurd zêdetir kurd ji Kurdistanê hatin derxistin, çûn li rojava herêma tirkan bi cîh bûn.

Ev bûyer û pêvajoya bi xwe jî gelek aşkere diyar dike ku jenosîda dewleta tirk ya li hemberî neteweya kurd, jenosîdeke domdar û dirêj e. Di vê qonaxê de jî, ev jenosîda di jiyana kurdan û her kurdekî de tê domandin.

*****

Jenosîda Dersîmê, di sala 1938-an de pê hat. Jenosîda Dersımê di van salên dawî de ji aliyê berpirsiyarên fermî yên tirkan de jî hat ser zimên. Di van demên dawî de di destpêkê de berpirsiyarê partiya CHPê yê nîjadperest Onur Oymen jenosîda Dersîmê anî ser zimên û parast. Pişt re ji bo hesabên siyasî serok wezîr û berpirsiyarên Partiya AKê ev jenosîda anîn ser zimên; ew bi awayekî domdar jî tînin ser zimên; di van rojên dawî de serokwezîr jenosîda Dersîmê li hemberî CHPê bi kar anî û CHPê ji vê jenosîdê tewanbar kir.

Ji bona ku CHPê avakarê dewletê ye û heta sala 1950-yî jî bi serê xwe li Tirkiyeyê desthilatdara siyasî bûye, di serî de ji jenosîda Dersîmê û ji hemû jenosîda kurdan berpirsiyar e. Lê ev berpirsiyarî ya dewletê ye. Jenosîda kurdan ya domdar, ji derveyî CHPê, ji aliyê hikumetên din de jî hatiye domandin.

Loma jî dewleta tirk bi hemû dezgeh, hikumet û partiyên xwe yên siyasî, ji jenosîda kurdan ya domdar berpirsiyar in.

*****

Jenosîda Dersîmê, bi serê xwe jenosîdek nîn e. Jenosîd û komkujiya di sala 1938-an de pêk hat û heta îro dom dike, beşek û xelekek ji jenosîda neteweya kurd e. Jenosîda Dersîmê heger beşek ji jenosîda Kurdistanê nayê pejirandin û şirove kirin, îzaha wê jenosîdê û jenosîda kurdan ya domdar mimkun nabe.

Terefên tirk dixwazin ku jenosîda Dersımê ji jenosîda domdar ya kurdan biqetînin, wek bûyerek xweser şirove bikin. Ew ji aliyê wan de tê fahm kirin. Terefên tirk, bi ev siyaseta xwe, dixwazin dewleta xwe biparêzin, dîroka xwe ya barbarî paqij bikin.

Beşek kurd, siyasetvan û rewşenbîrên kurd jî, bi zanatî û bi nezanatî, ji vê siyaseta dewleta tirk û terefên tirk re xizmet dikin. Dixwazin jenosîda Dersîmê ji ya neteweya kurd veqetînin.

Ev şaşiyeke mezin e. Divê her kurdak li dijî vê nerîn û siyaseta nerast derkeve.

****

Ji bona jenosîda kurdan ya li Dersîmê di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de vebe û bibe rojane, qempanyayekê dest pê kiriye. Ew hewildeneke gelek baş e û dîrokî ye. Divê her kurdek ji vê qempanyayê re bibe alîkar û xwedî derkeve.

Bi taybetI jî, siyasetvan, rewşenbîr, hûnermendên kurdan ji bona vê hewildanê bi aktifî xebat bikin û ji bo vê dozê belgeyan bicivînin û ji parêzerên dozê re bişînin. Dema ku vê dozê dest pê kir, bibin mudahîlê vê dozê.

Ev doza dê bibe dozek dîrokî. Ev doza dê ji bona jenosîda domdar ya neteweya kurd jî bibe emsal.

Amed, 11. 02. 2011

 

 

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.