Li Tirkiyeyê, di vê qonaxa dawî de, pirsa girîng û rojeve serek guhertina makezagonê û girêdayî guhertina makezagonê referandum e. Li ser makezagonê li Kurdistanê jî gengeşiyên gelek xurt û piralî dom dikin. Li Kurdistanê ji derveyî hêzên heyî yên kurdperwer helwesteke cûda, ji van hêzen xweser xuya dike derket holê. Wek tê zanîn li Kurdistanê ji bona referandumê helwesta Partiya AKê “erê” ye û helwesta PKKê/BDPê “boykot” e. Helwesta komikên kurdperwer û piraniya rewşenbîrên kurd bi aktifî û bi pasıfî “erê” ye.
Li Kurdistanê ji derveyî van helwestan, helwesta rêxistinên sivîl yên sinifên serdest girîng e. BDPê li bendê bû ku ew rêxistinên sivîl jî li hemberî referandumê bibêjin “boykot”. Lê wusa nebû û wan rêxistinan girêdayî berjewendiya giştî ya gelê kurd, demokratîzebûna Tirkiyeyê, makezagoneke nû, mahkûmkirina rejîma 12-ê îlona 1980yî ya faşîst-kolonyalîst helwesta xwe ji aliyê “erê” de diyar kirin. Ji bona ku van rêxistinan pircaran li cem BDPê helwest nîşan dane, helwesta wan ya nû BDPê gelek eciz kir. Serokê hevbeş yê BDPê Selaheddîn Demîrtaşî ev rêxistinan û berpirsiyarên wan bi bêexlaqî binav kir û diyar kir ku “ew rêxistinan gelê kurd û Diyarbekîrê temsîl nakin.” Pişt re jî Ocalan, ji Îmraliyê êrişî van rêxistinan kir û ew tehdît kirin. Hêzên sivîl yên sermeyadar yên li Dîyarbekîrê jî, ji helwesta xwe re xwedî derketin, bersîvên “makul”, lê “dudil” dan wan.
Piştî van minaqeşeyan, hat diyar kirin ku li Kurdistanê beşbûnek nû ya civakî û sinifî derdikeve holê. Beşek kes jî gelek eşkere helwesta rêxistinên sivîl yên li Dîyarbekîrê wek helwesta “burjuvaziyê kurd” binav kir. Li ser ev kategoriya nû ya kurd jî di televîzyon û rojnameyan de minaqeşiyên cidî hatin rojevê. Ev minaqeşeyan jî hîn dom dikin û divê dom jî bikin.
Ev gengeşiyan beşek rewşa rastiyê diyar dike. Gelo rastî çi ye û divê çi bibe? Gerek em li ser van du opsîyonan rawestin.
*****
Li Împeratoriya Osmanî di sala 1840î û di sala 1880yî de tevgera milî ya kurd di bin serokatiya Berdîrxaniyan û Şêx Ubeydulllah Nehrî de dest pê kir û di nav gel de piştgirî girt û xurt bû. Hezar mixabin herdu tevger jî negihîştin armanca xwe ya serxwebûnê.
Bedîrxanî mîrên Kurdistanê bûn, Nehrî jî, şêxê Kurdistanê û naqşibendî bû. Ev pêvajoya, ji bona tevgerên milî yên li dinyayê pêvajoyeke gelek xwezayî bû. Tevgera milî ya Kurdistanê jî, di bin serokatiya çînên/sinifên serdest de hatin meşandin.
Di destpêka sedsala 20-an de jî, rêxistinên kurd û Kurdistanî yên li Stenbolê û li Kurdistanê ava bibûn, di bin pêşengiya sinifên serdest (mîr, şêx, axa, serokeşîr, esnaf) de bi piştgiriya hemû tebeqeyên xebatkar yên Kurdistanê ava bibûn. Loma jî, Serîhildana Koçgiriyê, Serîhildana Beytûlşebabê, serîhildana di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî de di sala 1925-an de qewimî bû, Serîhildana Agriyê, Berxwedana Dersîmê, di bin serokatiya sinif û tebeqeyên serdest de pêk hatin û hatin meşandin. Lê ew serîhidanan bi zora milîter ya dewletê şikest xwarin, serokên tevgerên Kurdistanê hatin îdam kirin, qetlîam û jenosîdek girseyî pêk hat, Kurdistan hat şewitandin, bi girseyî kurd hatin sirgûn kirin, hemû mafên neteweyî yên gelê kurd hatin xesip kirin.
Girêdayî van xeteriyan, xeteriya mezin ew bû ku sinifên serdest yên Kurdistanê, hatin tasfiye kirin, ji derveyî dîrokê û tevgera milî ya siyasî hatin hiştin. Sinifên serdest bênasnameya xwe mecbûr bûn ku piştî salên 1946an di partiyên dewleta tirk CHPê û DPê de cîh bigrin.
*****
Vê rewşê û bêdengiyê heta salên 1959an domand. Grubek xwendevanê Kurdistanê li bajarên mezin yên Tirkiyeyê dest bi xebatek milî kirin. Lê ev xebata di heman sal de ket bin êrîşa dewleta tirk û ew kesên hewildar hatin hepis kirin.
Di navîna sala 1960yî de kurdan bi nasnameya xwe ya bi îdeolojiya çep hatibû sînorkirin, di nav Partiya Karkera Tirkiyeyê de dest bi xebatê kirin.
Kurdan di sala 1965an de bi nasnameya xwe ya milî û kurdistanî derketin qeda siyasetê. Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), di sala 1965-an de bi awayekî îllegal û veşartî ava bû. Hezar mixabin ji bona ku damezrênerên partiyê profesyonel nebûn û sinifên serdest ji bona ku ji derveyî dîrok û tevgera milî ya kurd hatibû hiştin, PDK-Tê xurt nebû û di nav gel de nikarî tevgereke civakî ya xurt pêk bîne.
Di sala 1969-an de bi damezirandina DDKOyê, di vê pirsê de gavek hat avêtin. Lê temena vê pêvajoyê dirêj nebû û bi darbeya leşkerî ya 1971-an ev pêvajoya ji holê rabû.
Piştî sala 1974-an ew beşa burjuvaziyê biçûk yê xwendayên Kurdistanê û proletaryaya lumpen ji tevgera milî ya kurd re pêşengî kir. Ev beşa civata kurd jî, di paşila çand û îdeolojiya kemalîst ya tirk de mezin bibû. Her çiqas vê beşê civakê, ev îdeolojiya kemalîst red jî dikir, nedikarî ji bin bandora vê îdeolojiyê xelas bibe, Bi taybetî dema ku ev beşa civata kurd dema lenînîzm, stalînîzm, maoîzm jî pejirand, elîta kemalîst li Tirkiyeyê, elîta stalînîst li yekîtiya sovyetan çi sîstem, rê û rêbaz, kîjan modelên rêxistinan, stratejiyên têkoşînê meşandine, ev beşa civaka kurd jî di heman rê de meşiya. Di encamê de modelek otorîter û faşîzan ava kir. Ew klîka bi piştgiriya dewleta tirk ava bibû –ku ev klîka PKKê ye- li Bakurê Kurdistanê sîstemeke otorîter û faşîzan damezirand û îradeya gel xesip kir. Ev rêxistina dixwaze li beşên din ên Kurdistanê jî desthilatdar be. Ji bona vê jî li hemû beşên Kurdistanê rêxistinên girêdayî xwe ava kiriye.
PKKê di hemandem de ji bona ku projeya dewletê ye, sîstema ji aliyê wê de hatiye ava kirin, sîstemeke milî û aîdî neteweya kurd jî nîne. Loma jî neteweya kurd bi çend babetan di bin tade û xeteriyê de ye.
Neteweya kurd jî bes bi tevgereke nû ya civakî û kurdistanî dikare ji vê xeteriyê xelas bibe û di cıvata kurd de dengeyên civatê opsîyoneke xwezayî qezenç bike.
Wek tê zanîn pirsên milî, pirsên hemû sinif û tebeqeyên civatê ne. Dema ku welatek kolonî û bindest be, tê wê wateyê ku hemû sinif û tebeqeyên wî welatî bindest in. Serxwebûn û azadiya welat, pirsa hemû sinif û tebeqeyên wî neteweyî ne. Dema ku hemû sinif û tebeqeyên wî neteweyî bi hev re, lê bi rêxistinên cihê nekevin nav têkoşînekê, ev yeka bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.
Ev rastiyan ji bona me û neteweya me jî derbas dibe. Li Kurdistanê jî pirsa azadî û serxwebûna welêt, qezençkirina mafên neteweyî û di serî de jî mafê desthilatdarî/serwerî, pirsa hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê ne. Hezar mixabin, encama siyaseta dewletê, piştî salên 1959an hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê neketin nav Tevgera Bakurê Kurdistanê. Barê azadî û serxwebûna Kurdistanê negirt ser milê xwe.
Loma jî li Bakurê Kurdistanê hewcedarî bi tevgereke nû ya civakî, rasyonal, bi hêjayiyên civatê re lihevkirî, bi dinyaya demokratîk û hevdem re xwediyê pêwendî, kurd û kurdistanî heye. Ev tevgera jî, bi destê sinif û tebeqeyek nû, bi destê burjuwaziya Kurdistanê, axa, mîr, şêx, serok eşîr, karkert û gundî, jin û merên kurd, kal û cîwanên Kurdistanê dikare ava bibe.
Di vê qonaxa dawî de helwest û qewimandinê derdikevin holê, hewildanên siyasî yên nû û hewildana me ji bona vê yekê ye.
Helwesta rêxistinên sermeyadarên Kurdistanê yên vê dawî jî, nîşan ji bona vê pêvajoyê ye. Lê ev hewildana rêxistinên sivîl yên sermeyadarên kurd, ji her alî de nîşanî vê yekê nîn e. Lewra sermeyadarên kurd, ji aliyê siyasî de jî, hîn bi sîstem û partiyên dewletê re pêwendiyên xwe dom dikin. Pêwendiyên wan yên aborî û îktîsadî bi sîstemaserdest û dewleta tirk re tiştekî gelek xwezayî ye. Lewra sîstema global pêwendiyên aborî navneteweyî dike. Ev yeka ji bona siyasetê jî derbas dibe. Lê di siyesetê de ji heremîbûn û neteweyîbûnê, ji bona globalîzm û navnetweyîbûnê jê nayê berdan.
Di van rojên dawî de serokê odeya sanayî ya Diyarbekîrê Raîf Turk (ev kevnesosyalîstek û maoîstek e) di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Vatanê de dibêje ku “em kurd du alan û xweserî naxwazin.”
Ev jî bêqerardariya sinifa serdest û pozîsyona wê ya îro nîşan dide. Divê ji rewşê derkevin.
Amed, 07. 09. 2010