بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 22 August 2010

Melle Emer yê Hîzan'ê, rojek li ga yê xwe sîwar dibe û berê xwe dide Bêdlîs ê.
Li Bêdlîs'ê bezandina hespan e.
Sîwarên hespan dibînin kû Melle Emer li ga sîwar buye û dixwaze beshdarê bezê bibe (at yarisi).
Ji wan yek berî dide Melle Emer û dibêje;
"heyran ma xêre, tu jî dibînî kû yê dixwazin beshdarê bezê bibin li hespên xwe sîwar bune. Tu jî li ga sîwar buyî. De ji
kerema xwe ji nav me derkeve ku em dest bi bezandina hespên xwe bikin."
Mele vedigere wek bersiv;
"bra welleh ez ji bi ga yê xwe dibim beshdar..." dibêje.
Sîwarê hespê;
"ga nikare bi hespanre bibeze. Ma tu nizanî?"
Mele;
"welleh dema ku ev ga gollik bu, rev li xwe dixist û hespan nedikarî bigehishe. Ger xwîyê xwe guhertîye ez nizanim."

Zagona 12 Îlonê û yê din bi destê leshkerên Tirkan pêk hat. Evaye ya yekemîne ku sivîlan dest da ser û dixwazin
di xalek te ser bikevin.
Li hemberê vîya yê disekinin CHP+MHP+General û Boyqotchî...
Em bixwazin nexwazin Kurd hina di rewsha ku Tirkan ji wanre rewa dîtîye di wî rewshêdene. Ewê herin ser sanduqê
û deng bidin.
Hinek ji wana ewê bêjin 'erê',hinek jî bêjin 'na'.
Min ji dayîka xwere got; ger terî deng didî, bila rengê dengê te erê be.
Chima ku di zagona 12 îlonêde dibe ku qulek vebe. Di wî qulika chukte tu dikarî wecê generala bibînî û bejî
Generalo generalo agir bi mala te keto,te gund xira kir, te zav û zechên me li ber mîratan xist, te bi zagona xwe ya 1920'a heta îro da dadgehkirin.
Roj hebu bi navê îstîklal mahkemesî, roj hat bi nave dadgeha leshkerî...roj bu bi navê sikiyonetim mahkemesî...
velhasil bi her navî; mêr û mêrxas dihatin daliqandin.
Yê ku 12 îlonê de di zîndanên Tirkan de bi zagona Generalan dihatin dadgehkirin ku xwîyê neguhertine ewê bibêjin erê.
Ger xwîyê guhertibin jî dibe ku herin ba Melle Emerê Hizanî.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.