بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 20 June 2015

DENGDAN - 2

Min berî dengdana sala 2011, nîvîsa „Kwiro Îso Tu naxwezî bibî mebus?“ nivîsî. Di vê nivîsêda min dîrok, rasteyetî û îronî bi hevqelibandibu. Di vê nivîsêda kalemêrekî dixwest bona mebusbunê, Îso yê Dengbêj, hezkirî û navûdeng bona dengdanê amada bike, berku ew di Parlemetoya Tirkîyê da bibe Nonerê Gelê Kurd. Asteng, şik û gumanên Îso gelek bun, kalemêrî bi mînakên jîyanê û dîrokê, bi qencî û zmanekî şîrîn Îso bona mebusbunê ronahî dikir. Îso yê nav û deng gwih dida wî kalemêrî û fikra mebusbunê hêdî hêdî diket serê wî, dema Îso di dawîyê da ditît, bona mebusbune sondxwerin jî heye, diket nava şikek mezin, gumanên xwe dianîn serê zman û serê xwe li ser sonxwerina mebusbune diêşand û durajî çan şêrekî ku ji xewê şîyarber û heş û aqil bêtin sêrî, kalemêrî ra digot: „Xalo, ez vê sondê nikarim bixim!“ Kalemêr dima nava heyîrîyê da. Îso bona çi ew sonda nedixwar!

Gor vê sonde; di dawîyê da, berî destpêka karê mebusuyê, pewîstbu Îso di Parlemetoya Komara Tirkîyêda biqirîya û bigota:

„Ez li ber netewa mezin ya Tirk li ser şeref û namûsa xwe soz didim ku; ez, hebun serbixweyetîya dewletê diparêzim, yektîya netewe û welat diparêzim û bê şertûnîvis serdestîya netewe xwedî derdikevim, şorîş û pirensîbên Atatûrk ra girêdayî dimînim û serdestîya heqîyê diparêzim, di nava çarçova pişthevdana netewî û li ser bingehya heqîyê da ez bi xwe ra weku armanc digirim ku; herkes bikaribe mafên mîrovî û azadîyên bingehî îstîfadê bike, ez xizmeta desturnameya dewletê da dimînim û soza vê didim“

Îso nedixwest dilê Kalemêrî biêşîne, diçu lay Kalemêrî, di dilê xwe da ji Eyşana Elî lêborîn dixwest, xwe diavit bextê wê, stranek wê pîçek digorîya û bi dengê xwe yê şîrîn bi vî şiklî kalamêrîra distirîya:

Welle ez naxwim, bîllê ez naxwim
Vê sonda qet tu car naxwim
Dayê ez nakşînim, babo ez nakşînim
Derdê Tirka qe tu car nakşînim
Ji wanra şîrîne ji mehra jehre
Qet tu car ez vê sonda nikarim bixwim
Sondeki puçe, bê dîn û bê îmane
Kurdan ra ferman, Tirkanra xwîne
Xalo ez naxwim, bîlle ez naxwim
Erd û ezman yêk be, ez vê sonda dîsa naxwim

Îso xwerina vê sondê bi xwe ra weku tecavûz didît, digot ez vê sondê naxwim û ez bona kesekî mêjuyê xwe nadim “qwitan”. Dawîyêda Îso yê nav û deng dev ji Parlementoya Komara Tirkîyê berdida û berê xwe dida gelê Kurdistan, ew serbixwe û serbilind dima....

Îro jî ew sonda Parlementoya Komara Tirkîya negorîye, yen ku bawerîya xwe bi vê sondê naynin û bona mebusbunê vê sondê dixwin, nizanim bikevin buhranek çawa?! Micêza wan çawa xwerina vê sondê rabike?!!

Tête goton kû tîrbuna hînek sîyasetmedarên serdest û komprador weku tîrbuna runê zeytunê ye, ew her tim û her awa weku runê zeytunê serdikevin û li ser dimînin, tu car binketina wan tune! Hun li paş vê dengdanê yêk bi yêk sîyasetmedarên dagirker yên Tirkîya û koma wan binêrin, ji wan tu kesek di dengdanêda binneketîyê, ew hemu serketîne… Li AKP yê binêrin û ji wan bibirsin, ew dîsa xwe serketî dimînin; dibêjin li paş dengdanê dîsa partîya herî mezin ya meye, me piranîya ¾ destnexwist feqet ji % 40 zedetirîn deng dîsa me girtin. Ew weku run serdikevin, durutîya sîyasetmedarên dagirker û komprador alkîva, ez dîsa vegerim ser dengdana dawîyê, Ez vê dengdana dawîyê çawa dibînim?

Çerxa dîrokê nasekine, rind an xirab zivirînbun û gildirîbun her tim berdewam, ez di her gorîn û pêkhatinek nû da xêrekê dibînim., di vê dengdana dâwîyê da jî xêrek heye, Gelên Tirakya, Anatolîa û Kurdistan a Bakur zêdetirîn hevûdu nasbikin û bizanin kî çi dixweze û kî ji kêra doste?

Tiştên ku di vê merhalêda çewt dîyardikin, dikarin diwarojda bona gelê Kurd xwe weku keşa û asteng bidin dîyarkirin; pewîste hemû pêkhatî baş bêtin şewirandin. Berku livin berdewame û çerxa dîrokê bê rawestan dizivire, bi avayîyekî her avek digehîje korta xwe û her kevirek (beredek) digehîje ser qurça xwe.

Min dixwezim vê dengdana dawîyê xal bi xal, bi vî şiklî şîrovebikim, bervbiçuyîna livînê, bona gelê Kurd çibun û rasteyetîya dengdanê, ji hev derxînim û li ber çavên we rêxînim.

1-Di vê dengdana dawîyê da mîlîyonan Kurd di bin sersitarîya HDP da organîze bun. Daxwezî û pilanên sîyasetmedarên ku HDP yê rêva dibin alîkîva, gelê Kurd bona heq û mafê xwe, bona rengê xwe, bona diwarojek pak, ket nava HDP yê û piştîvanîya we kir û HDP ragihand mertebeyek bilind. Qaşografî sîyasetmedarên ku seroketîya HDP yê dikşînin, di banga xwe ya sîyasîda, HDP wekû partîyekî Tirkîya yê dan nasandin. Ew gor vê bangê jî di dengdanêda rêketin. Dijî vê sîyasetê gelê Kurd li Kudistanî Bakur, Tirakya û Anatolîya yê HDP weku partîyekî Kurdistanî dît, seranserî cîhanê HDP weku Partîyekî Kurdistanî hate nasandin, medya cîhan jî wusa xeber da.

2-Prosesa Tirkbun û Tirkayetîyê kû; Îstiqbarata Komara Tirk gel Abdullah Öcalan weku konseptek nû li ber Kurdan danî, du tişt bi xwe ra anîn:

a-MÎT a Tirkîya û Abdullah Öcalan bi HDP yê dixwezin Kurdan carek din Tirkîya û Tirkayetîyê va bizeliqînin, sînorên Mîsak û Mîllîya xwe biparêzin û hebuna Koma Dewleta Tirk li ser pişta Kurdan garantî bikin Bi vî şiklî Kurd a xeta serbixweyetî û yekitîya Kurdistanê durbixînin û wan nûva angajeyî Komara Tirk û Parlementoya wê bikin.

b- Bi HDP ê Kurd zedetirîn organîze bun û rêketin, wan zedetirîn dîtin ku; bi rêxistî ji wan hêzekî mezin derdikeve holê û ew bi vê hezê dikarin di bin şertûmercên dijwarda jî bigehîjin armanca xwe. Eger bi kwirtî bête gotin; wan tama rêxistinê û hêzbunê girtin, diwarojda ewe zêdetirîn organîze bibin û tu hêzek nikaribe berê wan bigire.

3-Di vê dengdanê da piranîya gelê Kurdistan dengê xwe da pênasa xwe, wan HDP weku konseptekî Kurdewarîyê û Kurdistanî dit (Çewtîya wê bidin alîkî). AKP yê û serokê we bawer dikirin ku; ew Ola Îslamê bikaribin carek din Kurdan bixapînin, ji ber vê li berî dengdanê wan lingekî zu „Qurana Pîroz“ bi navê Dîyaneta Komara Tirkîya yê vergerandin ser zmanê Kurmancî, xwestin bi peyamek nû bi Kurdan ra bêjin; em payeyek mezin didin zmanê we û ola we, em we hezdikin hun jî, ji me hezbikin. Raste piranîya Kurdên Bakur Ola Îslamê diparêzin û xwedî bawerîyek xwirtin. „Daxawa“ ew pilana AKP yê serneket, ew ketin nava heyîrî û şokek mezin, eger bi kwirtî bête gotin ew hilceniqîn û binketin.

4-Di vê dengdanê da „yekhemcar“ li ser meydanên Kurdistanê, taybetî jî bajarê Ahmedê alên Kurdistan hatin rakirin. Di pilana konsepta Îstîqbarata Tirkîya yê da rakirina ala Kurdistan tunebu. Heta naha pêşvigarên PKK yê çawa biruskek wan va bide, ji ala Kurdistan dur disekînîyan û ew al nedidan destên alîgarên xwe. Alîgarên wan, bi alên din, bi rengên din, di xwepêşandananda amade dibun. Ala Kurdistan di dîroka Kurdên Bakur da yekhemcar li navçeya Koçgîrîyê li bajarê Îmranli yê, di sala 1922 da, dura di sala 1937, di Berxwedana Dersimê da badiket. Berxwedana Dersimê da Navenda Şorişê gundê Axdad ê bu, Dersimîyan li vir Ala Kurdistan rakirîbun. Naha ew al Jinxwes û Mêrxwesên Kurd carek din hildan jor. Bawerim yên ku Ala Kurdistan nûva rakirin, di diwarojda zêdetirîn hêz, rêxistî û çavhedar bin, ji ber vê pilanên Komara Tirk sernekevin û ew bikevin nava gengaşî û pevçunên nû yên mezin.
5-Bi vê dengdanê gelek demokrat û çepên Tirkîyayê ku; nidikarîyan bigehîjin parlementoya xwe, saya Kurdan û dengên wan gihîştin Parlementoya Tirkîya yê, weku nonerê gel hatin hilbijartin, di katî xwe da (Sal 1965) namzetên TÎP e jî bi vî şiklî hatibun hilbijartin û çubun nava Parlementoya Tirkîya yê. Xanima Çep Behîcê Boran weku nonerê bajarê Riha yê (Urfa yê) bi vî şiklî çubu nava Parlementoyê.

6- Di vê dangdana dawîyê da carek din derket holê ku; gelê Tirk yê Tirakya û Anatolîa yê nava kewnepareztî û nijadpareztîyê da dipejike û ew bona naskirina pênasa Kurd amade nîne, ji ber vê gelek navçayan Îstîqbarata Tirkîya yê sergehdeyên xwe organîze kirin û ew berdan ser xwepêşandanên HDP. Nezîka 250 êriş bi çavsorî hatin rêxistin. Tayebetî li bajarê Erzoromê û Amedê, wan xwe bona komkujîyên mezin amadekirin, Amedê li çend cîh an bombe teqandin, li Erzoromê agir berdan mînîbusa HDP û xwestin şoforê wê bi zindî bişewitînin (bisotînin). Bi van buyeran da jî dîyar bu ku, gelê Tirakya û Anatolîya yê li gel Kurda bona jîyanek hevbeş û aram amade nîne. Ji sazbuna Komara Tirkîya virda mejuyê van gelan bi nijadparezî û kewnepareztîyê hatîyê şuştin, heta Kurdistana Bakur ji van veneqete û serbixwe nebe; heş û aqil neyê serê wan û ew her tim bi jîyanek hov hetanê xwe yê kewnd da bimînin.

7- Vê dengdanê pîçek çavên bizutneweya çep, demokrat û aşitîxwez vekir, wan di dîroka xwe da yekhemcar tama serketinek mezin girt, naha şunda ew dikarin zedetirîn xwe organîze bikin, bi vê dengdanê axa mirîyan ji ser wan hate vedan. Naha şunda HDP dikara bona wan bibe partîyekî pêşkevtîxwez, demokrat, dar,ber, ax û agir parêz. Ew dikarin di bin sitarîya HDP da pêşkevin. HDP dikarê vî cîhyê vala ku ji destpêka Komara Tirk da heta naha heye tijî bike.

8- Di katî xwe da destselayedarên PKK yê daxwezîya „Kurdistanekî Serbixwe û Yekbuyî“ dikirn. Ne tene PKK yê gelek Kom û komikên sîyasî yên Kurdistana Bakur ji bona armancekî wusa rêketîbun, di serîda hinek ji wan ji PKK yê hêztirbun. PKK yê bi hostatî hedî hedî ew fetisandin û konsepta; „Kurdistanekî Serbixwe û Yekbuyî“ ji destên wan girt, berê gel da xwe û ew yêk bi yêk anîn niqira tunekirinê. Bi dengdanê û bi reforman di nava „aşitîyêda“ tekoşîn dayîn û bi vî şiklî çaresekirina Pirsgirêka Gelê Kurd, konspeta sîyasetmedarê Kurd Berêz Kemal Burkay û Partîya wî bu. Kemal Burkay dixwest di nava aşitîyêda di dengdananda cîh bigre, dengên xwe zede bike, bi gorînen demokratik, strukturên heyî ya Komara Tirk bigore û bi gelê Kurd ra mafê carenusê destxwebixîne. Di progrrama wî da di nava Mîsaki Millîya Tirkan da avakirina Kurdistanekî Federatîf jî hebu, di karê hundirda serbixwe, di karê dervayîda sîyasetekî hevbeş li gel Komara Tirkîya. Berêz Kemal Burkay ku alîyê hinekanva bi reformîzme dihat „tavanbarkirin“ li ser xeta xwe ya sîyasî ron bu, wî qilobilo nedikir weku bukalemun her roj gor derdorê rengê xwe nedigorîya.

PKK yê bi vê dengdana dawîyêda „Konsepta Partîya Kemal Burkay“ ji girt destên xwe, hundirê wê vala kir, gote di nava demokrasîyêda tenya em mafê mîrovatîyê bona Gelê Kurd dixwezin. Navê wê jê danîn „Xweseritîya Demokratîk“. Gotin katê avakirina Federasyonekê anjî damezrandina dewletik serbixwe derbazbuye. Kurd pewîste li pey tişten „pirimîtîv“ yên wusa nemeşin, moderntirîn cureya xwedî heqbunê; „Xweseritîya Demokratîk e“. PKK yê çawa konsepta Kurdistanekî Serbixwe û Yêkbuyî gemarî kiribu, di vê dengdana dawîyê da bi navê HDP, li Bakurî Kurdistan Konsepta Dewletekî Federal, Mafê Biryardana Serbixwe ya Gelê Kurd, gezkir, hevrû û gemarî kir û avit alikî, Kurd bi deq û dolabên nû Komara Tirkîya û parlementoya we va tên zeliqandin, berê Kurdan li Bakur carek din dan Enqarê. Ji ber vê min divet dengdana dawîye bu genîkrina Konsepta Reformîstên Kurd yên pêşkevtîxwez.

9-Dij bi hevra dijin, dema dijek namîne, dijberê wî jî namîne, dawîya dij û dijber her tim bi hevra te. Çan bê kem zêde, bê nizm bilind, bê stur zirav, bê jêr jor, bê sevejêr sevejor nabe, dema parçebuna Kurdistanê namîne sîyaseta yêkkirina Kurdistan ê jî namîne, Dema Kurd di nava dewletên dagirker yên weku Tirkîya, Îran, Iraq û Surîyê da bihelin û xwe wekû hemwelatîyên wan dewletan bibînin, sîyaset û konsepta yêkkirina Kurdistan ji nemîne û ew sîyaset hêdî hêdî ji holê rabe. Di vê katê de sîyaseta yêkkirina Kurdistan û bi zeliqandina Kurdan bi dewletên dagirker va bi hevra heye. Ew herdu sîyaset weku dû dij bi hevra dijin û bi hevra mezin dibin. Dijberê yêkkirina û serbixweyetîya Kurdistan, helandin, tunekirin û cîhekîdinva zeliqandina Kurdistan e.

Di ve dengdana dawîyê da ew herdu dij bi hevra mezin bun, alîkî va HDP yê berê Gelê Kurdên Bakur da Enqerê, alîyê dinva çavên Kurdên parçayê din li ser Kurdên Bakur man, hevîya wan bona Kurdistanek Yekbuyî mezin bu, wan rîya rêzbun û hêzbuna çavên xwe dîtin, wan dît ku dema gelê Kurd rexistî pêşva diçe hêzdibe û tu bendek nikare li ber bisekine. Xwepêşandanên ku Kurdên Bakur bin sitarîya HDP yê da darxistin mîlyonan Kurdên parçeyên din û gele cîhanê hiştin nava heyîrîyeki mezin da. Parçeyên Kurdistan yên din; hevîya rêketibun û hêzbunê berz bu, Heza Kurdên Bakur ji wan ra bu mînak û rîya wan ronahî kir, ji vê jî bêtir, bala hemû Kurdên cîhanê di ser HDP û serketina wê da berhevbu, dilê Kurdan seranserî cîhanê yêkhemcar bi vî şiklî bi hevra avit. Medya cîhanê di nuçeyên xwe da qala Tirkeyetîya HDP ê nekir, wan qala hilweşandina benda dengdanê ya % 10 kirin, wan şikestxwerina Komara Tirkîya yê û sîyaseta wan ya dagirker bi xwera kirin nuçe.

Tiştekî balkêş û paradokse, eger min bête pirsîn; min divet: dengdana dawîyê yekitîya Kurdistan zedetirîn pêşvabir û dijî sîyaseta dagirkerîyê Kurd zedetirîn nezîkî hevkirin, ew Enqarê û Komara Trirk va nezeliqîyan. Bîrmekin, heta livîn hebe jîyan jî hebe, çerxa dîrokê zivirandina xwe berdewam bike, her avek bigehîje korta xwe û her berdek biçe ser qurça xwe.
10-Di vê dengdana dawîyêda Selhattîn Demîrtaş bu sîmbola Berxwedana Gelê Kurdistan Bakur, ew mezin bu. Metelokek (Qezîya Pêşî û Paşîyan) Kurdan heye, tête gotin ku; „Serê du kavira di satilikêda nikarê bête kehlandin.“ „Serok“ ji ser xwe ra heta naha kesek nexwest, yên ku pêşketin gav bi gav ji holê hatin rakirin û ew hatûbat bun. Tirsa min ew kû; Selhattîn Demîrtaş jî bi hatûbatekê jîyana xwe destbide. Gor Nîzama Öcalan pêwistî bi Jinxwes û Merxwesên mirdî ra heye, Jinxwes û Merxwesên zindîra pêwistî tune!!!!

11-Di dengdana dawîyê da AKP yê 258, CHP yê 132, MHP yê 80 û HDP yê 80 Nonerên Gel şandin Parlementoya Tirkîya ya nû. Temamîya Parlementoya Tirkîya ji 550 kesan pêk tê, gor jimara denggirtinê rewşa partîyên ku di dengdanê da cîhgirtine wusayê:

• Kîjan Partîyê çiqas deng girtîyê - Jimara Nonerên Gel - çawanîya sedî

• AKP18.864.355 258 %40.86

• CHP 11.518.002 132 %24.94

• MHP 7.519.034 80 %16.28

• HDP 6.056.261 80 %13.11

• SP 949.6250 0 %2.06

• Serbixwe 488.1430 0 %1.06

• VATAN-P 161.6250 0 %0.35

• BTP 96.4030 0 %0.21

• DSP 86.5840 0 %0.19

• DP 75.733 0 0%0.16

• TURK-P 72.6160 0 %0.16

• HKP 60.4090 0 %0.13

• HAK-PAR 58.6390 0 %0.13

• DYP 28.8020 0 %0.06

• ANA-PARTİ 27.6420 0 %0.06

• LDP 26.7290 0 %0.06

• MEP 20.8940 0 %0.05

• MP 17.4270 0 %0.04

• KP 13.7320 0 %0.03

• YURT-P 9.2450 0 %0.02

• HAP 5.6600 0 %0.01

Di dengdanêda HDP yê 80 Nonerên Gel derxistin, va temamîya potensîyela dengê hemu Kurdên Kurdistana Bakur, Anatolîya û Tirakya yê nîne. Tenya li bajarê Stembolê nezikî 5 mîlyon Kurd dijin, Stembol tenya 88 Nonerên Gel dişîne Parlementoya Tirkîya yê, gor çavnerînên min hîna potansîyelek gelek mezin ya dengê Kurdan diçe partîyên din. gor vê tabloyê dîyare ku piranîya Gelê Anatolîa û Tirakya yê hîna pey partîyên kewneparêz û nîjadperêz diçe, jimara dengê pêşkevtîxwez û demokratan gelek keme. Kurdistanî Bakur, taybetî li bajarên Kurdistan yên ku li ser sînorên Anatolîyanê potensîyela partîyên dagirker hîna nehatîye şikandin. Va tabloya jî dide dîyarkirin ku; karê Kurdan zore, ew li ser xonçeya gwiran dixwezin ji xwera parîyekî bigirin, zexmete, eme ji gwiran çiqas durkevin bona me ewqas başe!

Carek din dibêjim Parlemetoya Tirkîya bona Kurdan ne ramusa dostane nejî ava mistane, dev jê berdin û bîrkin, berê xwe bidin Kurdistan……

Bimînin nava xêr û xweşîyêda……

Bîşar Norşîn
15.06.2015

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.