Mamoste û dozgerê pirsa neteweya kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî dê di 28-ê Tirmeha 2010-an de li dadgeha Beşîktaş a Stenbolê (Dadgeha 11-emîn ya giran) bê darizandin. Qasî ez Dr. Îsmaîl Beşîkçî, Mamosteyê Sor nas dikim, ew darizandina xwe ji bona �xwe xem nake, ji darizandina xwe jî eciz nîn e. Lewra ew sîstema kolonyalîst û dewleta tirk baş nas dike ku dewlet di pirsa neteweya kurd de çiqas xesas û bê vîjdan û bê edalet e.
Ez dîsa baş dizanim ku ew darizandina xwe li dadgehê wek dawetek û şolenekê şirove dike. Ew bi vî ruhî û bi vê kêfxweşî xwe ji dadgehê re amade dike. Ez baş dizanim ku qadiyên dadgehê dê poşman bibin ku di derheqê Beşîkçî de doz vekirine. Lewra salona dadgehê dê bibe ciyê darizandina sîstema dewleta tirk û sîstema kolonyalîst, parastina mafên meteweya kurd.
Ewê li dadgehê ji kurdekî zêdetir ji mafên neteweya kurd re xwedî derkeve û ewê seriyê xwe �li ber dadgehê netewîne.
Ewê ji nivîsa xwe ya bûye sedema darizandina wî re, dê serbilindî, bi xeysiyet û qedirbilindiya mirovek3ı ilmî xwedî derkeve.
Di ev dema ku gelek kurdan dev ji serxwebûna Kurdistanê berdane, ewê ji Kurdistana serbixwe re xwedî derkeve. Ewê mafê çarenivîsiya neteweya kurd û dewletbûna kurdan biparêze.
Ewê dîsa îdia bike ku 1- Neteweya kurd 200 sal e ji bona serxwebûn û azadiya xwe xebat dike, 2- Dewletên kolonyalîst Îran, Tirk, Suriye, Iraq ji bona ku pêşîya serxwebûn û azadiya Kurdistanê bigrin tîfaq kirine û di vê qonaxê de jî tîfaqa wan dom dike, 3- Ew dewletan, dewletên ne demokrat, ne rasyonal, ne mirovî, ne vîjdanî, ne edalet in. Ew dewletan ji bona neteweya kurd zilm û zordarî qewimandiye. Ev zilm û zordarî nûha jî dom dike
Ceribandinên 40 salên dawî ew rastiya derxist holê ku her çiqas gelek rewşenbîr, siyasetvan, serok û qadroyên kurdan yên kurdperwer li pişt deriyan, di qada îllegal û veşartî de ji bona neteweya kurd dewleteke serbixwe daxwaz kiribin û têkoşîna çekdar pêşniyar kiribin û ji bona şerê çekdarî xwe amade kiribin jî, hezar mixabin dema ku derketine pêşiya dadgehên dewleta tirk û pêşiya qadiyên tirk, serê xwe tewandine, ji serxwebûna Kurdistanê û ji mafên kollektîf yên kurdan bahs nekirine.
Lê Dr. Beşîkçî çi fikiriye û çi nivîsandiye, ew nerînên xwe li ber dadgehan û li her dezgeheke dewletê jî bi awayekî gelek xwezayî parastiye. Di encamê de jî, cezabûna xwe jî gelek xwezayî pejirandiye.
Dr. Beşîkçî bi vê helwestê jî, bi serê xwe xwediyê nexşerêyekê ye. Di encamê de jî, ji cezabûna xwe re gilî gazind nekiriye. Cezayên xwe gelek bi hêsanî qedandiye.
Dr. Beşîkçî heta nûha 17 salan di hepsên dewleta tirk de maye. Di derbarê wî de heta nûha bi sedan sal ceze hatiye xwestin. Di vê merheleyê de jî, ji bona wî heşt sal nîv (8,5) ceze tê xwestin.
Dr. Îsmail Beşlîkçî tirk e. Ji bajarê Çorumê û qezaya Îskîlîpê ye. Gorî agahdariyên wî, dema li zanîngeha îlma siyasî ya Enqereyê dibe asîstan, pirsa neteweya kurd bala wî dikşîne.
Lewra her çiqas siyaseta dewletê ya fermî ew e ku kurd tune ne, lê her dem dubarekirina vê nerînê û raporên di derbarê kurdan de bala wî dikşîne. Van pirsan her demê dixwaze ku bi profesorên xwe re minaqeşe jî bike, mamosteyên wî vê derfetê nadin wî.
Ew dema diçe li Kurdistanê li bajarê Çolemerîgê dibe leşker, bi realîteya kurd re rûberû dibe. Piştî leşkeriya xwe xelas dike, li ser pirsa kurd dest bi xebatê dike.
Wî piştî xebateke dûr dirêj pirtûka “Doğu Anadolu’nun Düzenî” nivîsand. Analîz û şiroveyên “Xwepêşandinên Rojhilat” kir û ew şiroveyên xwe kir pirtûk. Li ser eşîreta Alîkan lêkolîn kir û wek pirtukekê çap kir.
Dema ku li Zankoya Erziromê mamoste bû. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê adar a 1971-an hat hepis kirin. Ew ji bona name û pirtûkên xwe dadgeh bû û ceza girt. Wî li dadgeha leşkerî parêznameyên gelek hêja û naverok dagirtî pêşkêşî dadgehê kir.
Min jî ew di sala 1968-an de nas kir. Dema min Beşîkçî nas kirin, wî di gelek rojnameyan û kovaran de xebatên xwe yên di derbarê pirsa kurd de diweşand.
Dema ku di sala 1969-an de DDKO ava bû, wî di DDKO-yan de beşdarî gelek konferans û semîneran bû. Gelek gotarên hêja pêşkêş kirin.
Em bi hev re di hepsa Diyarbekîrê de jî man. Ew endamekî Komuna DDKO-yê bû. Wî di amadekirina �parêznameyên DDKOyê yên dîrokî de xebatên gelek hêja pêk anî.
Piştî ku ji hepsê derket, ew jî di damezirandina Rizgariyê de bû aktorekî serek e. Ew nivîskarekî kolektîf yê Kovara Rizgarî bû.
Di avakirina îdeolojiya kurdîı de rolekî girîng girt ser milê xwe.
Ew piştî derbaya leşkerî ya 12-ê Îlonê jî hat hepis kirin. Demeke dirêj di hepsê de ma. Wê demê jîli hemberî dadgehan parêznameyên dîrokî pêşkêşî dadgehan kir.
Ew di pirsa dewleta kolonyalîst û îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê de gelek xesas e.�
Ew ji bona rexneyên xwe yên radîqal yên di derbarê Kemalîzmê de ji aqademîsyênên kemalîst dûr ket. Ew aqademîsyenên kemalîst, ji wî re xwedî derneketin, ew her demê tewanbar kirin.
Dr. Beşîkçî kesekî gelek xebatkar e. Wî heta heta nûha 37 pirtûk û bi sedan maqele nivîsandiye.
Dr. Beşîkçî/Mamosteyê Sor, kesekî bawermend û qerardar e. Her çiqas ez beşdarî gelek nerînên wî jî nabim, ew di pirsa kurd de kurdolog, pispor e. Ew di qada navneteweyî de kesekî navadar e. Ez jî, ji wî gelek tiştan fêr bûm û nûha jî ji nivîsandinên wî sûd werdigrim.
Ez bi her awayî piştgirê wî me. Hezar mixabin girêdayî konferansekê ez nikarim beşdarî dadgeha wî yekemîn bim. Loma ez gelek xemgîn im.
Darizandina Dr. Beşîkçî ji bona Tirkiyeyê di sedsala 21-an de rûreşiyek e.
Darizandina wî “demokrasiya Tirkiyeyê” deşîfre dike ku ev demokrasiya ji bona kurdan holê nîn e. Demokrasiya li Tirkiyeyê, ji bona neteweya tirk û elîtek biçûk û desthilatdar heye.
Amed, 25. 07. 2010