Qewimandin, guhertin, şoreşên nû yên li Tunusê û li Misirê li hemû welatên ereban û li Rojhilata Navîn jî li ser miletên din tesîr kir. Dewleta Federe ya Kurdistanê û miletê kurd jî, beşek ji Rojhilata Navîn e. Piştî guhertinên li Tunusê û Misirê li Başurê Kurdistanê di destpêkê de GORANê nerîn û daxwazên xwe pêşkêş kir. Piştî ku GORANê daxwazên xwe pêşkêşî reya giştî kir, li Sileymaniyê xwepêşandanên kîtlewî destpê kirin. Lê dema ku xwepêşandaran êrişî liqa PDKê kir, wê demê hat fahm kirin ku ew xwepêşandanan bi destên GORAN tên organîzekirin. Wusa jî fahm kirin gelek normal bû. Ew jî bû sedem ku dîmenek nexweş û provakatîv a pirr alî derkeve holê.
Li ser wan bûyer û qewimandinan gelek minaqeşe hatin kirin. Hezar mixabin di van minaqeşeyan de pîvanên objektîf bi kar nehatin. Loma jî hevûdu fahm kirin û ji bona çareserkirina pirsan rê û rêbaz dîtin, demekê gelek zehmet bû. Lê pişt re bûyer serarst bûn û nûha jî, ji bona çareseriyê hewildeneke xurt û hevbeş heye.
Ez jî beşdarî programa telêvîzyona KNNê bûn, min nerînên xwe li ser bûyer û xwepêşandinên li Sileymaniyê, muxalefeta GORANê diyar kir. Bi taybetî jî di xwepêşandan de mirina xwepêşandaran bûyer hîn zehmettir û trajedîk kiribû.
*****
Gelo divê di serî de bê diyar kirin ku Başurê Kurdistanê çima ne Tunus û Misir e?
Ez dema li vê pirsê mêze dikim, bi pîvana ku Kurdistan ne dewletek serbixwe ye, Misir û Tunus dewletên serbixwe ye, mêze nakim. Ew ji aliyekê de rast e. Lê Başurê Kurdistanê jî, îro dewletek federe ye. Wek tê diyar kirin, gelek bi hêsanî jî nayê hilweşandin. Lewra Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji dewletek serbixwe re her dem amade ye. Serokdewleta Federe ya Kurdistanê Mesud Berzanî jî, her dem vê yekê gelek aşkere diyar dike. Wek tê gotin hilweşandina Dewleta Federe ya Kurdistanê ewqas hêsan be, wê demê her pêyvek a di derbarê wê de bê gotin, ji bona wê xeter dibe.
Başurê Kurdistanê û bi tevayî jî Iraq ne Tunus e û ne Misr e. Lewra li Dewleta Federe ya Iarqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê demokrasî heye. Bi taybetî jî jiyana demokrasiya Dewleta Federe ya Kurdistanê xwediyê temenek dirêj e. Li Başurê Kurdistanê piştî şerê Kuweytê dema ku Kurdistan nîv azad bû, rejima demokrasiyê pejirand. Di sala 1992-an de jî biryar hat girtin ku Iraq federal û Kurdistan federe bibe; Meclîsa Kurdistanê ava bibe û hilbijartin pêk bên. Ev pêvajoya demokrasiyê heta sala 2005-an, her çiqas darbeyek biçûk xar jî, bi îstîkrar û domdar bû. Di sala 2005-an de encama referandûma makezagonê (desturê) li Iraqê û li Dewleta Federe ya Kurdistanê ji aliyê hiquq de bi tevayî demokrasî hat pejirandin.
Yanî li Iraqê û li Başurê Kurdistanê dîktatorî, di sala 2003-an de bi tevayî hat hilweşandin. Dawiya rejima Seddamî û Baasî hat. Li Tunus û li Misirê karên di sala 2003-an de li Iraqê pêk hat, nû qewîmin.
Li Dewleta Federal ya Iraqê û li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi riya demokratîk û hilbijartinên giştî, hikumet, serokwezîr, serokkomar tên guhertin. Li Tunus û Misirê rejîmên demokratÎk, rejimên otorîter, totalîter hebûn. Loma jî li hemberî wan rejiman serîhildan û rûxandina wan rejîman meşrû û rewa bûn. Li Kurdistanê rûxandina rejîmê ne rewa û ne meşrû ye.
Loma jî, li Başurê Kurdistanê gel xwediyê maf e ku bi riya demokratîk û hilbijartinan, hikumeta xwe biguherînin û pêkanîna daxwazên xwe bixwazin. Divê xwepêşandar helwest û tevgera xwe di vê çarçewê de terîf bikin û bimeşînin. Lewra her kesek û her grubek siyasî û civakî gorî Biryarên Dadgeha Ewrupayê û hiqûqa navneteweyî xwediyê maf in ku xwe îfade bikin. Ew nerînan, di civatê de zelzeyekê û şokekê çeke, li dijî desthilatdarî be jî mafek e.
Lê nerînek şaş heye ku li Başurê Kurdistanê xwepêşandanan mafekî meşrû nabîne. Ew helwesteke demokratîk nîn e. Wek min di telêvîzyona KNNê de jî diyar kir, gel û cîwanên Kurdistanê jî di çarçoveke rewa de xwediyê maf in ku xwepêşandanan organîze bikin, daxwaz û nerînên xwe bînin ser zimên. Divê desthilatdariya Kurdistanê jî, xwepêşandaran fahm bikin, daxwazên wan bidin ber çav û çareser bikin. Divê desthilatdarî, bi zorê û bi kuştinê pêşiya xwepêşandaran negre. Lê divê xwepêşandar jî, şidetê û çek bi kar neanîn.
Di encamê de Serokdewlet û hikumeta Kurdisatanê jî, xwepêşandan rewa û meşru dîtin, ji bona ew xwepêşandarên hatibûn kuştin, di meclîsê de lêpirsîn dest pê kirin.
Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di standartên anglo-saksonî û Yekîtiya Ewrupayê de demokrasiyek avabûn, mafê neteweya kurd e. Tu kes, partî, hikumet, xwe nikare li pişt berjewendiya milî veşerîne û pêşiya demokrasiyê û demokratîzebûnê li Dewleta Federe ya Kurdistanê bigre.
Li Başurê Kurdistanê, ji bona xwepêşandanan yek sedemek tune ye. Di xwepêşandanana de rola GORAN û bi tevayî muxalefetê û qewimandin, reform û şoreşên li Misir û Tunusê pêk hatin. hene. Lê sedemên girîng, sedemên hundirî û dînamîkên civata kurd in.
Loma jî, divê bi şablonekê li van xwepêşandaan nayê mêze kirin, rastî nayên piştguh kirin.
*****
GORAN, ji nav ji YNKê veqetiya, bû partiyek nû. Bi daxwazên xwe yên reformxwaz di nav gel de xurt bû û piştgirî qezenç kir; di hilbijartinê de serkeftî bû. Di van demên dawî de reya giştî de, daxwazên GORANê wek rûxandina Dewleta Federe ya Kurdistanê hat fahm kirin. Lewra daxwazên GORANê yên di derbarê meclîsa Kurdistanê, dezgehên dewleta federe yên din de ji bona vê fahmê, derfet çê dikir. Lewra GORANê heger şaş nehatibe wergarandin û terîf kirin, fesihkirina meclîsê ne û rûxandina meclîsê daxwaz dikir. Lê dema ku daxwazên GORANê yên din, bi taybetî jî daxwaza wê ya avakirina hikumeteke muwaqqet derdixist holê ku, ji fesihkirina meclîsê û pêşwext hilbijartinê bahs dike.
Piştî demekê jî, GORAN xwe serrast. Lê wûsa xuya ye ku ji bona GORANê pirsgirêkên mezin hene. GORAN, divê di sîstemê de ciyê xwe baş tespît bike. Bes bi reaksîyonan, bi dijminitiya PDKê û YNKê nikare muxelefeteke çêker bimeşîne. Divê bi projeyên diyar, bi bi projeyeke demokrasiyeke pêşketî, ji bona ku Derwleta Federe ya Kurdistanê xurttır û pêştir bikeve, pirsa Kekukê çareser bibe û bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re bê girêdan xebat bike. Yanî bê minaqeşe, avakariya Deweleta Federe biparêze, heger kêmasiyê wê sîstemê û dewleta federe hene, jiholêrakirina wan bixwaze.
Di van rojên dawî de GORANê û du partiyên muxalîf yên îslamî bi hev re perojeyeke hevbeş û daxwazên xwe ji reya giştî re diyar kirn. Ev daxwazan rasyonal in û ji bona ku li Başurê Kurdistanê pirs çareser bibin, dikarin bibin alîkar.
Gelek aşkere ye ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê pirsgirêk û problemên cidî hene. Ev pirsgirêkan ji aliyê hikumet û meclîsa Kurdistanê de, bi taybetî jî ji aliyê serokê dewleta federe ya Kurdistanê de tên pejirandin. Meclîsê projeyekk reformê pejirandin. Ew reforma meclîsê, bi daxzwazên muxalefetên re li hev dikin. Serokdewlet Mesud Berzanî, ji hilbijartina pêşwext re jî rrê vekir.
Pirsgirêkên li Dewleta federe ya Kurdistanê ew in û divê çareser bibin.
1-Li Kurdistanê feqîrtî û bêkarî pirsgirêkek e. Divê dewlemendiya Kurdistanê gorî prensîbên wekhevî parve bibin û bê karî ji holê rabe. 2) Gendalî pirsgirêkek mezin e. Serokê Kurdistanê jî her dem behsa vê mijarê dike. Divê ev pirsgirêk ji holê rabe, meclîs xebat bike. 3) Divê reşnivîsa Makezagona Dewleta Federe ya Kurdistanê bê pejairandin. 4) Divê rêbaza Meclîsê ya navxwe demokratîze bibe. Hemû partiyên siyasî bikarin beşdarî kar û xebatên meclîsê, biryarên meclîsê bibin. 5) Divê qanûna xwepêşandinan, civakan û azadiya xweîfadekirinê bê guhertin. Di xwepêşandanan çarçoveya azadiyê fireh bibe. 6) Li Kurdistanê du asayîş û îstîxbaret hene. Ev bi serê xwe gelek caran hereket dikin û qanûnan binpê dikin. Divê asayîş û îstîxbarat bibin yek û bi desthilatdariya siyasî û bi wezîrê hundir re bên girêdan. 7) Yeknebeşbûna pêşmergeyan, dibe sedem ku aramî û asayîş û ewleyî bikeve xeteriyê; helwestên cihê derkevin holê. Divê yekîtiya pêşmergeyan pêk bê. Pêşmergê, bibe hêza leşkerî ya miklî. 8) Divê dadgeh serbixwe û bê teref bin. Hezar mixabin Li Başurê Kuırdistanê, hikumet, partiyên siyasî, asayîş û îstîxbarat mûdaxaleyî karên dadgehan dike. Divê ev xeteriya ji holê rabe. Xweserî û bêterefiya dadgehan ava bibe û dadwerperwerî pê bê. 9) Piştî rejima Seddam hat rûxandin, mal û milkên dewletê ketin destê partiyên siyasî û siyasiyan. Divê di vê qadeyê de reformek pêk bê, dewlemendiya heyî vegere gel. 10) Azadî û xweseriya zankoya tune ye. Ew jî ji rewşek îmtîyaz û ji mudaxeleya dezgehên dewleta federe re, rê ve dike. Divê zanko azad û xweser bin. Li Zankoya fikir azad be. 11) Waliyên bajaran wek waliyê partiyên siyasî tevdigerin. Divê di qanûna wilayetan de guhertin pêk bê. Wilayet bi meclîsên herêmî bên îdare kirin. 12) Divê din av dezgeha pêşmêrge û asayîş û ewlekariyê de xebat û desthilatdariya particitî divê qedexe bibin. Ji bona vê qanûnên nû bên pejiranbdin..
Amed, 08. 03. 2011
Têbinî:Îro, 8-ê Adarê ye. Ev roja, rojeke taybet û navneteweyî ye. Roja jinên dinyayê ya navneteweyî ye. Ez roja jinên Kurdistanê û yên hemû dinyayê pîroz dikim.