Di rojên dawîyêda dagirkerên Tirkîya diji Kurdan dîsa dengê xwe bilind kirin. Sîyasetmedarên Tirkîya yên rengen curebicur, laf û gefên Kurdan dixwin: Her roj dibêjin sebra me nema, kêrr daket hestî, em mecburin vê pirsgirekê çareser bikin. Çawa? Bi balafirên modern yên bomberdmankirinê, çekên modern, bi girtina rewşembir û sîyasetmedarên Kurd û bi ordîyêk frofesyonel ya bê tirs, felan û bevan.... Heta duenî, Serokvezîrê Tirkîya, digote li paş dengdanê emê bona çareserkirina pirsgireka vê problemê emê paket nu vebikin û nava çarçoveya parlementarîzmê û demokrasîyê ve meselê halbikin. Wî tiştek bîrdikir; Komara Tirkîya û demokrasîyê hevnayên, dev jî partîyên Tirkîya yên din berdin, partîya Recep Tayîp Erdoğan û demokrasîyê ji hevnayên. Tenya ew dikarin carcara weku artîstan di rola demokratbunê bigirin ser xwe û çend seatan anjî rojan bileyzin, ewqas.. Struktur, rêxistin û panava Komara Tirkîya li ser nijadpareztî û taybetîjî li ser tunekirina Kurdan avabuye. Bê tunekirina Kurdan û ji wan ra dijminatîyê ew nikarin rojekê bijin. Ji holê rakirina Kurdan ava jîyana Komara Tirkîyaye. Yên ku çaresrkirina pirsgireka Kurdan û Kurdistan nava parlementarîzma Tirkîya da dibînin, mixabin nava xeyalên mezin dane. Ew xewna xwe da qut dibînin. Ne tenê Komara Tirkîya gelên Antaolîa û Trakyayê ji xwedî panava demokrasîyê ninin. Ew bi nijadpareztîyê û faşîzmê perwerde bune. Li Ewropa li paş 1945 virda bona berterefkirina îdeolojîya faşîzm û nijadpareztîyê karên mezin hatin kirin. Ji krêşan bigirin heta danîşgahyên bilind bona demokrasî, mafê mîrovan û îxtiramahevgirtinê karên mezin hatin kirin. Hezaran psikolog, sosyolog, dîrokvan û pisborên aborîyê li ser vê problemê mijul dibin, dixwezin ku, li Ewropa faşîzim carek din sernegire. Grubên marjînal ku dixwezin li ser bingehya faşîzm û nîjadpareztîyê biminîn û bixebitin din bin kontrolên mezin danê, xelkê dijî wane, dema ew şaşetîyekê anjî karekî kirêj dikin, sedhezaran mîrovên sîvil dijî wan radibin. Anatolîa û Trakyayê di nava gelda tiştekî wusa tune, berhevdana kî dikarê zede bibê faşîst, kî dikare zede bibe nijadparêz heye. Li Tirkîya hemu partî û grubên sîyasî, yên ku kem an zede xwedî giranîne û di parlementoyê da tên temsîlkirin, berhevdana netewekarbune dikin. Kî zede netewîye! Ew berhevdana demokratbun û mîrovbunê nakin. Bi şîvekî aşikar berhevdana faşîzmê dikin,naxwezin ala faşîzm û nijadpareztîyê bidin kesekî din.
Min rojên dawîyêda temaşeyî şîn û reşgiredan dê, bav û xismên eskerên Tirk ku şerê Kurdistanda hatine kuştin, nerî. Bê guman jana wan, deşa wan gelek mezine. Kuştina zarokên wan birîna wan kur dike. Ew qirîn û gîrîyê xwe zedetirîn kwîr û bê agah dibin. Bi kuştina kwirê wan, ew çawên xwe venakin û dijî vî şerê qîrêj dernakevin. Zarokên xwe yê din jî bona “şehîdbunê” dixwezin amade bikin. Binerin çiqas paradoksek mezine: dayîkê delalîyê xwe, kwirê xwe wanda kirîyê, sîsalik li ser ezmanên Anartolîa û Kurdistanê berateyên nu digerin, dîsajî kwirê xwe yê din dixweze bona beratebune amade bike. Dema ew zorokên piçuk cil û bergên eskerîyê dixemilînin û potînan dikin lingên wan, nizaninku; zaroktîya wan zarokan bi destên xwe didizin. Bav hatîyê kuştin, mêr hatîyê kuştin, kwir, bra, mam û pis hatinê kuştin; kesek nabêjê edî bese, bo çi van mîrovana tên kuştin û duyê mala wan diçe paçan? Sîyasetmedarên Komara Tirkîya û Serbazên yên leşkerî ji dayîk û bavan bona beratekirinê, kwirên wan ji wan dixwezin. Ew jî kwirin xwe bona beratekirinê wanra dikin rêzê, bi destên xwe bona kuştinê didin wan. Kesek diji wan dernakevî û bi ruhmet nabejî ez kwirê xwe nadim we, eger hun dixwezin herin xwe şerda amade bibin, kwirên xwe, qîzên xwe bidin kuştin, ne yên min. Ber ku ew ber kwirên xwe nakevin, ber xort û qîzên Kurd ku dijî dagirkerîyê jîyana xwe didin hîç nakevin, bi kuştina wan şah dibin, direqisin. Yên Kurd kû tên kuştin bona wan “terorîstin”, yên wan şehîdin Berku panava demokratbunê nava gelê Anatolîa û Tirakya da tune, ew bi çavgirtî avê dibin ser aşê nijadpareztîyê. Siyasetmedarên weku Recep Tayîp Erdoğan jî vê rewşê hostatî bona xwe kar tînin. Min her tim got, strukturên Komara Tirkîya bona xwe gorînê îcaze nadin, ew hişk hatine afirandin, hemu rega bona demokratbunê hatine girtin, gel jî 1923 virda bi şiklî hatîyê perwerdekirin, bê şikest xwerin û mirina vê Komarê, gorîn pêk nayên, gel nakeve regayek nu, kem cîheyên dinyayê serbezên lêşkerî weku Anataolîa û Tirakyayê qîmetbilind tên girtin, kem cîhyên dinyayê gel ewqas bi çavgirtî pey genarelên xwe yên mîrovkuj, rêbir, diz û marfîyoz diçe. Di dîroka Komara Tirkîyê da kenga dizîyek mezin dibu tilîya serbazên leşkerê yên Tirk tedabu. Gelê Anatolîya ji diz û marfîyozan heq, mîrovpeverî û wekhevîyê dixwezî, adaletê dixwezî. Diz û rêbiran, rêvebirê komkujîyan kenga û li kuder dinyayê adalet û wekhevî paraztine û karanînê?!
Di berxwedana Hindistanê ya sîvîl di bin serdarîya Mahatma Gandhi ne tenê bi kedâ gelê Hindistanê serket. Gelê Îngilîzîstanê Gandhî û gelê wî tenya nehiştin. Dijî polîtîka dewleta xwe ya dagirker serîhildan, serbixweyatîya Hindistanê daxwez kirin, Împaratorîya Îngilîzîstanê, bi kirinên xwe kirin nava tengasîyek mezin. 1942 da Îngilîzîstan mecbur ma serbixweyetîya Hindistanê nasbike, serbixweyetîya rast û durist di sala 1947 da gîhişt destê gelên Hindîstanê.
Naskirina serbixweyetîya Cezaîrê (Algerîayê) alîyê Fransayê di roja 18 Adar 1962 da pêkhat. Heta vê rojê nezîka 1,70 mîliyon leşkerên Fransizî dijî Algerîyayê şerda cîh girtin. Dema bona serbixweyetîya Algerîyayê dengdaneg dihat rêxistin %99 xelkêAlgerîyayê bona serbixwetîyê dengê xwe didan û 1.Tirmeh 1962 da serbixweyetîya Algerîyayê dihat bankirin. Şerê serbixweyetîya Algerîyayê heft salan zedetirîn berdewam kir, gor kanîyên Bereyê Rizgarkirinê yê Algerîyayê, di vî şerîda nezîka 1,5 mîlyon Algerî hatin kuştin, gor çavkanîyên Fransizîyan 17459 leşkerên wan hatibun kuştin. Di dawîya vî şerîda Ronakbir û Medîa Fransayê xelkê Algerîyayê tenya nehiştin, li dijî şer dengê xwe bilind dikirin û bê tirs diçun ser caddan, derdiketin meydanan. Dema Bereyê Rizgarkirinê yê Algerîyayê, li ser bingehya aşitîyê xwenîşandanek organîze dikir, xelkê Fransayê ew tenya nedihiştin, di bin seroketîya Maurice Papon da polîse Parîse bi çavsorî diçu ser wan û ji wan nezîka 200 mîrovî dikuşt, demek kwirt da nezîka 14 000 Algerî dida girtin û stadîonekêda ew sicin dikirin. Dîsa jî Algerî û hevkarên wan yên Fransizî li ber dewleta dagirker ya Fransizî melis nedibun, bê şert serbixweyetîya Algerîyayê daxwez dikirin. Charles de Gaulle bona mafê carenus yê Algerîyayê mecbur dima û 18 Adar 1962 da li Evîan peymanek îmza dikir. Gor vê peymanê Fransayê weku dewelet mafê carenus bona Algerîyayêra erê digot. Bê alîkarîya gelê Fransayê dîyarbuku şerê mabeyna Algerîyayê û Fransayê hîna dehan salan berdewam bikira. Mîrovên weku Jean-Paul Sartre nebuna, eş û kwila gelê Algerîyayê bona Fransizan nedihat serê ziman û dagirkerên Fransiz ewqas nediketin nava tengasîyê. Heta katekê Fransiz bi kirinin dewleta xwe ra bêdeng ketin, dema nîvîskarên weku Jean Paul Sartre dijî vî şerê qîrej li gel gelê Algerîyayê dengê xwe bilind dikirin neqeba gelê Algerîyayê û Fransayê teng dibu, li dijî serdestên Frnsizî her alîva hevkarîyek mezin rêdike û xelkê Fransayê digot: bona vî şerê neheq em naxwezin zarokên xwe bikin alif.
Di şerê rizgarîya Vietnamêda dema di bin pêşvigarîya serbazê Emrîkayî, Wîllîam L. Calley, 16 Adar 1968, li Başurî Vîetnam gundê My Laî bi komkujîyek mezin nezîka 500 mîrovî bi çavsorî dihatin kuştin, 172 wan zarok û 182 kesên wan jin bun, hemû gelên dinyayê û taybetîjî gelê Emrîkayê dijî vê buyerê derdiketin û ji dara Emrîkayê şunda rakişandina leşkerê Emrîkayî dixwestin. Sîyasetmedarên Emrîkayî mecbur diman serbixweyetîya Vietnamê qebulibikin û temamîya leşkerên xwe ji vir rakişînin. Dema Serokê Emrîkayê Rîchard M. Nîxon, 8. Hezîran 1969, xebera şunda rekişandina lêşkerên Emrîkayê ji Vîetnemê dida, gelê Vietnamê û Emrîkayê solixek mezin digirtin. Serbixweyetî, heqe Vietnamê bu û Emrîka mecbur dima rureşkirina xwe qebul bike. Gelê Emrîkayê digot zarokên me di şerekî bê maneda, xwe ra mekin alif.
Gelê Îngilîzîstanê dijî alifkirina zarokên xwe derdiket û di ser cadan, di şerê rizgarîya netewî a Algerîayêda, nîvîskarê mezin Jean Paul Sarte û gelê Fransayê dijî kirinên dewleta xwe derdiketin û ruyên wan pasdikirin, dogotin zarokên me mekin alif, Di şerê Vîetnamê da Emrîkayîya çavên xwe vedikirin û digotin edî bese, zarokên me di şerekî neheq da mekin alif. Mixabin îro gelê Anatolîa û Trakyayê dijî alifkirina domanên xwe dernakevî, domanên(mindal) wan bi şîvekî erzan di şerê qîrêj yê diji Kurdistan da tên alifkirin. Di katî xwe da nîvîskar û hozanê “mezin”Nazim Hîkmet Ran digotê;
“ew welate ku ji Asya dur / bi çar nali weku serê meynekê tê / û heta derya spî dirêj dibî /
yê meye” Hozanê “mezin” bi zorê welatê Kurdan yê xwe îlan dikir, bi hostatî nijazparezî û şovenîzma xwe vêdişart. Ne digot: bla leşkerê Tirk ji Kurdistan bete derê û şunda rakişe. Îro jî li Anatolîa û Trakyayê kem mîrov rakişandina esker û polîsê xwe ji Kurdistan dixwezin, jimara wan weku tilîyên destekîne. Bê şikest xwerin û mirina Komara Tirkîyayê, tu mîrovek ji nava gelê Anatolî û Tirakyayê mafê carenus yê Kurdan daxwez neke. Mixabin “dev ji kuştina Kurdan berdin” ewê alifkirina zarokên xwe deng bilind dixwezin û wan bona kuştinê didin destên sîyasetmedarên û generalên xwe. Dema rewş wusa dibe Kurd mecburin zedetirîn ji wan durkevin û bê rawestan serxwebuna Kurdistanê daxwez bikin.
Bîrmekin gelê ku alifkirina zarokên xwe deng bilind dixwezî; nikarî gel me bijî. Ferqa gelê Anatolîa û Trakyayê gor gelê Emrîkayê, Fransa û Îngilîzîstanê ewe. Daxwezîya alifkirina zarokan! Ji ber vê min diwet Xweda sebr û aqil bide.........
Bîşar Norşîn
23.08.2011