بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Piştî ku Tevgera Goran daxwaza hilweşandina parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, di heman demê de daxwaza hevkariyê ji aliyên din ên opozîsyonê jî dike. Di vê derbarê de berpirsekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje: ‘’Di wê derbarê de em ê îro bi awayekî fermî bersiva Goran bidin.’’ Komela Îslamî ya Kurdistanê jî heta niha helwêsta xwe ranegehandiye.     Derheqê beyannameya Tevgera Goran de Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad bo malpera Xendan axifî û got: ‘’Ew beyannameya Tevgera Goran pêwistî bi civîn û rawêja piralî heye, berî ku bersiva Yekgirtûya Îslamî bê ragehandin.’’     Biryar e îro (30.01.2011) Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di wê derbarê de bicive û bi awayekî fermî helwêsta xwe diyar bike. Li ser heman mijarê Bawemurad wiha axifî: ‘’Li ser beyannameya Goran divê helwêst were diyarkirin û pêwist e li ser hinek xalan mirov hûr bifikire.’’     Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî bo heman malperê dibêje: ‘’Heta niha me helwêsta xwe ya fermî derbarê beyannameya Goran de ranegehandiye û ne made ne jî piştgiriyê li tiştekî bikin ku pirs bi me nehatibe kirin, ew daxwaziyên di beyannameyê de jî hatine yên Goran in.’’     Ebdulsetar Mecîd axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Em ne bi daxwaziya Tevgera Goran re ne, dema kesek daxwazeke wiha mezin a hilweşandina hikûmet û parlamento dike divê rê û şivîleyên wê yên yasayî hebin û yasayek hebe piştgirî bike.’’     Rudaw   /* var m3_u = (location.protocol=='https:'?'https://www.netkurd.com/adsnew/www/delivery/ajs.php':'http://www.netkurd.eu/adsnew/www/delivery/ajs.php'); var m3_r = Math.floor(Math.random()*99999999999); if (!document.MAX_used) document.MAX_used = ','; document.write ("<\/scr"+"ipt>");*/ -->

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.