بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kekê Berwarto te zarokatiya me îna bîra me. Dema heyîva Adarê dihat, pêsiya ku kemaliz pkk derbikeve li herêma me bi seyran û dîlanan ev Ehîva Adarê me pîrozdikir. Xwarinên bi gorî wî heyîvê dihat amadekirin. Me kelek armanc li dardixist.Bi silehan. Li vêderê kî sêrekvane kî ne sêrekvane adeta weko îmtîhanekê dihat kirin.Rikeberiyekî bi keyf dihat pêkanîn. Govend xala yekeminbu. Sîleh avêtin jixwe feyfekî din dida sahîyê. Ji siharê heta êvarî em li colê diman. Biteybetî me cihên kaniyên Avê lê heyin ji xwere dibijart. Me yariyên cûda cûda pêktanîn. Yariyekî hebu me digot hêzanok. Werîz bi darêde tînan xwarê û herdo serên werîsî girêdidan. darekî stor jî dinavêde dihat girêdan. Yek li alîkê û kesekî din jî li aliyêdin ji spîyave herdu destên xwe tavêtin werîsî û hêz didan. Du heta sê kecan jî liser darê nîva hêzanukêde dirêj kirî dirunistin û destên xwe liser stuyê hevdure tavêtin. Pistre du kesan strahên folklorkik digotin û du kesên din jî li wan vedigêrandin. Sahî hindî dicu bi keyftir dihat.. Cejna te û ya gelê Kurd pîrozbe Bijît Kurd û Bijît Kürdistan Îsmaîl Girikî

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.