Dest xweş...bi rastî jî ez qet tênagihêjim, yek rabe hema li gora kêfa nizanim çi yê xwe ji meriv re bibêje xwefiroş, mejîfiroş, ajan, xayîn, sîxur û hwd., meriv hewl nade ku bi hezar gotinên nermo mermo jê re xwe îzeh bike. Bersîvên wisa bêtir cesaretê didin tîpên wanî ku dîsa bi vî rengî li dijî rewşenbîran êrîşan pêk bînin.
Ji ber ku derdê wan ne rexnekirina rewşenbîran e, derdê wan ew e ku monopolîya xwe li ser rewşenbîran xurt bikin, rewşenbîran bikin memûrên xwe. Ewên memûrên wan çi bikin tişt nabe, lê ewên ku nabin memûrên wan, an jî wisa xuya dikin ku wê nebin memûr, ewana jî çi bikin ji herîya ajantî û xayîntîyê rizgar nabin. Turan û mûran wê her tim bidin dû wan, êrîşî wan bikin.
Îcar a baş meriv jî gotina xwe rasterast bike û li ku jî zirav bû bila li wir biqete. Wek ku Y Kemal carekê gotibû (wî jî ji folklorê girtiye), bêtir zilmê bike ku sazûmana zilma te zûtir xera bibe.
Divê meriv temama wan sifetan lê îade bike û sedemên ku ew wan sifetan bêtir heq dike jê re îzeh bike. Yan na bersîv nede, qet nebe gel zanibe ku çavê te tirsandîye, lewra tu nikanî bersîvê bidî.
Ew kûçik jî divê meriv ji bo wî notekê deyne, ne kûçikê şivên, ne yê gurxenêq lê yê hestîalês e, min bi xwe jî dîtiye ku çawa dialise.
Nuha jî ew ê dest pê bikin, dev bavêjin rewşenbîr û hunermendên ku di TRT 8 de programên Kurdî çêbikin. Ji ber ku ditirsin ku monopolî nemîne; dixwazin her kes û her tişt tenê di kontrola wan de bixebite.
Ez bi xwe ne di nav wan karan de me, lê belê heke bernameyeke min, berhemeke min hebe, bi Kurdî û di lehê Kurdan de be, şeytan jî bixwaze wê biweşîne, ez ê kêfxweş bibim.
Ma ji bo Kurdekî Bakur ji propagandaya M Kemal xerabtir tiştek heye, ma ne ji bo Kurdên Bakur xwefiroş û mejîfiroş ew in ku propagandaya Kemalîzmê bikin? Ji ber ku adresa yekemîn a dijminatîya Kurd û Kurdistanîbûnê Kemalîzm e.
De hela li dora xwe binêrin, di nav Kurdan de her hefte kî vê yekê dike? Kî her hefte pesnên Kemal dide û serokên serhildanên Kurdan piçûk dixe?
Ew kî ye ku her hefte fîlozof an zanyarekî herî mezin ê dinyê "aşmîş" dike, lê li hemberî M Kemal "şaşmîş" dibe, "aşmîş" nake?
Rêz û silab
Mancel
"şaşmîş" dibe, "aşmîş" nake...