Dema te xweş, birayê Berwarto
Bi min wisa tê ku DYA (Amerîka) eşêfê dike. Wek ku tê zanîn, reha Ergenekon û tiştên wek wê, diçe gladyo û gladyo jî bi destê DYA hat destpêkirin, bi rêberî û alîkarîya wan tovên rêxistinên bi vî rengî hatin avêtin; ne tenê li Tirkîyê, lê li hinek welatên din jî; di destpêkê de li hemberî firehbûna sosyalîzmê û sîstema Sovyetan.
Îcar dûre li dewletên din, nemaze Îtalya, ew hat paqijkirin. Lê Tirekan ya xwe paqij nekirin; ji ber ku reş e, tarî ye, bi dizî ye, welhasil qirêj e; bi vî awayê xwe bi tebîeta wan re di ahengê de bû. Sedemek din jî, ya her kesî li hemberî sosyalîzmê bû, lê ya Tirkan dualî bû, him li hemberî sosyalîzmê û Sovyetê, û him jî li hemberî Kurdan (heta ev alîyê wê di pêşîya alîyê din de bû) û hindikahîyan alaveke çewisandin û eciqandinê bû. Lewra kêfa wan jê re dihat; kum li serê wan xweş rûdinişt.
Nuha xuya ye ku hinekî ji hev ketiye, nahêle sîstem biherike, hinek şaxên wê ji kontrola global derketiye, lewra DYA, hikûmet û erkanîya giştî dixwazin eşêfê bikin, zexelîyan ji nav bineqînin, rêya bi sîstema global entegrebûnê vekin.
Îcar em werin ser pirsa te, gelo xwarzêyê wan di nav zexelîyan de ye, ew ê jî bê eşêfkirin an na? Heke wisa be bi rastî dê pir bê hesabê me jî, gelek tiştên di nav me de tarî jî dikanin ronî bibin. Lê heke ne di nav eşêfê de be, bi rastî dibe ku tew pozîsyona wî xurttir jî bibe. Em ê bibînin, ka bê dem hatiye ku xwarzê şût bikin an na.
Silabên germ
Mancel
DYA Eşêfê Dike?..