PNA - Parliyamentarê Iraqê Muhsin Se`dûn ê ser bi lîsta hevpeymanîya kurdistanî ve ragihand, ku çê nabe ji evê demê bêtir pirsa kerkûkê weha hilawîstî (li hewa) bimîne û ev rewşa han nahê pejirandin.
Muhsin Se`dûn got: nakokîyên navbera hêzên siyasî di bareya pirsa kerkûkê de bûne egerê li paşxistina gelek qanûnan.. em daxwazê ji NY jî dikin, ku zû pêşinyara xwe ya di evê bareyê de pêşkêş bike.
Muhsin Se`dûn tekez jî kir, ku divê NY di evê bareyê de rola xwe bibîne û evê pirsê di berjewendîya hemû alîyan de çareser bike.
Muhsin Se`dûn got: partîyên kurdan naxwazin ku dest bi ser bajêrê kerkûkê de bigirin û hemû pêkhatên evî bajêrî beşdar û hevparên rêvebirina evî bajêrî ne.
MUHSIN SE`DÛN: ÇÊ NABE ÊDÎ PIRSA KERKÛKÊ HER WEHA HILAWÎSTÎ BIMÎ