» Kurd dixwazin ko hêzên Sûriyeyê ji Qamişloyê derxin |
Li gor nûçeyeka Rûdawê îşev bajarê herî mezin yê Kurdistana Sûriyeyê, Qamişlo dê ji hêzên rejîma Sûriyeyê bêt azad kirin. Di nêvbera hêzên kurdan û hêzên ewlekariyê yên rejîmê de danûstandin têt kirin da hêzên rejîmê bêyî ko ti şer derkeve bajarî terk bikin û biçin.
Endamê polîtbîroya Partiya Wîfaqa Kurd li Sûriyê Xemgîn Dêrikî di heqê danûstandinên di nêvbera herdu aliyan de got: — Duhî daxwazek bi vî awayî ji aliyê partiyên kurdî ve pêşkêşî rejîma Sûriyê hat kirin. Berpirsên rejîmê got hon garantiyê bidin em amade ne ko derkevin ji ber kar li vêderê rawestiyayî ye. Qamişlo wekî navenda siyasî ya Kurdistana Sûriyeyê tê hesibandin. Navenda serekî ya girseya Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El-Partî) û hêzên dî ên Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye. Heta duhî Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ji bo ko bajar bêyî şer bê vale kirin, digel dezgehên fermî yê rejîmê diaxivîn. Heger hêzên rejîmê bi rehetî dernekevin îhtimal heye ko kurd bi hêza eskerî wan ji bajar derxin. Xemgîn Dêrikî dibêje hinek hêzên kurdên Kurdistana Sûriyeyê wekî pêşmerge li başûrê Kurdistanê hatine perwerde kirin û nuha li ser tixûb in. Heger pêwist bike ew hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyeyê dê derbasî Dêrikê û Qamişloyê bibin û herêma kontrol bikin. Şeva borî ciwananên kurd derketin kolanên Qamişloyê û kêfxweşiya xwe ji bo hatina pêşmergeyan nîşan da. |
TC ajanlari is basinda. Ajani Tc xebata xwe deduminin