Ger mirov ji dîroka xwe dur bikeve; peyv edî ji hemdê xwe derdikeve.
Peyvên beredayî, peyvên vala, peyven bê sereke...
Peyv bi rengê xwe yê kêmasî dibe asteng û berî dide xwedîyê xwe.
Ez bawer dikim ku koka van peyvên beredayî ji salên 70'ê ma ye.
Di wan salen de dîroka Kurdan; bi 'Turk Tarih Tezî'dihat nerixandin.
Ger tu berê xwe bidî TKP û Sovyet, Komunist Enternasyonal; di dîtinên wanede hemû serhildanên Kurda, ya; 'Eshqîya ye\ ya pashveru ye/ û an jî shakî, chapulcu û ehmaqî ye.
Ez vîya di nivîsên HEK û yê Canbeg'de jî dixwînim.
Canbeg jî ji dîroka xwe dur e, HEK ji ji wî peshtir nine.
EV camêren Kurd herdu ji ji xwe dûr ketinin. Asîmîlasyona mêjo, wendabuna kesayetî bi zelalî xwe dide ber.
Dema ez xort bum, di tesîra sosyalîst û di tesîra devdorya meda, min ji wek van cameran 1925'á pashveru,sherîatxwaz dizanî. Chima ku min dîrok bi wî aqilê sivik nedikarî shirove bikim.
Canbeg ji nizane ew chî dibêje.
Ne Sherefkendî û nejî Qasimlo dinase.
Demek ji bo Nemir Barzanî ji peyven beredayî gellek dihat kirin bi destê tevgeren Kurda.
Em dev ji chepên Tirkan jî berdin lê tevgêrên Kurdan bixwe jî dîroka xwe davitin ber ningan.
Ji bo vî yekê ez pir ji ecayip nabînim dema ku HEK û Canbeg ewqas ziman dirêjî dikin.
Chavkanîk ji bo wana nerixindina Tirkan be, rê û ribara wana jî bihostek ji wan dur nakeve.
Ger Kurd îroj xwe ji Ereb, Ecem û Tirkan parastina xwe kirine, li rû yê cîhanê wek netew mane ew jî bi peyva ASO;"ji zêr bûna wan mêrxasan tê'
Xalid Beg, Ihsan Nurî, Bedirxanîyan, Simko, Mahmûdê Hefîd, Seyd Riza, Elîshêr,
Barzanî'yê Nemir,Qadî Mihemmed,Elîyê Unis, Cangîr Axa, Ehmedê Xanê, Qasimlo,...Nav gellek in.
Her Kurdek yê kû xwenas û rêsen in, xwîna camerî têde he ye; nikarin ziman dirêjî li ser van nava bikin û di derheqê wanan de peyvên beredayî bi kar bînin û bi rastî ji ew bixwe ehmaqin.
Bele xeter tishtek dine. Dema ku mirov kar bike bê xeta jî nake.Lê dibe ku dem û shert jî i ber chavan bêt girtin.
somut mevzuya somut yorum yapman lazim