Gelê Kurd û Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesr-î Şêrînê ket bin bandora Împeratoriya Faris. Her çiqas Faris, gelê kurd nêzikî xwe jî dibînin, her demê li hemberî kurdan siyaseteke ne dostane meşandine. Dîsa ji bona ku Gelê Kurd di bin destê wan de mehkûm û kole bimîne, siyaseteke sîstematîk ya kolonyalîst û ne mirovane hatiye meşandin. Ne hewceye em biçin dûr e, beriya vê 65 salan, piştî Şerê Cîhanî yê 2-emîn encama nekokî û hesabên dewletên kapîtalîst-demokrat û sosyalîst li Rojhilata Kurdistanê, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, Komara Mehabadê ya Kurdistanê hat ava kirin. Piştî ku dewletên emperyal û mezin li ser herêma Rojhilata Navîn û dinyayê li hev kirin û parvekirina dinyayê statuyeke nû qezenç kir, Yekîtiya Sovyetan ji Komara Mehabadê ya Kurdistanê re piştgiriya xwe vekişand. Dewleta Îranê ew ji bona xwe firset û derfet dît, ku li hemberî kurdan êrişeke mezin ya leşkerî pêk bîne. Encama êrîşa leşkerî, li Rojhilata Kurdistanê xwîn herikî û Serokkomar Qazî Mihemedî û berpirsiyarên Komara Mehabadê ya Kurdistanê yên din hatin kuştin û hatin dardekirin. Li Rojhilata Kurdistanê qetlîam û jenosîdeke mezin dest pê kir û lê dinya li hemberî vê qetlîamê bê deng ma.
Di sala 1968-an de li Serdeştê di bin serokatiya Komîteya Şoreşger ya Partî Demokrat a Kurdistana Îranê de serîhildanekê dest pê kir. Ev serîhildana jî bi kuştina serokatiya vê serîhildanê dawî hat. Mele Ewareyî, Evdillah Muînî, Sileyman Muînî wek serokê vê serîhildanê hatin kuştin.
Di sala 1979-an de li İranê guhertina rejîmê pêk hat. Li îranê rejîma dîktatorî ya sekûler ya hevalbenda Emerîkayê hat rûxandin, rejîma îslamî ya teokratîk ava bû. Di rûxandina rejîma dîktatorî ya Şah de rola kurdan gelek mezin bû. Kurdan hevî dikir, ku dê li Kurdistanê dê desthilatdar bin û Otonomîyê dê li Kurdistan ava bibe. Humeynî û hevalên we jî, beriya ku bên îranê li Fransayê bûn, ji vê projeyê re piştgir û hevalbend xuya dikirin. Hezar mixabin piştî ku Humeynî û elîta îslamî ya teokratîk desthilatdariya xwe pêk anî û sitûnên rejîma xwe xurt kirin, ji mafên neteweyî ya gelê kurd re piştgir û rêzgirtî nebûn. Ji bona ku desthilatdariya de facto ya li Kurdistanê ji holê rakin û li Rohjhilata Kurdistanê jî karbidestiya xwe pêk bînin, dest bi êrişeke leşkerî ya kolonyalîst kirin. PDK a Îranê, Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê û serokên serbixwe yên Kurdistanê ji bona ku Gelê Kurdistanê biparêzin û otonomiyê ava bikin, li ber xwe dan û mecbûr bûn ku derkevin çiya.
Piştî ku li Rojhilata Kurdistanê şerê pêşmergatiyê dest pê kir, ji bona ku kurd wek civat ji holê rabe êrişa dewletê domand. Serok û şervanên Kurdistanê hatin kuştin. Her roj 35-40 kurd û kesên ji neteweyên din hatin dardekirin. Di encamê de bi hîle û xurdeyê Serokê Tevgera Rojhilata Kurdistanê mirovê hêja û mezin Dr. Qasimlo li mesaya aşitiyê hat kuştin. Serokê PDK a Îranê Dr. Şerefqendî jî, encama êrişeke leşkerî ya qirêj hat kuştin.
30 sal e ku kurd li Îranê tên kuştin û tên dardekirin. Ev trajediya di vê merheleyê de jî dom dike. Beriya vê demekê rojnamevanê Kurd Fettah Selahî hat dardakirin. Gelek kes jî hene ku biryar hatiye dayîn ku bên dardekirin. Dardekirina Zeyneb Celaliyan jî di rojevê de ye.
*****
Zeyneb Celaliyan ji rêxistinên navneteweyî yên mirovî yên dinyayê re nameyek şandiye. Di vê nameyê de xwe dide naskirin û sedema dardekirina xwe aşkere dike. Zeyneb Celaliyan wusa dibêje: “Navê min Zeyneb Celaliyan e, jineke Kurd ya 27 salî me, di girtîgeheke Îranê de wek tawanbareke siyasî hatime derdestkirin. Biryara cezayê îdamê ya di derbarê min ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hat pejirandin.
“A niha di dinê rewşeke pir xirav de dijîm. Her dem di bin zext û tedayî û şikenceyeke mezin dibînim, parêzek min bo parastina min jî nîne. Celseya dadgehê ku ez tê de dihêm darizandin, di nav çend lezan dehate kutakirin. Dadgehê bo min got: Tu dijmina Xwedê yî. Mîna dijminên Xwedayî yên din, tu jî bihêtî îdamkirin." Hemî dadweran di serdema dadgehê de li gel dadgehê raya xwe dan û xswestin ku ez bihêm îdamkirin. Min ji dadwerî mûsade xwest ku bo cara dawî dayka xwe û malbata xwe bibînim. Dadwerî jî bo min wisa got: „Hiş be!"
Ez ji hemî parêzerên mafê mirovan û rêxistinên saziyên mafê mirovan daxwez dikim, ku bila li hember vê neheqî û bêdadiya ku bi min dihête kirin derkevin û alîkariya min bikin."
Li hemberî îdamê ji bona Zeyneb Celaliyan qempenyekê dest pê kiriye. Ji berpirsiyarên Neteweyên Yekbûyî re nameyek hatiye nivîsandin. Ez jî pişitgiriya vê nameyê dikim. Li dijî dardekirina Zeynebê derdikevim. Di nameyê de wusa tê gotin:
“Ekselansên birêz Ban Kî Moon,
“Rejîma Îranê li hember çalakvanên siyasî yên Kurd û aligîrên wan sûc û tawaneke bê nimûne dimeşîne û berdewam dike. Ehsan Fattahîan jî berê niha bi îdamê ve hatibû bicezakirin û pêkanîn. A niha jî jiyana Zeyneb Celaliyan ketiye ber xeteriyeke mezin.
“Di roja 26 Mijdar 2009 de xanimeke Kurd ya siyasî ya bi navê Zeyneb Celaliyan bi biryara îdamê hat dadgehkirin û jiber vê yekê ez ji rewşa wê ya dawî pir bi endîşeyî me.
“Her wiha di roja 26 Mijdar 2009 de Mahkemeya Bilind ya Îranê ev biryara îdamkirina wê pejirand.
“Ew li bajarê Kirmanşayê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê hatibû girtin û paşê jî di avahiya Îstîxbaratê ya Sepahî Pasdaran (Mûhafizên Şoreşê) ya di bajarê Kirmanşayê de bo çend deqeyan hate nasname serrastkirin û mahkemekirin û biryara îdamê pê hate dayîn. Ew wek dijmineke Xwedayî hate darizandin û biryarkirin. Evana hemî jî sûcên ne îsbatkirî ne, bes endametiya wê ya partiyeke siyasî ya Kurdistanê rast e.
“Zeyneb Celaliyan hîna jî di rewşeke pir xirav û bi berdewama îşkeceyê ve mecbûrê jiyanê bûye û her wiha jibo parastian wê jî parêzerek wê jî tune ye. Ji xwe bes cezadana îdamê ew bi şiklê dadgehkirin û paşê jî jê re wisa gotin: „Tu dijmina Xwedê yî û di demeke kin de bihêtî îdamkirin!" Zeynebê daxweza xwe ya dawî kir ku dayka xwe û malbata xwe bibîne û xatirê xwe ji wan bixweze, lê dadwerê mehkeme ji wê re wisa got: „Devê xwe bigre!" û ev daxweza dawî ya wê qebûl nekir.
“Tirsa min ew e ku rejîma Îranê bêyî ku xeberê bidin wê bê deng û bê seda îdam bike, jiber vê yekê rewşa Zeyneb Celaliyan divê acîlen bihête şopandin.
Em ji niha de jibo kar û barên we sipas dikin.
Li gel rêz û silavan.“
*****
Rejîma Îranê bi her awayî dijminê neteweya kurd, ereb, belucî, ezerî, faris e. Dijminê hemû hêjayiyên dinyayê yên demokratîk û mirovî ye. Li Dijî edalet û hiquqê ye. Nuha dixwaze ku neteweya kurd ji holê rake. Dixwaze bibe dewleteke nûkleerî û bombaya atomî ava bike.
Pêşiya Dewleta Îranê, kurd û neteweyên din yên li Îranê nikarin bigrin. Divê dinya bi giştî midaxeleyî vê rewşê bike û ji ev rejîma nemirovane re îzin nede. Helbet ev projeyeke mezin û dûrûdirêj e. Lê ji bona ku Zeyneb Celaliyan naye dardekirin û îdamkirin midaxele, rojane ye. Divê her kesek, her kurdek, dinya li dijî îdamkirina Zeyneb Celaliyan derkeve û midaxele bike.
Amed, 07. 12. 2009