Bombebarana balafirên artêşa tirk a bo ser Xakûrkê dom dike
Hate Nûkirin-Bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ya li devera Xakûrkê heta niha jî berdewam e.
Li gor çavkaniyeke taybet ya PUKmedia-yê balafirên şer ên tirk îro di seat 17:00-ê de dest bi bombebarankirina gundên Elmûşa Serî,Elmûşa Xwarê,Kewet,Derwa û Spîyaran ên li devera Xakûrkê ya ser bi Sîdekanê kirin û bombeberan heta seat 19:05 jî dom dikir. Hêjayê gotinê ye cihên ku tên bombebarankirin ji 1995-ê ve hatine valakirin û kes tê de najî.