Dib^jin mirovek hebu ye li zevîya xwe ,ji xwere li ser kar û barê xwe buye. Rojek li zevîyê li tenîshata jina xwe li ser derdê dinyayê ji xizanî û nezanîye axifî ye. Dure li devdorê xwe nihêrîye dîtîye herkesek li ser karê xwe ye ji xwere niskan dichine.
Bînteng buye û ji jinaxwere gotîye jinik wellahî iroj tahm li ba min nîne dixwazim bichim bajêr qida li jîyan ê.
Berê xwe da ye bajêr û bi rê ketîye.
Lê camêr di nîvê rêde xwestîye cixareyek bipêche. Li berîka xwe nihêrîye û qutîya cixarê nedîtîye carek din zivirîye bervê zevîya xwe ya nîska.
Dema ku nîzîkî li zevîye kiriye xwedeyo chî bibîne...Bawerî nekirîye mirikek li ser jinê ye...!
Hima ji erdê kevirek standîye û serî daye ser mirovê ku peshkarê jinê buye.
Wî mêrike ji hima ji zevîya nîska qevshek nîsk girtîye û revîyaye.
Serî dane ser hev zevî ji zevî bi revin.
Ji yê ku pesh direve pirsînin paleyan. Bra chî qewmîye xêre tu direvî xwîdan bi ser te ketîye.
Mêrik gotîye;
' Heyra welleh min qevshek nîsk ji zevîya wî beredayîye chand ji bo wî yekêye ku bera min dide ev bu seaatek'
yê ku bera dide bi duyê ketîye,ji wîra dibejin bi qahrek;
'Law ma tu sherm nakî ji bo qevshek nîsk ma rewaye te serî daye ser wi rebenê xwedê...Eyb !u sherm e. Heya bike maqulo...'
Mirik vedigere dibejê ;
'Yê dizane dizane yê nizane bagê nîskane'
Xalê Eyub ev jî bu meseloka bagê nîskan.
Wellahî yê dizanin dizanin di 30 salîya dawîyêde kîjan tofan di ser kurdande hat °û topa Evdilmusa li kurda ket...
Rewshenbir mirina kurda bu di salên dawîyêde, ne rêxistin ma ne jî kar û barê welatparezî.
Yê dizane dizane yê nizane bagê nîskane.
Dema te xwesh gel silav û rêz.
Re:Ê dizane dizane ,yê nizane bagê nîskane...