Direkt zum Inhalt

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(4)

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(4)
Hîkayeta Sûto û Tato

Aso Zagrosi

Wextê bende ho tertîbî beyan kir, Şêx weto keyfxoşbû, weto kenî mumkîn bû mirîşkek bi hemi peran biçite di devê wî da. Şêx Mehemed Sedîq got: “ Aferîn Mela Saîd, rêya te ji hemîya çîtir kevte aqlê min. Dê emel bi rêya te kem û ehlê meclîsê jî hemîyan gotin: “Elheq rêya wî ji hemîyan munasibtire û bi faydetire.”

Şêx fermo: “Bes madem rêya te ji hemîyan minasibtir bû. Ez hez dikim tu zehmetî bikêşî biçî Rezge li nik mirovêt min bî, heta Qesr temam dibît û bê rêya te kes çi herekete neket”. Hindî bende rica kir wezîfa min nîne, emma Şêx mecidtir bû.

Xulase çarsed mêr bi terzê bende gotibû, deh cendirme hazirkirin teslîm bende kirin. Bende erzê Şêx kir: “ Ez hez dikim Şehabeddîn Xwarzayê Şêx û Mela Musa katibê Şêx û Fetas Axa Wekîlê Xercî Şêx ew herseke jî bihên.”

Şêx emr fermo: “ Ewe bo çine? Lazim nîne. Madek ku tu çû, kesê dî hacet nîye”.

Bende got: “ karîte giran dibît gellek mile xo bidine bin. Eger ne mile yekê bitenê dê binda şikêt. Ewe şûlekî mezine. Gellek xiymet hene. Eger hemi hizmetan yek biket, fikra wî dê mişeweş bît. Şûl dê aloz bît. Şehabeddîn çunku xwarzayê Hezretî Şêx e. Sehim û sîyaseta wî zêdetire. Lazime ew bihêt bo qumandarîya xulaman. Mela Musa lazime bo kaxez û nûsîn û meşweret kirina omuran. Qitas Axa lazime bo dana erzaqê xulaman û cimakirina hasilatê. Eger wana hemîyan bende biket, fikra dê parçeparçe bît. Hela muşkulatan neşêt biket”.

Dîsa hemi ehlê meclîsê tesdîq kirin û gotin: “Wetoye wekî Mela Saîd dibêjit.” Şêx jî tesdîq kir û dîsa aferîn got û em hinartin.

Şewê çûne Merzê û Bêgoz. Roja paşî çûne Şîwa Herkî. Roja paştir çûne Dêrî. Wê şevê pênce mêr destbijarî me hinartine çîyayê Hindawî Piramîzî, ku serhedê Rêkanî û Herkîyan û Doskîyane. Çunku eger ew çîya bête girtin kes neşêt biçite layê Rêkanî. Digel speed em rabûrîn. Yêk menzîl me hajo, ne rûniştin heta gehîştine Rezge. Wextê em gehîştin wê derê, nîv saetek mabû bo mexrebê. Wê saetê sed mêr, ji her eşîretekê bîst û pênç me hinarine girê pêş Nêrvekê Gundê Sûto. Bende weto tenbîh li wan kir, ku kes çi tifengan nehawêjit û hucum nekin heta sibê ez bi xo têm. Eger ew şevê Sûto hilat çû, çake, eger ne dê dewrê li gundî nahêlin kes derkevit. Wê şevê xefîyêt Sûto li nav Rêkanî hebûn. Xeber dane Sûto, ku wî keredî quwetekî weto hatîye Rezge. Hem eşîretî hem hukumetî, ku êdî tu neşê li Nêrvê rune. Wê şevê Sûto helat çû Horamarê. Digel speed em yêt may li Rezge çûn gehîştîne yêt çûye Girê pêş Nêrvêkê. Me pêkve dewre li gundî da û şêlkêt tifingan kirine gundî. Çi deng ji gundî nehat. Hêdî-hêdî xulam parastine gundî zanîn çûle kes têda nîye. Em jî çûne Gundî. Me gotî Tato: “ Wê care nobeta te ye. Tola xo weke”.

Tato û mirovêt wî agir berdane Qesrêt Nêrvekî û gund hemi sutand. Wextê tirîyan bû. Leşker çû rezan barêt Tirî înan bo Rezge. Hostan destkir bi çêkirina Qesrê. Roja paştir sed mêr me li Rezge hêlan, sê sed mêr digel Ahmed Begê Berêsorî, ku yek bû ji çawişêt xulamêt Şêx Mehemed Sedîq, me hinartine ser gundê Bîrê û gundê Çê. Temîz talankirin û pezê wan û hêstirêt wan hemi înan hatine Rezge û me kaxez bo Şêxî hinart , ku : “ Elhamdullah saya hîmeyeta ecdadê alînijadî Hezretî Şêx arwahna fedayî balikmal mufqit gehîştine Rezge.

Şêx gellek keyfxoş bû. Tebrîka fitûhatêt me bo me şerefî asdar fermo nusî bû: “ Zaten daîmî umêdî dahî ji kemala fîraset û dîrayet û cesareta emsalê hingo ji wan fitûhatêt meserret engîz zêdetir heye. Wefeqekim Allah Amin, el daîmî Sedîq.

Biçine ser behsê hale Sûto. Wextê Sûto Horamarê, Mela Hessen Şûkî, ku katibê wî bû û qazîyê Doskanî û Horamarî bû. Hinarte lalê Tahîr Axayê Gewerî. Wextê Mela Hessen hate lalê Tahîr Axa got: “ Sûto Axa ez hinartime xizmeta hingo. Tu Esad Axa sere me hemi eşîreta Doskanî û ehzabê hukumeta Gewerê ye. Xizmatî û dostînî bo rojekî hoye. Noke tedbîra me çîye û em çibikin çake?”

Tahîr Axa mirovekî têgîhîştîye. Gote Mela Hessen: “ Hindî ez mulaheze dikem, noke bo Sûto jî xeyrî razîkirina Şêx Mehemed Sedîq çi rê nemane. Çunku sere wî digel Tato û digel xulamêt Şêxî û kuştina Sûreçawuş digel 12 xulaman mehlumî hemi meqamatan bûye. Hukumet teraftarê Şêxî ye. Bes noke lazime dilê Şêxî bête xoşkirin. Mela Hessen got: “ Belê waye wekî di fermoyî. Ez jî weto dizanim. Emma nizanim rêka dilxoşkirina Şêxî dê çawa bît. Tahîr Axa got: “ Heqîqet bi zehmete. Emma eger mumkîn bêt tu bişêyî biçî Rezge lalî Mela Saîd ji wî bipirsî, mumkîne ku ew rêkekê bo te bêjît”

Domdike..

Hemîyan gotin: “ em hemi li ser reya axa hazirin. Çunku madem Qesra Rezge temam bû, em dê mehf bibin. Bes bo me şer selahatire, da eger mehfbibin bi şeref û namus mehfdibin, ne bi rezîl û bê şeref”.
Xulase digel speed neh sed mêr Doskî û Horamarî hucum kirine ser Rezge. Wê rojê Tato û mirovêt xo çûbûne Amêdîyê ku mallet xo bînine Rezge. Sûrçawuş digel bîst xulaman hazirbûn. Qesr jî dirust nebûbû.. Saetekê şer kirin. Ji hemî qiraxan leşkerê Sûto dewre li wan da. Sûre û xulamêt xo çûne xanîyekî. Ew xanî bo şerî çak nebû. Mirovêt Sûto gehîştine bin dîwarêt Xanî. Di kulekanda Sûre du û sê mirovêt Sûto kuştin. Emma fayde nebû. Ji hemi rexan agir berdane xanî. Sûre digel 12 xulaman hatine sotin. Heta şîyan şerkirin û çekêt xo nedan. Heft xulaman aman xwastin û derketin. Sûto gote wan heftan: “Çekêt xo bidin herine nik Şêxê xo bêjine wî carekî dî xeyala cîyê Rêkanî nekin. Heta kurekî Mala Mîrî maye mumkîn nîye kes bi rehetî teserifê di eşîreta Rêkanî da biket”

Ew heft xulam hatin, rûs, bêçekkirêt, şerminda. Hemî miteheyîr man û gotin: “ ewe çi hale?”
Wan jî hale xo bi temamî hîkayet kirin. Wexta heft xulaman hîkayeta hale xo bo Şêx Mehemed Sedîq beyan kirin, Şêx xayet aciz bû. Ji du cihetan yêk ewe bû, genim û birincê Rêkanî nehate destê wî. Yê dî ewe bû û bênamusekî mezin hate wî.
Şêx kewte fikra tola wî waqîhî. Hemî mezinêt xo hazir kirin û meşûret bi wan kir. Got: “Hung çawa selah dibînin?”
Hindekan gotin: “ Dê leşkerekî mezin ji eşîretan duristkin biçine ser wî, hemîyan birinînewe”.
Hindekan gotin: “ Selah eweye Ehwalî wî bi temamî bo walîyê Wanê û walîyê Musulê bête beyankirin û li hukumetê bihête mehkumkirin û bi destê hukumetê bihêne terbîye kirin.”
Hindekan gotin: “Çake Hezretî Şêx Ebudlrehîm Axa teltîf bikin. Ew jî mala Mefîye. Mabeyna wan û mala Mîrî daîme nexoşe. Hingê ew û Tato dibine yêk. Dujminê ji derwe û naw da peyda bûn, dê perîşan bît”.
Hindekan gotin: “ dê nijdan beyne gundêt wan û çîne ser rêkêt karwanêt wan nahêlin rehat bît, heta bi temamî tola xo dikinewe”.

Xulase her yêkî rêyek got. Bende heqîr Mela Saîd li meclîsê hazir nebû. Li medresê bûm. Dersa feqîyan digot. Xulamek hat got : “ Şêx te dixwazît”. Bende çû hizura Şêx û fermo: “ Tu çawa selah dizanî bo tola Sûreçawiş û xulaman?”
Bende got: “ ez mela me û tazecahîlim, şûlêt sîyasî nizanim. Min ne gellek, belkî piçek jî têkîlîya umerêt dinyayê nekirîye. Wêt ehe bêt hazir hemi aqildarin, mezinin û şûl dîtine. Ewan elbete ji bende çêtir dizanin.”
Şêx Fermo: “ weye wekî dibêjî. Emma ez hez dikim rêya xo beyan key çi rast û çi xirab. Çunku wane hemîyan reya xo beyan kirine”.
Bende got: “Ji hemi reyan gişk meqbûlî nezera mubarekî hezretî ruhîna feday bûye?”

Şêx Fermo: “Heşta min çi îzar nekirîye. Heta tu jî reya xo dibêjî.”
Bende got: “ Xwahş dikem bizanim rêyêt wan çine, da eger muafiqî fikra bende bin, tesdîq bikim. Eger muafiq nebûn, hingî bi qeder aqlê xo bende jî dê tiştekî erzî huzîra mubarek diket.” Şêx rêyêt meclîsê ket ket hîkayet kirin û got: “Ewêt hene rîyêt wan bizanim ka tu dê çi bibêjî.”
Bende got: “ Rêya leşkerê eşîretê bê îtlahî û bê têkîlîya destê hukumetê xirabe, herekatêt xudserane dumahî bahsê xisaret û nedametîyê ye. Nijdekirin û karwan şêlandin jî şûlê eşqîyane. Layîq nîne bo mezinatîya şan û şerefa Hezretî Mewlay bendegan. Teltîfa Ebdulrehman Axa waqîyen çake. Ema di wî asnayê da wextê muefeqîya Sûto zehmete ku fayde bidet bo meqsûda me. Û eger fayda bidet jî dereng dibet. Beyana ehwalê wî bo walîyan û mehkumkirina wî li hukumetê elbete lazime û şertê ewile. Belê ew hind bitenê jî kafî nîne. Derdê me derman naket. Nîhayet hukumet dê wî heps biket, paşî mudetekî gellek pare dê wî wergirît û wî berdet. Hingî Sûto dê xurtir bît û şûla me dê asêtir bît. Bende ho minasib dizanit, ewilen beyana hale wî bo hukumetê. Paşî tehsîla emir resmî û dana deh cendirme bo tehmîra Qesra Rezge û îqrara Tato li hukumetê ku gundê Rezge û Qesra Rezge min firotine Şêx Mehemed Sedîq. Û hukumet ruxset bidet ku Şêx Mehemed bo muhafaza Gundî mirovêt xo bi sîlah danîte Rezge. Hingî her waqîyekê biqewmit sûç bo Şêx nîye, bo Sûtoye. Dîyarêt gellek çak bo qaymeqamê Gewêrê û bo qaymeqamê Amêdîyê binêrin. Dilê wan çak xoş bikin. Weto ku derheq Şêx daîmî çakî û derheq Sûto daîmî xirabî binivîsin. Û çarsed mêran , sed Şemdînan, sed Gerdî, sed Herkî, Sed Muzîrî ke ewe xo bi mihubêt te dizanin digel Tato rêke Rezge heta Qesr temam dibêt. Cendirme û hosta li ser Qesrê bin. Ewan mêrane her şevê biçine ser gundekî Doskanî. Hingî hem aşîretî dê tola me bît, hem hukumetî. Û meqsûda Şêx ku teserfa Rêkanîye, ew jî dê hasil bît. Û her çar eşîret jî dê bine dujmin digel Sûto. Êdî ne ew û ne ewladê wî ji destê wan çar aşîretana rehet nabin”.
Dom dike…….

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.