Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 10 December 2013

KALÊ MÎROVETÎYÊ NELSON MANDÊLA ÇU SER HEQÎYA XWE, JINXWESÎ Û MERXWESÎYA GELÊN AFRÎKAYÊ BIJÎ, AZADÎ JI BONA GELÎ JÊRDESTÎ CÎHAN
Li pey damezrandina Yekitîya Afrîka Başur weku dewletekê, 8 Sibat 1912 da li Bloemfonein ê di bin serdarîya Îsaka Seme, John Langalîbalele Duble, W. Rubusana ve Sol Plaatje da Kongreya Afrika Başur ya Gelê wê yê Kewnd (South African Native National Congress) hate damezrandin. Damezrandkarê vê Kongireyê hemu mîrovên rewşembir yê xwendîbun, wan hemuyan çend zmanê biyanî dizanîyan xwedî kar bun û her yêk ji wan pisporê karekî bun. Kongireya Afrika Başur di destpêkê da dixwest bibe sazumana hemu gelen Afrîka Başur, ji nijadparaztîyê durbu, xencî nijadparazên spî yên Afrîka Başur hemû kom, grup û perên sîyasî di nava xweda parazt û cîh da wan. Daxwezîya we ewbu ku; li Afrîka Başur nijadparêzî nemînê û hemû deng û rengên sîyasî bi şîvekî azad xwe bînin serê zman, dixwest gelê Afrîka Başur bi mafê carenus derheqa diwaroja xweda xwe biryar bide û li vir darekî sîyasî ya pir rengî û pir dengî bîne avakirin.
Dema Împaratorîya Osmanî edî belav dibu û Kemalê Selanîkî bi gel hevrîyên Partîya Îttîhat û Terakkîyê li ser Asya Piçûk û li ser hinek hêlên Kurdistan û Tirakyayê hedî hedî dara sîyasî digirt destên xwe, Kongreya Afrika Başur ya Gelê wê yê Kewnd di civînekê da navê xwe digorî û dikir: Kongreya Netewî ya Afrîkayê. Wan li ser bingehya aşitîyê tekoşîn û berxwedana xwe bilind dikir.
Bernama Mafên Mîroveyetî yên Gerdunî ku, Yektîya Netewan 10 Çileya Pêşin 1948 da beyan dikir, Kongireya Netewî ya Afrîkayê serîda, bi destpêka sazbuna xweda bangkiribu, wan ew heq di sala 1943 da bona hemu gelên Kontînenta Afrîkayê anîbun serê zman û daxwezkiribun, bona nasîn û heqgirtina xwe ew li ser bingehya navnetewi ketibun nav kar û çalakîyên mezin. Wan bi Partîya Komunîst ya Afrîka Başur û Kongreya Hîndîyên Afrîka Başurra mil danhev, wan bi hevra bi amadebuna sed hezaran xwepênîşandanên protestoyê yên mezin darxistin. Katekî din şunda dara nijadparazên Afrîka Başur li ser bingehya aşitîyê hemu rê, dêr û dirp le berxwedana gelên Afrîka Başur girt. Di sala 1956 sedan çalakvanên ANC ku Balovaka Banga Azadîya Gelê Afrîka Başur bi bindenîvîsa xwe di bin nîvîsîbun alîyê dara nijadparêz va hatin girtin. Kadirên ANC derxistin ber Dadigehyên naijadparêz yên Afrîka Başur. Berku tu tiştek li ser vana nikarîya bete îspatkirin, hinek ji wan di sala 1960 da hatin berdan. Di bin van şertên dijvarda hinek alîgar û kadir ji ANC veqetîyan û Kongireya Pan Afrîkayê damezrandin. Vê Kongireyê dijî nijadparazên spî yên Afrîka Başur, tenya gelê gwînrêş yê Afrîka Başur di rêfên xwe da tenzîmkir. Wan mêşek gelek mezin li dijî dara nijadparêz ya Afrîka Başur rêxist, di vê mêşêda bi komkujîyêk mezin sedan zedetirîn mîrov bi çavsorî hatin kuştin, bist hezaran zedetirîn mîrov hatin binçavkirin û kampên mezinda hatin berhevkirin. Li paş vê buyerê seranserî Afrîka Başur PAN û ANC hatin qedaxakirin. Li paş 1961 ANC hemu kar û barê xwe di jêrzemînîyêda berdewamkir. Li wan hemu rê, dêr û dirpên aşitîyê hatibun girtin. Li ber mecburîyêtê bin serdarîya Nelson Mandela, Walter Sisulu, Govan Mbekî da hêza çekdarî ya Rottîra Netewî hate damezrandin û wan destpekê çalakîyên çekdarî kirin. Demek kwirt da Nelson Mandela û hevalên wî hatin girtin û wan ra cezayê heta bijin sicinkirî bimînin hate birrîn. ANC bê rawestan kar û barê xwe pêşvabir, hezaran xwendewan reyî derî welat kir û ew dan xwendin. Nelson Mandela li ber nijadparêzan bi nemelisbuna xwe roj bi roj zedetirîn bu serdar û sîmbola Gelê Afrîka Başur, wî hemu deq û dolabên dara nijadparêz serîda naskir û teklîfên wan ra bawerîya xwe neîna. Wî xwe neda dafkirin û qe tu car mejûyê xwe bi destê wan da neda dîlkirin. Li berxwedana gelê Afrîka Başur û serbilindîya Nelsôn Mandela Dara Nijadparêz ya Afrîka Başur keti nava gengajîyek mezin, dara wan livî, ew ketin nava serhevbinhevbunek mezin, li ber mecburîyêtê zûzû hukumata xwe gorîn, seranserî cîhanê ruyê wan pasbu û ew ketin nava tengasîyê. Dema zûzû gorandina hukumatan jî pere nekir wan di bin seroketîya Frederîk Willem de Klerk darekî nerm avakirin, hemû zagonên rêş yên nijadparêz ji desturnama dewletê derxistin, gav bi gav nijadparezîya her avayî hate qedaxakirin. Di nava demek kwirtda bona ANC û Nelson Mandela derîyê darê hate vekirin. Bi vî avayî Nelson Mandela gihîşte azadîya xwe û Dara Afrîka Başur keti destên wan.

Li vir tiştekî balkêş dixwezim bi wera bînîm serê zman; di kata azadbuna Nelson Mandela da, nijadparazên Tirk xwestin bi “Xelata Mistefa Kemalê Selanîkî”, Nelson Mandela bixapînîn û wê “xelatê” nav û dengê wî bigirin bin sîhya xwe ya qîrêj. Nelson Mandela yêk sanîyeyêkê ser vê “xelatê” nefirkirî û ew redkir, li ser vê bûyêrê rojnamayên nijadparêz yên Tirkîyayê hefteyekî zedetirîn dijî Nelson Mandela propagandayekî reş kirin, ew bi resim û karîkaturan weku mîrovxwir dan dîyarkirin û Wî ra gotin “mîrovê kirêt”. Ber ku Wî “xelata Kemalê Selanîkî” redkiribu, bona wan ew rojekê da bibu mîrovxwir û mîrovekî nebaş. Rojnameyên Tirkîya tiştek bîrdikirin zêr her tim zêr bu û nidikarîyan di bin tîna rojêda li ber helandina berfê bisekinin, bê guman berf bihelîya bibuna av û bigehîjîya neval, çem gol û behran.
Bi vî avayî li paş sala 1990 bi ANC û Nelson Mandela ra li Afrîka Başur derîyê dara sîyasî hate vekirin û ew hatin ser darê. Meşa wan ya azadîyê ku di sala 1912 da destpêkiribu û di sala 1990 gîhîşt armanca xwe, taca serketinê li ser serê wan da hate danîn.
Mandela Nelson Mabîda kî bu?
Mandela bi xwe ji gelê Xhosa bu ew li gundê Mvezo keleka çemê Mbaşê, nezikî bajarê Umtata 18 Tirme 1918 tê dinyayê, navê Wî serîda Rolîhlahla bu, navê Nelson dema Wî destpekî medresê kir dan Wî. Bavê wî Gadla Henry Mandela yekhemcar ew da medresa Xaçparêzên Metodîst yên Îngilîzîstanê. Navê dayîka Wî Nosekenî Fanny bu, sê xwîşk û sê brayên Wî hebun. Zaroktîya wî di nava serbestî û azadîyêda derbaz bu, wekû gelek zarokên Kurdistan Wî şivantî û gavantîya jî kir. Di sala 1927 bavê Wî çu goça dawîyê, Rolîhlahla dema dihat neh salî di nava Koma Rusipîyên Navçeya xwe da cîh digirt, pêşvigarîya wan dikete ser milên Wî, di vê katêda peyvendîyên Mîrovan baş nasdikir û dibu pisporê gelê derdora xwe. Dema Hukumata Sîsan ya Afrîka Başur bi deq û dolabên sîyasî destdide ser axa bavê Wî, Wî hedî hedî ruyê dara nîjadparazên sîs ya Afrîka Başur jî nasdikir. Dema Wî nava Koma Rusipîyan da cîh digirt, gelê Wî navê Dalîbunga (Sazumankarê Komê) dida Wî, di nava serhevbinhevbunên wan rojanda, her tim karên nu diketin ser pişta Wî.

Dura ew li bajarê Engcoboyê çu Înstîtuta Clarkebury Boardîngê. Di 19 salîya xwe da li bajarê Fort Beaufort çu Koleja Metodîstên Healdtownê, Wî di 21 salîya xweda li bajarê Alîcê Koleja Danîşgahyê ya Fort Hareê di bin sîha Anglîkananda karê şahdatnameyê xwe nîvîsan. Nelson Mandela li vir yekhemcar rêdarên ku bi Wî ra di nava ANC (Kongireya Netewî ya Afrîkayê) da aktîv cîh girtin naskir. Di vî katîda wekû kolêj qedankarekî zanîna xwe di bêşên weku Îngilîzî, Antropologî, Politîk rêxstin û rêvabirina gelda pêşva bir, mafê Holandî û Romî xwend, demek kwirt di Wezerata Dara Sîyasî ya bona gelê Afrîka Başurda karkir. Dixwest xizmeta gelê Afrîka Başur bike.

Karê polîtîk yê Mandela yekhemcar di nava Koma Xwendewananda destpêdike. Dema ew li dijî rêvabirîya Danîşgahyê derdikeve, Rêvabîrîya Danîşgahyê dixweze Wî ji Danîşgahyê durxîne, Mandela Danîşgahyê bona demekê cîhdelê û diçê Yohanusburgê li vir heta demekê derxistina binerda zêrda weku haris kardike, di kîloyâ giranda gilmikvanîyêva (bokserîyê) mijul dibe. Madela li vir yekhemcar ruyê kapîtalîzmê yê kîrêj didoze, mîrovên wekû Walter Sîsulu, Nat Bregman û Joel Carlson nasdike ji durva Danîşgayê Afrika Bakur dixwîne, gave yekemîn bona akademîkarîyê davêjê û di di Nîsana 1941 da karê qedandina danîşgayê dinivîse li ser pêşnîyara Sekreterêgiş yê ANC Walter Sîsulu li Danîşgahya Wîtwatersrandê despêkî xwendina Jurayê (huqukê / heqzanînê) dike, bona qedandina xwendina Koleja Danîşgah Fort Harê; carek din dizivirî vir û dixwêze ku karê Wî ku nîvî maye xilas bike. Rêvabirîya Danîşgahyê bona qedandina xwendina danîşgahyê çend caran rîya Wî digre û mecalê nade Wî. Sedema nerêdanê; karê Wî yê politîke.

Berku Mandela nava refên ANC da aktîv bu û barên giran hildan ser pîşta xwe gelek caran hat girtin û berdan, sirgun xwer. Berkû Wî û hevalên Wî ruyê rast ya Dara Sîsên Nijadparêz ya Afrîka Başur dîtin; biryara rêxistina sazumanekî aşitîxwez ya wekû Mavatma Gandî girtin û Lîga Cîwanên ANC damezrandin, di bin serdarîya Alfred Bîtînî Xuma da ANC zêde rênedigirt. Heta 1960 wan xwest ku bu metdodên aşitîxwezîyê karê xwe yê sîyasî bikin û dara nijadparazên sîs ruxînin. Dema bersiva wan bi qedexwekirina ANC û PAN hate dayîn, wan hemu kar û barê xwe di jêrzemînîyêda berdewamkirin. Li wan hemu rê, dêr û dirpên aşitîyê hatibun girtin. Li ber vê mecburîyêtê bin serdarîya Nelson Mandela, Walter Sisulu, Govan Mbekî da hêza çekdarî ya Rottîra Netewî hate damezrandin û wan destpêkî çalakîyên çekdarî kirin. 5 Gelawêj 1962 ew li gel komînîstê mezin Cecîl Willîams hate girtin, sê sal cezayê zîndankirinê dan Wî, di 20 Nîsan 1964 ew carekdik li gel heft hevalên xwe hate dadigehkirin, yekhemcar biryara darvakirina, ango kuştina Wî dan dura li ber protestên mezin Dara Sîsên Nijadparêz ya Afrîk Başur ew biryar rakirin û kirin biryara zîndankirine, biryar ew bu ku; ew heta roja dawîyê zîndankirî bimîne. Mandela ruhmeta mîrovatîyê 27 sal zîndankirî ma, 11 Sibat 1990 li ber mecburîyetê ew hate berdan û azad bu, di demek kwirt da bu Serokdewleta Afrîka Başur, bona aştîyê karkir, dijî dijhatîyê û dijminatîyê derket, xwest li Afrîka Başur bingehya demokrasîyêk pirrengî û pirdengî bete dayîn.

Mandela di jîyana xwe da du cara zewicî, zewaca Wî ya yekhem li gel Xanim Wînnîe Madîkîzela bu, ji vê zewacê du keçên Wî hatin dinyayê; Zenî û Zîndzî. 19 Adar 1996 ji Xanim Wînnîe Madîkîzela veqet, 18 Tirme 1998 li gel Xanim Graça Maxel cara duem zewicî. Bi azad mayîna Mandela; dawîya Dara Sîsên Nijadparêzên ya Afrîka Başur hat. Mandela di jîyana xweda layîqî 30 Xelatan hate dîtin, nêzîka 50 tîtilên doktorîyê Wî ra hatin pêşkêşkirin, di nava Xelatan da; Xelatên mezin yên weku Xelata Aşitîyê ya Yekitîya Netewan, Xelata Aşitîyê ya Nobelê, Xelata Aşitîyê ya Lenîn heye. Wî jîyana xweda tenya “Xelatik” redkir, “Xelata Kemalê Selanîkî”!?

Erê... Mîrovxwesê mezin Mabîda, Kalê Mîrovetîyê rê neda nijadparêz û dagirkerên Tirk, “xelata” wan yêkser redkir, di wê rojêda rojnameyên Tirk yên wekû “Mîllîyet” û Hürrîyettê” jehra nijadparezîyê rijandin, îro hun dikarin wan rojnaman ji arşîvan derxinîn û carek din ruyê wan pasbikin. Bîrmekin arşîv tu car nadin bîrkirin...

Cîhyê te Nur be Kalê me, Cîhyê te Nur be Ruhspîyê me, Tu her tim di dilê gelên jêrdest û gelên Kurdistan da bijî!

Bîşar Norşîn
09.12.2013

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.